Pêla hêrsê ya dijî qeyûm berfireh dibe

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:42

Roj bi roj hêrsa dijî talangeriya qeyûm berfireh dibe, sînorên xwe yên li Kurdistanê berfireh dike û pêlên hêrsa gel ya dijî desteserkirina vînê xwe li bajarên Tirkiyê jî dixe.

Çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê û girtina hevşaredar Mehmet Siddik Akiş berdewam dikin. Çalakiya nobetê ya li ber şaredariyên DEM Partiyê hatiye destpêkirin di roja 6'emîn de li gelek bajaran pêk hat. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl jî beşdarî çalakiya nobetê bûn. 

Enqere

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyanî dan. Daxuyanî li Cadeya Sakaryayê pêk hat û dirûşma "Bijî berxwedana gelê Kurd" berz kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiya Enqereyê Nebahat Çalpan daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê destûr nedin ku vîna gelê Kurd tune bê hesibandin.

Edene

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirinê daye destpêkirin di roja çaremîn de berdewam kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî.

Sêrt

Li ber Şaredariya Sêrtê jî çalakiya nobetê di roja 6'emîn de berdewam kir. Her wiha li ber şaredariyên Misirc, Hawêl û Weyselqeranî hatin domandin. Di çalakiyan de nerazîbûn nîşanî desteserkirinê hat dayîn.

Êlih

Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Êlihê jî di roja 6'emîn de berdewam kir. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dan.

Şirnex

Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê jî têkildarî meşa di 13'ê hezîranê de ber bi Colemêrgê ve bê kirin jî li ber Şaredariya Silopiya daxuyanî da. Parlamenter Newroz Ûysal û rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê û aktîvîstên TJA'yê û hevşaredarên DEM Partiyê yên navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî û banga beşdariya meşa li Colemêrgê kir û xwest gel beşdarî meşê bibe.

Girseyê piştî daxuyaniyê li ber şaredariya Silopiya dest bi çalakiya nobetê kir. Çalakiya nobetê ya li navçeyên Cizîrê û Hezexê jî berdewam dike.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.