Pêkhateyên Sûrî azadiya Ocalan xwestin

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 01:45

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nuha Omer derbarê rêveçûna pêngava ji bo Ocalan azadî diyar kir divê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan her kes bikeve nava hewldanan.

Nuha Omer, anî ziman pêngava azadiyê ya navneteweyî 10 meh li pey xwe hişt û got, “Qonaxa yekemîn a pêngava azadiyê, bi dirûşmeya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek çalakî, mînak 8’ê Adarê, Newroz, meşên girseyî û çalakiyên cur bi cur hatin pêşxistin û bi dawî bû, niha ev pêngav di qonaxa xwe ya duyemîn de berdewam dike. 

Çalakiyên ji bo qonaxa 2’yê

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de, çalakiyên ji bo berhevkirina îmzeyan, hewla bi rayedarên eleqedar re kirina hevdîtinan û tecrîdê bixin rojeva meclîs, wezaret, rêxistinên weke CPT’yê hene. Di vê çarçovayê de ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî îmze ji bo pêngavê hatin berhevkirin û ji bo Wezerata Edaletê ya Tirkiyeyê hat şandin.”

Çalakî ji bo azadiyê kêm dimînin

Omer, diyar kir ku çalakiyên girêdayî pêngava azadiyê ya di asta navneteweyî de hatine kirin bandorek mezin çêkiriye û wiha domand, “Lê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev çalakî kêm dimînin. Ji bo vê yekê divê ev pêngav bêhtir belav bibe û xwe bigihîne her kesê. Ji ber ku doza Rêber Apo dozeke mirovî ye. Ji ber vê yekê bi hezaran kes xwedî li vê pêngavê derdikeve. Meşa girseyî ya li bajarê Kolnê ya Elmanyayê jî bandorek mezin di asta navneteweyî de çêkir.”

33 partiyên siyasî hevdîtin kirin

Omer, destnîşan kir ku eger tecrîd bê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, wê gelek pirsgirêkên li herêmê çareser bibin û got, “Bi vê armancê konferansa hiqûqê hate lidar xistin. Rêxistinên tenduristî û hiqûqê di çarçoveya pêngavê de name şandin û her wiha 33 partiyên siyasî, şêx û Rûspiyên Eşîrên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdan û hevdîtin kirin. Pêkhateyên Sûryanî helwestên xwe bi awayekî zelal nîşan dan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Piştî serdana me ji Encûmana Civaka Ermenî re der barê pêngava navneteweyî panêlek hate lidar xistin û her wiha ji bo 8 welatan name bi mebesta pêngavê hatin amadekirin û şandin. Çalakî wê di vê çarçoveyê de bidome.”

Banga xwedîderketina li pêngavê

Omer, di dawiyê de banga xwedî derketinê li pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha axivî, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka her kesî ye. Berpirsyariya her mirovek ku zilm dîtiye. Em ê xebat û çalakiyên xwe bidomînin. Em ê têkiliyên dîplomasî bi hin sazî û însiyatîfên navneteweyî re dayînin. Ji bo danasîna raman û felsefeya Rêber Apo di asta navneteweyî de wê xebatên me dewam bikin.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.