PDKʼê navê PKKʼê xiste peymanê

Pêncşem 15 Cotmeh 2020 - 23:47

  • ''PDKʼê bi xwe xwestiye navê PKK di nava peymanê de be. PDKʼê ev xwestiye, hem ji bo Tirkiyeyê razî bike û hem jî ji bo ku li dijî PKKʼê û li dijî xelkê Êzîdî bi kar bîne.''

LUQMAN GULDIVÊ

 

Damezrêner û edîtorê Kurdistantimesê, rojnamevan Kemal Çomanî li ser peymana di navbera PDK û hikûmeta Bexdayê de ya li ser Şenaglê ji me re peyivî. Wî got, derdê PDKʼê ne ew e ku ew bi xwe vegere Şengalê, lê yekane derdê wê ew e ku YBŞʼê ji Şengalê derxe. Bi ya wî, PDKê zor li Bexdayê kiriye ji bo ku navê PKKʼê di peymanê de bê bicihkirin. Li gorî wî PDKʼê di meydana siyaseta navneteweyî de karekî pirr xirab kiriye û ew jî çêkirina Kurdê xirab û yê baş e û niha dixwaze heman xirabiyê li Êzîdiyan jî bike, yanî Êzîdiyên nêzî xwe weke yên baş û yên li derveyî xwe û nexasim ên nêzî YBŞʼê û îdareya xweser a Şengalê weke yên xirab nîşan dide. Bi ya Çomanî peyman dewama qirkirinê ye û nikare demdirêj be. Çareseriya ew pêşniyaz dike jî xweseriya parêzgehî ya Şengalê ye ku bi vegera Şengaliyan û hilbijartinên azad û adil pêk bê.
Kemal Çomanî ji bo Iraqê dibêje, dewleteke şikestî yanî "failed state" û aktorbûna PDKʼê jî wiha şirove dike: "Li nava dewleteke weke Iraqê de serweriya xwe ji dest dayî, aboriya wê feşkilî, di warê siyasî de şikest xwarî, welatên cîran, ên herêmî û hêzên navneteweyî dest werdidin siyaseta navxweyî, sîstemeke demokratîk yan jî sîstemeke hikumraniyê ya baş li Iraqê nahêle hebe.
Di wê rewşê de ne ku tenê Hewlêr aktorekî siyasî ye; Bexda weke aktorekî miamele pê re dike."

Êzîdî bîrewer bûn bibin hêz

Çomanî bi bîr dixe ku piştî fermana 3ʼyê Tebaxa 2014ʼan "Hêzeke PKKʼê û yeke YPGʼê karî hejmareke mezin a Êzîdiyan rizgar bikin" û wiha dewam dike: "Ev bû cara yekê ku Êzîdiyan hest bi hebûna xwe kir, bi wî awayî ku ev cara yekê bû ku hêzekê bi Êzîdiyan re kar kir ku weke miletek, civakek, weke insan miamele bi wan re kir. Herçî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKʼê ne, wan timî miameleya welatiyên pileya duyem bi wan re kir. Piştî xiyaneta PDKʼê li wan kirî û ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew timî ji bîr kirin, Êzîdî bîrewer bûn ku xwe bi quwet bikin û hêzê ji hêzeke din bigirin. Ev hêz jî ji bo wan îdeolojiya PKKʼê bû. Hem ji ber ku PKKʼê ew rizgar kirin û hem jî îdeolojiya PKKʼê weke Êzîdî, Êzîdî qebûl dikirin. Ev cara yekê ye ku hêzeke Kurdî di nava Êzîdiyan de cih digire, bi qewet e û milet jê hez dike. Ji ber wê ye ku PDK naxwaze bi ti şêwazî hêzên nêzîkî PKKʼê yan jî Êzîdiyên nêzîkî PKKʼê li Şengalê hebin. Ji ber ku ev dike ku azadiya Êzîdiyan hebe, bîreweriyeke Êzîdî hebe û berjewendiyên Êzîdiyan û diyaneta Êzîdî li pêş berjewendiyên din bin. PDK ji ber wê jî dixwaze çawa dibe bila bibe, vê hêzê ji wir derxe."

Çima ileh navê PKKʼê?

Min ji rojnamevan Kemal Çomanî pirsî ka çima ileh navê PKKʼê di nava peymanê de hatiye hildan, wî jî wiha li min vegerand: "Min karî bi çavkaniyên xwe yên li Bexdayê bidim piştrastkirin; PDKʼê bi xwe xwestiye navê PKK di nava peymanê de be. Ji bo Iraqê ti meseleya PKKʼê nebû li deverê. Ji ber ku hêza YBŞʼê ya ku jê re dibêjin nêzî PKKʼê, fermî ye li cem Iraqê. Lê belê PDKʼê ev xwestiye, hem ji bo Tirkiyeyê razî bike û hem jî ji bo ku li dijî PKKʼê û li dijî xelkê Êzîdî bi kar bîne."
Bi ya Çomanî, ya "Ji bo PDKʼê girîng ew e ku ew îdareya li Şengalê dirust bûye, nemîne. Ji bo wê ne muhim e, ew bi xwe vegere Şengalê. Yanî ew dixwaze rêveberiya xweser a demokratîk a ku YBŞ beşek jê ye, nemîne. Bêhtirî nîvê Êzîdiyan di bin kontrola PDKʼê de ne, Laleş di bin kontrola PDKʼê de ye. PDK jî weke Tirkiyeyê ye. Çawa Tirkiye penaberên ji Sûrî li dijî Ewrûpayê weke sîleh bi kar tîne, PDK jî ji 2016ʼan ve penaberan weke sîleh bi kar tîne."

Xirabiya herî mezin çêkirina Êzîdiyê baş û xirab e

Li ser pirsa "Gelo ev peyman li xêra herêma Kurdistanê ye yan na?" ew dibêje, "Bi ya min na, ji ber ku peyman a PDKʼê ye. Nabe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê YBŞʼê weke dijmin bibîne. Halê hazir weke dijmin dibîne. Lê nabe hikûmet bi çavê Êzîdiyên baş û xirab li Êzîdiyan temaşe bike. Tiştekî gelekî xirab heye ku PDKʼê kir. Ew jî ew e ku beramberî siyaseta navdewletî de got, Kurdê baş û Kurdê xirab heye. Niha PDK wê tercûme dike bi ser Êzîdiyan de jî: Ew Êzîdiyên bi me re ne, Êzîdiyên baş in, yên ne li gel me ne, yan jî li gel PKKʼê ne Êzîdiyên xirab in. Wekî din rewşeke pirr xirab e ku PDK gotinekê jî li ser milîsên Şîî nake, lê tenê dijminatiyê li gel YBŞ dike."

Çareserî nûneriya Êzîdiyan bi destê Êzîdiyan e

Hizrên xwe yên li ser Şengalê û çareseriya milmilane û berberiya heyî ew wiha îfade dike: "Şengal diyardeyeke nû ye. Ew çawa be, divê mirov wisa lê binihêre û wisa jî miamele pê re bike. Em di qonaxa piştî qirkirinê de ne. Çi hêz hebe li deverê, divê armanca wan a herî sereke kewandina birîna Êzîdiyan, çareserkirina trawmayan, dîtina windahiyan û cezakirina sûcdarên qirkirinê be.
Divê piştî 2014ʼan êdî PDK hikumraniyê li Şengalê neke; hikûmeta Bexdayê jî bi heman şêweyî. YBŞ her wiha PKK, rast e wan ji 2014ʼan heta bi niha ew mintiqe parast û qurbanî dan. Lê bi ya min divê ew jî bizanin ku Êzîdî hemû ne li gel wan in. Divê hemû bi hev re kar bikin û hemû hevdu qebûl bikin. Ya girîng ew e ku ev peymaneke demkî ye heta bi hilbijartineke azad û adil li navçeyên Êzîdiyan, da ku ew karibin bi xwe nûnerên xwe hilbijêrin, pirsgirêkên wan çareser bikin.
Lewma di vê peymana li ser Êzîdiyan û li ser mintiqeyên wan de hikûmeta Iraqê, ya Hewlêrê, Neteweyên Yekbûyî beşdar bûne, bi piştevaniya Tirkiye, Emerîka, Fransa û Ewrûpiyan. Kes ji Êzîdiyan beşdarî wê nebûye. Ev bi rastî dewamkirina qirkirin û çewisandina Êzîdiyan e, bi ti şêwazî jî xizmetê li demokrasî, hikumraniya baş û hilkirina pirsgirêkan nake.
Ji bo Êzîdiyan û herêma Nînova ya ku lê Xiristiyan, Şebek û gelek hindikahiyên din lê hene, bi ya min lazime xweserî hebe, çawa ku Helebce kirin herêmeke serbixwe. Bi vî awayî hêdî hêdî Êzîdî xwe bi xwe karibin nûneriya xwe bikin. Pêdiviyeke zêde ya Êzîdiyan û navçeyên wan bi xizmetguzarî û avadankirinê heye. Ev jî bê ewlekariyê nabe. Mixabin bihevqebûlnekirinê jî îstîqrara pêwîst çênabe."

 

Kerkûk mesela YNKʼê ye

Li gorî Çomanî tesîra peymanê wê zêde li ser Kerkûkê nebe, "Ji ber ku YNK li Kerkûkê bi qewet e û ti mişkilyeke mezin a YNKʼê ya mezin bi Bexdayê re nîne. Tenê mesele vegera pêşmerge û hevkariya pêşmerge û artêşa Iraqê maye. Niha mesela girîng li wir parêzgarê Kerkûkê ye, ka kî wê bibe parêzgar. Ev jî elaqedarî hilbijartinên siberojê yên Iraqê ye. Heger di hilbijartinan de Kurd karibin dîsa bibin hêza yekem, dîsa parêzger wê bibe Kurd û ew dikare biryaran li gorî berjewendiyên Kurd bide. Herçî xala 140 a destûrî ye, êdî ti karîgeriya wê li ser siyaseta Iraqê nîne."

 

YBŞ weke hêza eskerî dimîne

Kemal Çomanî peymanê şirove dike û dibêje, ew pêş nabîne YBŞʼê bi temamî ji Şengalê derxe "Niha li Şengalê ji bilî YBŞʼê, hêzên milîs û artêşa Iraqê jî hene. Li gorî peymanê herçî polês, polêsê federal û artêşa Iraqê û hêzên ewlekariyê ne, ew ê asayîşa Şengalê di dest xwe de bigirin. Herçî YBŞ ye diyar e wê erka wê biguhere. Niha li nav bajêr jî heye. Ez bawer nakim li nav bajêr bimîne, tenê dikare bimîne, heger bibe beşek ji hêzên Iraqî. Niha ji wan kesên ji kampan vedigerin Şengalê, wê hêzeke ji 1500 kesî ya asayîşê bê çêkirin, û ev kes nêzî PDKʼê ne. Lê di warê eskerî de yên ku Şengalê diparêzin, dîsa wê YBŞ, li aliyê sînorê Başûrê Kurdistanê PDK, li deverên din artêşa Iraqê bin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.