PDK wê bibe felaket
În 10 Hezîran 2022 - 22:24
- Karamûs: Eşkere bû ku PDK di hevkariya xwe de paş ve gavê naavêje. Bangawaziya me ji rêxistin û partiyên Kurd re ew e ku bi awayekî lezgîn hevdîtinekê bikin û karibin li hemberî hevkariya PDK'ê bisekinin. Rêkeftineke wisa ji me re pêwîst e. Em dereng dimînin.
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, got, ihtîmala tevlibûna PDK'ê ya nav şerê dagirkeriyê wê bi xwe re xesareke mezin bîne û got, "Tevlîbûna hêzên PDK'ê ya bi hêzên dewleta Tirk re hevkariyeke stratejîk e. Desketiyên gelê Kurd bi ti rengî di vê hevkariya stratejîk de nînin. Heger desketiyek tê de hebe, ev desketiyeke şexsî û ya binemala Barzanî ye."
Tirkiyeyê di 17’ê Nîsanê de bi alîkarî û piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zê (Zap), Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê ya Federe êrişeke berfireh da destpêkirin. Li herêma şer heta niha bi ti awayî bipêşketineke dagirkeran çênebûye. PDK-AKP li herêmê lawaz dibin, ji her derfeta xwe ya teknîkî sûdî werdigirin. Tevî vê jî encam ne bi dilê wan e û vê carê jî dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin. Heta niha di bikaranîna van çekên kîmyewî de 8 endamên HPG'ê şehîd bûne. Di heman demê de tê gotin ku PDK wê di demên pêş de bi awayekî fîîlî tev li şer bibe. Ajansa Mezopotamya (MA) bi Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmet Karamûs re li ser encamên muhtemel ên vê tehlûkeyê peyivî.
Berxwedanê hesabên wan xira kirin
Karamûs got, "Ev şerekî stratejîk e. Dewleta Tirk bi endamtiya xwe ya bloka NATO'yê dixwaze di vî şerî de encamekê bi dest bixe. Heger tevahiya Başûrê Kurdistanê nebe jî, dixwazin herêma Behdînanê bixin bin kontrola xwe. Ji bo ku dewleta Tirk di vê hêlê de bi ser bikeve, piştgiriya hin dewletan distîne. Lê belê tevî hemû derfetan jî ti encameke berbiçav bi dest nexistiye. Bi berxwedaneke bêhempa re rû bi rû ne. Di demên dawî de hêzên cuda cuda tev li vî şerî dike. Ew hêzên ku dibêjin cerdevan, cihadîst ku di bin kontrola wan de dem bi dem li wê herêmê tev li nav şer dike. PDK di van du salên dawî de bi şêwaz û rêngên cuda piştgiriyê dide van êrişan. Di demên dawî de li gorî daxuyanî, helwêst û planên wan, wisa dixuye ku bi fîîlî tev li şer dibin. Jixwe, heta niha hêzên PDK'ê li deverên şer hene hem bi riya lojîstîk û hem jî bi riya îstîxbarî bi şêwazên cuda piştgiriya şer dike. Di demên dawî de ji daxuyaniyên ji Başûrê Kurdistanê xuya dibe ku PDK bi zexta dewleta Tirk deverên ku şer diqewime dorpêç dike. Dema ku mirov vê rewşê li ber çavan digire, bi şik û metirsîdar rewşeke cuda derdikeve holê."
Tirk lawaz dibin Kurdan bi kar tînin
Karamûs bal bire ser tevlibûna PDK'ê ya şer û got, PDK wê di vî şerî de zirarê bike û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk di vî şerî de ti encamê nagire. Tevlibûna PDK'ê ya vî şerî wê zirareke mezin bide tevgera Kurd û desketiyên gelê kurd. Ev metirsîdariyeke mezin e. Deskeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê jî wê zirareke gelek mezin bibînin. Tevlibûna hêzên PDK'ê ya bi hêzên dewleta tirk re hevkariyeke stratejîk e.
Desketiyên gelê Kurd bi ti rengî di vê hevkariya stratejîk de nînin. Heger desketiyek tê de hebe ev desketiyeke şexsî û ya binemala Barzanî ye. Ji ber wê, ev şer wê bibe şerekî gelekî giran. Her cara dijmin qels dibe, destê xwe dirêjî hin kom, hêz û yan jî eşîran dike û dixwaze Kurdan bike hevkarê xwe. Me weke KNK beriya niha jî li dijî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re helwêsta xwe nîşan da. Hevkariya PDK'ê ya li gel dewleta Tirk bi tu awayî nayê qebûlkirin. Heger PDK bi vî rengî tevbigere, di şerê stratejîk de aliyekî nû wê dest pê bike. Di vî şerî de jî wê herî zêde gelê kurd zirarê bibîne. Bêgûman dê gelê Kurd di dîrokê de jî wê wan bi ti awayî efû neke."
Divê em hemû bibin yek
Karamûs nerazîbûn û helwêsta beramberî vê hevkariya PDK´ê bi dewleta Tirk a dagirker re jî wekî kêm rexne kir û paşê got, "Hêzên ji derveyî PDK'ê pêwîst e bi awayekî lezgîn bicivin û li ser vê mijarê bigihin rêkeftinekê li ser esas û bingehê neteweyî da ku karibin xwe û desketiyan biparêzin. Daxuyanî lawaz in. Pêwîst e ku ew partiyên ku li dijî vê hevkariyê ne bi awayeke lezgîn bicivin û sînorekî deynin. Ji ber ku ew desketî, ne yên binemalekê tenê ne. Ew desketiyên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Divê em hemû bibin yek. Tişta ku îro pêwîst ev e."
Karamûs hişyar kir ku heger niha zend û bendan venemaliun, dibe ku dereng bibe: "Eşkere bû ku PDK di hevkariya xwe de paş ve gavê naavêje. Bangawaziya me ji rêxistin û partiyên Kurd re ew e ku bi awayekî lezgîn hevdîtinekê bikin û karibin li hemberî hevkariya PDK'ê bisekinin. Rêkeftineke wisa ji me re pêwîst e.Wextê me roj bi roj kêm dibe û em dereng dimînin."