PDK nikare rastiya xwe veşêre

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:16

Li navenda Şengalê bi beşdariya gelek Endamên Ragihandina Azad a Şengalê têkildarî revandina rojnamevan  Silêman Ehmed daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî Argeş Şengalî ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de behsa binpêkirinên azadiya raman û rojnamevanî li Herêma Kurdistanê hate kirin:“Girtîgehên Hewlêr û Dihokê tijî bûne bi rewşenbîr, azadîxwaz, welatparêz û rojnamevanên Kurd. PDK Behdînan û Hewlêrê bi temamî ji dezgehên ragihandinê yên li gorî pîvanên welatparêziyê kar dikin, azad û rexnegirin re girtiye, tenê rê dide yên li gorî berjewendiyên wê weşanê dikin. Heya niha gelek rojnamevan li herêmên dibin kontrola PDK’ê de hatine qetilkirin. Rojnamevan Soran Mame, Serdeşt Osman, Şûkrî Zeynedîn û Wedat Hisên li Dihok û Hewlêrê hatine qetilkirin, Nûjiyan Erhan jî li Şengalê bi destê wan hate şehîd kirin. Herî dawî hevalê me yê rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hate revandin. Tevî bangawaziya beşeke zêde ya sazî û dezgenên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê, Rêveberî û ragihandina Rojavayê Kurdistanê, dezgehên ragihandinê yên biyanî û Iraqî di dîl girtina wî de israr dike û guhê xwe ji hemû bangawaziyan re girtiye. Dayîka Silêman Ehmed tevî gelek caran bang li desthilata PDK’ê dike jî, xwe li beramber dengê dayîkê bêdeng dikin. Lê PDK destûrê dide, ragihandinên dijmin ên ji gelê wî re dibêjin, ‘teror’ û heqaretê lê dike. Em weke ragihandkarên Êzidî yên Şengalê ev zilma PDK’ê ya li Herêma Kurdistanê li dijî hempîşeyên me û bi taybet jî li hevalê Silêman Ehmed dike, şermezar dikin. Ew ê bi qetilkirin, girtin û revandina rojnamevanan nekarin ragihandina azad bêdeng bikin û rastiyan veşêrin. Ev pêkanînên dij demokratîk ên PDK’ê wê dawî li desthilata wê bîne û çiqas hewl bide rastiyê veşêre jî wê nekare. Di serî de ji bo hevalê me Silêman Ehmed, em banga serbest berdana hemû hempîşe û azadîxwazên li girtîgehên PDK’ê de dikin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.