PDK hilbijartinê didize
Çarşem 22 Îlon 2021 - 01:10
- Çavkaniyên ji Dihok û Zaxoyê radigihînin ku PDK wê li Dihok, Zaxo û Kampên Girêgewrê û Misrûkê di hilbijartinan de hîleyeke mezin bike. Ew ê bi penaberan deng bide dayîn û heger ew deng nedin PDK´ê jî wê kartên wan ên penaberiyê ji wan bistîne. Yekane rêya pêşgirtina li vê yekê jî çavdêriya partiyên siyasî û komîsyona hilbijartinê ye.
BARZAN ZAXOYÎ / ZAXO
Li Iraqê hilbijartinên pêş wextê xwe yên parlamenê wê di 10’ê Cotmeha 2021’ê de werin lidarxistin. Ji bo hilbijartinê 21 heypemanên ji partiyên siyasî û rêxistinan, hinek partiyên siyasî û gelek namzetên serbixwe navên xwe qeyd kirine û ji aliyê Komîsyona Bilind a
Hilbijartinê ve hatine erêkirin.
Propagandaya ji bo hilbijartinan dest pê kiriye û niha her partî û namzet ji bo xwe li meydanan e. PDK jî weke her carê, vê carê jî bi rêya gef û zextan, dixwaze namzetên xwe bi ser bixe.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nava Dihokê ku bi xwe jî wê ji ber gefa PDK’ê dengê xwe bi kar bînin, PDK ji niha ve navê dengdêrên penaber ên ji Kurdên Bakur û parçeyên din hemûyan dinivîsîne.
Nav hemû nivîsandin
Beriya 4 rojan, endamên PDK’ê li Dihok, Zaxo û bi taybetî jî li nava wargehên Misrûkê û Girêgewrê geriyan û navê hemû dengdêran nivîsandin.
Li gorî heman çavkaniyên bawerî bi wan tê, PDK navê kesên ku temenê wan ji bo dengdanê lê ye, nivîsandiye. PDK´ê kartên dengdanê jî hemû amade kirine û ew kart hemû niha li gel wê bi xwe ne. PDK wê di hilbijartinan de ji bo serketina xwe, li ser navê van penaberan, deng bi kar bîne.
Kart di destê Parastinê de ne
Kesên ji rojnameya me re axivîn û em navê wan li vir eşkere nakin, dan zanîn ku Dezgeha Parastinê ya PDK’ê navê wan hemû li cem xwe nivîsandine û wiha peyivîn: “Jixwe, li ser navê me ji Komîsyona Hilbijartinê kartên dengdanê hatine. Lê kartên me yên dengdanê hemû di destê PDK’ê de ne û ew ê dengê me bi kar bînin. Li van herêman, ger kesên hemwelatiyên Iraqê dengê xwe bi kar neynin, em ê li şûna wan bi kar bînin. Yanî bi darê zorê, wê me bibin ser sindoqan û em ê li şûna Iraqiyên ku dengê xwe nedane, deng bidin PDK’ê.”
Ya balkêş ew e ku kesên ku dengê xwe bi kar bînin, wê di bin çavdêriya PDK’ê de dengê xwe bidin. Çavkaniyan ragihand ku dema ew dengê xwe bi kar bînin, PDK wê bizane wan dengê xwe daye kê. Ji bo vê, di bin zor û gefa PDK’ê de ew mecbûr in dengê xwe tenê bidin namzetên PDK’ê.
Li şûna Iraqiyan jî deng didin
Heman çavkaniyan derbarê hîleyên PDK’ê ên li Dihok, Zaxo, kampên Girêgewrê û Misrûkê de got; “Em ê li şûna Iraqiyan jî dengê xwe bi kar bînin, jixwe ti şansekî me yê din nîne. Her yek ji me dikare gelek caran dengê xwe bi kar bîne. Jixwe ofîs di destê PDK’ê de ye.
Her kesê ku temenê wan guncaw be ji bo hilbijartinê û dengê xwe nede PDK’ê, wê were girtin. Ev bi rojane PDK´ê tirsek mezin xistiye vê herêmê, bi gefên cuda malbatan tehdît dike da ku dengê xwe bidin wê.”
PDK ji tirsa zilmê dike
Di dewamê de çavkaniyan îşaret bi wê yekê kir ku kesên dengê xwe bi kar neynin, wê îqame û formên Neteweyên Yekbûyî ji wan werin standin. Wan her wiha got, PDK gelekî ditirse, ji bo vê di van rojan de liv û tevgereke zêde ya ji bo hilbijartinê heye.
Heman çavkaniyan bi rêya rojnameya me bang li partiyên Iraqê, Herêma Kurdistan û Komîsyona Hilbijartinê kir, da ku li herêma Behdînanê çavdêriya hibijartinê bikin. Çavkaniyan da zanîn ku divê ji niha ve partiyên Kurdî hemû li dijî van hîleyên PDK’ê xwedî helwêst bin.
951 namzetên jin
Li Iraqê hilbijartinên pêş wextê xwe yên parlamenê wê di 10’ê cotmeha 2021’an de werin lidarxistin. Ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamena Iraqê 3 hezar û 247 namzet hatine qebûlkirin. Hejmara namzetên jin 951 e.
Li ser navê 21 hevpeyman, partiyên siyasî û kesên serbixwe bi giştî 3 hezar û 247 namzet dikevin hilbijartinê û tenê 951 ji wan jin in. 24 milyon hilbijêr jî wê li 82 herêmên 18 parêzgehan deng bidin.
Li Iraqê bi giştî 18 parêzgeh hene û ew di nava xwe de wekî herêm hatine dabeşkirin. Parêzgeha herî mezin Bexda ye û wekî 17 herêman hatiye diyarkirin.
Herêma Federal a Kurdistanê ji 3 parêzgehên di asta federal de qebûkirî pêk tê, û ew jî li gorî qanûna hilbijartinê hatine dabeşkirin.