PDK'ê lêkolîn asteng kirin

Şemî 14 Çile 2023 - 00:10

Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li kantonên St. Gallen û Ticino yên Swîsreyê hatin şermezarkirin. Ji bo kampanya maskeyên gazê jî bang li xelkê hat kirin da ku destekê bidinê.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, li kantonên St. Gallen û Ticino yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin. Hate ragihandin ku dewleta Tirk sûcê şer dike û bang li raya giştî hate kirin da ku dengê xwe li dijî dewleta Tirk bilind bike.

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, Koma Piştevaniya Kurdistan û Sûriyeyê çalakiyek li dar xist û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, bi vî rengî sûcê li dijî mirovahiyê dike.

Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Nîlufer Koç, Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Swîsreyê û Serokê Şaxê Swîsreyê yê IPPNW Dr. Peppe Savary weke qiseker tevlî çalakiyê bûn. Di semînerê de nîqaş li ser bikaranîna çekên kîmyewî hate kirin.

Dr. Peppe Savary anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û qala serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê kir; hingê Dr. Jan van Aken ê Elman jî pê re bû. Savary got, "Hin endamên heyetê yên bi me re hatin li Frankfurtê û hinek jî li Balafirgeha Hewlêrê aliqîn. Em çûn heta Amediyê, lê em jî li wir asê man. Hikûmeta Herêmî ya Kurd nehişt ku em derbas bibin. Ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re nehişt. Li Amediyê hin mirov hebûn ku ketibûn bin bandora gazên kîmyewî û walî nehişt ku em wan mirovan bibînin."

Dr. Savary têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker got, wan hemû dîmen û belgeyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji Rêxistina Pêşîgirtina li Çekên Kîmyewî (OPCW) û saziyên peywendîdar re şandiye.

 

Kurdan gav bi wan dan avêtin

Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Nîlufer Koç jî got, dewleta Tirk ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî xurt dibe û daxuyaniyên heta niha, gavên hatine avêtin di encama çalakiyên Kurdan û dostên wan de pêk hatine. Nîlufer Koç xwest her kes li ber sûcê dewleta Tirk ê bi çekên kîmyewî dengê xwe bilind bike.

 

Maskeyên gazê ji bo gerîlayan

Di çalakiyê de bang li xelkê hat kirin da ku destekê bidin kampanya maskeyên gazê ji bo gerîlayan.

Li bajarê Ticino yê Swîsreyê bi pêşengiya Kolektîfa Jinê ya Jiyan û Komîsyona Têkiliyên Derve ya Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne. Dr. Peppe Savary û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya CDK-S'yê Ahmet Yaman tevlî civînê bûn.

Ahmed Yaman got, piştevanî her tim girîng e û xwest xelk destekê bide kampanya maskeyên gazê ji bo gerîlayan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.