PDK'ê ji eşîra Rêkanî kesek kuşt

Çarşem 27 Cotmeh 2021 - 23:02

  • Hêzên PDK’ê Wezîr Tayîp Rêkanî qetil kir û ji welatiyekî din jî ti agahî nayên wergirtin. PDK’ê destûr neda ku malbata Rêkanî sersaxiyan qebûl bike û konş sersaxiyê vede. Ciwanên Şêladizê jî bi dauyaniyekê got, ew ê bersivê bidin.

Hêzên ser bi PDK'ê, li Şêladizê gule berdan xelkê deverê û kesekî sivîl qetil kirin. Li gorî xelkê deverê, hêzên çekdar ên ser bi PDK'ê li Geliyê Balindê yê Şêladizê gule berdan Wezîr Tayîp Rêkanî û kesekî din ê ku navê wî nehat zanîn. Ev êriş li devereke wisa qewimî ku PDK’ê ji bo dor li gerîlayên Azadiya Kurdistanê bigire, lê hêzên xwe bi cih kirine. Ji ber wê mirov bivênevê dipirse, gelo sedem ne hevkariiya PDK’ê bi dewleta Tirk re ye.

Hêzên PDK’ê 26'ê Cotmehê bi şev êrişî du welatiyan kir. Her du sivîlên çûn nuqteya kontrolê ya parêzvanên sînor ên PDK’ê, ketin ber êrişa çekdarên PDK’ê.

Ji ber êrişa hêzên PDK'ê Wezîr Tayîp Rêkanî jiyana xwe ji dest da. Agahî ji hevalê wî nayê wergirtin. Wezîr Tayîp ji eşîra Rêkanî ye ku PDK’ê gelek caran doza hevkariyê lê dike. 

Wezîr Rêkanî jî xizmê yekî ji berpirsyarên PDK'ê, Haşim Sîteyî ye. Ew ji bo çêrandina pezê xwe çû Geliyê Balindê û nêzî nuqteya kontrolê bû. Jixwe hingê bû hedefa êrişa çekdarên PDK’ê.

Li gorî agahiyên ji xelkê deverê, hêzên PDK'ê bêyî hişyar bikin, yekser gule li Rêkanî û hevalê wî reşandine û gule li mil û serê Wezîr Tayîp Rêkanî ketine. Wezîr Tayîp Rêkanî bi xwe jî pêşmerge ye û ji bo çêrandina pezê xwe li deverê bû.

Destûr nedan ku sersaxî bên qebûlkirin

Cenazeyê Rêkanî hate veşartin û lê PDK'ê destûr neda ku malbata Rêkanî konê sersaxiyê vede. Muxtarê gundê Sîteyê li ser fermana PDK’ê, bi peyameke nivîskî ragihand, wê konê sersaxiyê ji bo Wezîr Tayîb Rêkanî neyê vedan. Lê di daxuyaniyê sedema nedanîna konê sersaxiyê ne hatiye gotin.

Di malpera Facebookê ya bi navê Meclîsa Ciwanan a Şêladizê de jî peyameke ku PDK’ê hişyar dike hat weşandin: "Em van êrişan qebûl nakin û şermezar dikin. Divê were zanîn ku ev êrişên asayîşa PDK'ê wê bêbersiv nemînin." 

Gelo encama dorgirtina li gerîlayên Kurdistanê ye?

Dewleta Tirk bi xwe heta niha gelek Kurdistanî li Başûr qetil kirin. Kuştina vî welatiyê ji eşîra Rêkanî jî dibe ku encama hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re be. Li ser daxwaza dewleta Tirk PDK ji mêj e ku xetên sînor û deverên nêzîkî Herêmên Parastinê yên Medyayê li xelkê digire. Ew her wiha hewl dide deverên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî ji hev qut bike. Herî dawî li Xelîfanê 28 û 19’ê Tebaxê hêzên PDK’ê kemîn danîbûn pêşiya 7 gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Di encamê de herî kê 5 gerîîla şehîd bûn, yek dîl ket destê hêzên PDK’ê û yekî jî karî xwe bi birîndarî bigihîne cem hevrêyên xwe. Vê helwêsta PDK’ê bi awayê herî provokatîf xwe Nîsana 2020’an li Zînê Wertê nîşan dabû û heta niha jî dewam dike. Nuqteya li Zînê Wertê bi armanca dorgirtina li Garê bû ku dewleta Tirk Sibata îsal lê şikesteke mezin a leşkerî xwar.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.