Payîz û li ser bêhntengiya “hunermendan”

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 9 Cotmeh 2022 - 22:12

  • Payîz e, payîza xuravî li min û we dike gazî û werand wê xemla dara mazî. Payîz demeke welê ye ku îşaret bi dema beriya xewa giran dike.

Payîz e, payîza xuravî li min û we dike gazî û werand wê xemla dara mazî.

Payîz demeke welê ye ku îşaret bi dema beriya xewa giran dike. Ew xewa ku xweza jî êdî ber nade û li mirov tenê deriyê xêra bênderên payîzê vekirî dimîne; axir mirineke sar e, lê li jiyanê bibar e. Helbet ne ji bo me mirovên vê serdemê.

Em ne yên gundan in û gund ne yên berê ne. Lê alegoriya payîzê weke dema beriya mirinê, xwe bi her awayî di hestên me de dide der. Herçî Botî û Hekarî ne, jixwe yên wan payîzokên wan jî hene û qet guman jê nîne, “jihevqutbûnê” weke elameta mirinê derdixe pêş. De ne wexta zozanan diqede û wext êdî ya veqetînê ye. 

Ev alegoriya hanê di edebiyata modern de jî tevî ku bi pirranî bajarî ye, dide der. Di roman, helbest û hunerên plastîk de jî. 

Lê payîz ji bo me Kurdan ji vê û wêde manebarkirî ye. Bêbextiya navneteweyî ya 9´ê Cotmehê ya ku pê, pêvajoya êsîrkirina Ocalan dest pê kir, êdî vê payîzê herî zêde diyar dike. Peymana 9´ê Cotmehê ya ji bo qirkirina Êzîdiyan, êrişa li gara Enqerê ya 10´ê Cotmehê û gelekên din. Niha mirov rabe û pê dakeve, ka ev bûyerên hanê, çawa ku tesîr li civaka Kurd kirin, gelo di berhemên hunerî yên Kurdan de cihê xwe girtin, gelo çi wê derkeve ber mirovî?

Rojevên civakan, xwe di berhemên wan ên hunerî û hizrî de didin der. Gava stranbêjên Şengalê kite bi kite, gotin, kirin, hawar, şer û berxwedana Şengalê li dijî seferên fermanê, seferên qirkirinê digotin, wan serê xwe bi rojeva civaka xwe diêşand. Bi heman rengî gava ku em berê xwe didin kilam û stranên deverên cihê em dibînin ku ew bi rojevên civaka xwe daketine. Wan bûyer, kesayet, mekan û diyalog kite bi kite gotine. Ez nabêjim, objektîf in, subjektîf in, rast in, şaş in! Nexêr, ez dibêjim, pê daketine. Yanî bi xweşî, şînî, cejn û trawmayên civaka xwe daketine û ew bûne huner, hizr û bîra wê civakê û nifşên wê yên paşê.

Baş e, payîza me ya heyî çiqasî kariye xwe di huner, hizr û bîra me ya îro de bi rêya hunermend, rewşenbîr, hizirkarên me yên îro de cihê xwe bigire. Lê ev mirovên ku divê bêhna wan fereh be, dikarin li mekanên dijminên xwe derkevin ser dikê, dikarin ji bo rêyên asîmîlekirina miletê xwe dikarin bibin asfalt, lê nikarin xwe li rexneyekê rakin. Bi gotina amî, sîrek jî di wan re naçe. 

Sedemên vê helbet hene. Ew li aliyekî xwe ji Kurdan dihesibînin. Kurd jî weke miletekî bindest, zilm lê dibe. Ciwanên Kurdan gava li ber vê zilmê serî hildidin, canê xwe feda dikin, ew ne razîbûna xwe ji halê civaka xwe îfade dikin. Herçî çînên navîn û joriya navîn ên civaka Kurdan in, ew dixwazin bi halê heyî jê bixwin. Gava ev nabe, ji ku bixwin ne xema wan e û lazim be dev diavêjin wan ciwanên ne razî û tevgerên wan jî. Ew hunermendên min li jor çêl li wan kir jî di nava vê çînê de ne. Bivênevê, kêmbûna esabiyeta miletbûna Kurdan herî zêde li cem wan heye. Haya wan jî ji vê heye û bi narsîsîzmeke ecêb, ji xwe pê ve her kesî kêm dibînin û êrişkariyeke wan a ecêb û bi kibreke pûç heye. Ha ew kibr dihêle ku sîrek jî di wan re neçe.

Bila hîç li qisûrê nenihêrin, ew çawa xwe azad hîs dikin ku bibin amûrên asîmîlasyona Kurdan, ciwanên Kurdan ên bi esabiyeta miletbûnê jî azad in wan rexne bikin û ya dilê xwe ji wan re bibêjin. Pirr aciz in, hêt pirr in, bila herin serê xwe li wan bixin.   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.