Parçeyek ji sînameya Kurd im

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Îlon 2020 - 23:00

Rojda Şekersoz ku yek ji derhênerên naskirî yên Swêdê ye. Li Dalarna ya Swêdê di 13 saliya xwe de bala wê diçe ser sînameyê.
Xebatên Şekersoz di 16 saliya xwe de dema ku koçî Stockholmê kir dest pê kir. Fîlmek kişand li ser jiyana rojane ya malbateke Kurd ku ji Kurdistanê koçî Swêdê kirî. Wê demê li Mala Çandê ya navenda bajarê Stockholmê pêşangeha wêneyan vekir, wêneyên ku li Kurdistanê kişandibû li pêşangehê danî.
Şekersoz got par biryar li ser daye ku xebatên xwe yên siyasî jî bi rêya hunerê bide û got, ''Ji ber ku huner mayinde ye, tine nabe. Ji ber vê ez ê hewl bidim ku peyamên xwe bi hunera xwe bidim.''
Şekersoz diyar kir ew ji nêz ve sînameya Kurd dişopîne û van demên dawî Kurd fîlmên baş çêdikin û got, ''Çêkirina fîlman pir biha ye. Derfetên sînameya Kurd nîne lê ji bo ku em di nav fîlmên cîhanê de cih bigirin divê em bibin profesyonel. Lê bêhtir biyanî nexasim Rojavayî fîlmên têkilî Kurdan çêdikin. Van demên dawî têkilî Rojava fîlm hatin çêkirin. Ez li gel ku têkilî Swêd û Rojavayiyan fîlman çêdikim jî xwe weke parçeyekî ji sînamaya Kurd dibînim.''
Şekersoz got ew lê difikire ku fîlmê bi mijara Kurdistanê çêke û got, ''Niha lêkolînê dikim. Senaryoyê dinivisim. Mijara fîlm wê jineke Kurd be ku li Swêdê dijî û ji bo ku têbikoşe dixwaze ji Swêdê koçî Bakurê Kurdistanê bike.''

MURAT KUSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.