Parçê roketê li satelîtê ket

În 20 Tebax 2021 - 23:21

Parçeyê roketa Rûsî li satelîta Çînî ket. Adara bihurî Hêza Fezayî ya DYE´yê Tabura wê ya 18´an a Kontrola Fezayê (18SPCS) dabû zanîn ku satelîta eskerî ya Çînê Yunhai 1-02 ji hev de ketiye. Ev satelît hîna nû Îlona 2019´an li dora dinyayê hatibû bicihkirin. Hingê nedihat zanîn ka çi qewimiye.

Niha eşkere bû ku parçeyekî mezin ê ji roketeke Rûsî li satelîta eskerî ya Çînî ketiye. Astrofizîkvan û şopînerê satelîtan Jonathan McDowell ev yek îsbat kir.

Şemiya bihurî (14´ê Tebaxê) 18SPCS katalogeke çavdêriyên fezayî weşand û di wir de McDowell li wir têbîniyek dît ku dibêje, obje 48078, 1996-051Q: 'li satelîtê ket.' Ev awayekî nû yê têbîniyê bû. McDowell dît ku obje 48078 parçeyekî ji roketa Zenit-2 ye ku satelîta îstîxbaratê ya Rûs Tselina-2 Îlona

1996´an li dora dinyayê bi cih kiribû.

Li hevketina parçeyan jî niha kêm be jî, siberojê evê zêde bibe. McDowell dibêej, "Lihevketin li gorî kareya hejmara tiştên li fezayê zêde dibin. Yanî heger satelîtên li fezayê ji niha 10 caran bêhtir bin, wê ji niha sed carî bêhtir parçe li wan bikevin."

Gelo encam wê bibe Sendorma Kessler yan na nayê zanîn. Li gorî vê, di encama lihevketina parçeyan de li dora dinyayê wê kemberek çêbe û em hew karibin derkevin derveyî dinyayê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.