Parastina sînoran hat bîra Iraqê
În 25 Mijdar 2022 - 01:20
Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêr li ser êrişên Tirkiyeyê û Îranê civiya û ji bo veguhestina hêzan li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê biryara danîna planekê da.
Encûmenê piştî civînê daxuyanî da, di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Encûmenê qala êriş û binpêkirinên Tirkiye û Îranê yên li ser sînorê Iraqê kir. Bi taybet ew bombebaranên ku li hejmarek deverên Herêma Kurdistanê pêk tên û dibe sedem ku welatî jiyana xwe ji dest bidin û ziyan bi mal û milkê wan bibe.”
Encûmena Asayişa Nîştimanî ya Iraqê biryar da ku planekê ji bo veguhestina hêzên xwe li ser sînorê Îran û Tirkiyê amade bike.
Li gorî agahiyan li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyan a ji bo parastina sînorê Iraqê di nava biryaran de bûye.
Li aliyê din li gorî vê biryarê parastina sînorê herêma Kurdistanê wê ji aliyê pêşmergeyan ve bê kirin. Her du aliyan li ser wê li hev kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN