M.ZAHÎT EKÎNCÎ
HAMBURG
Esther Bejarano sala 1924´an li eyaleta Saarlandê li bajarê Saarlouisê hat dinê. Di dema Naziyan de malbata wê ji hev belav dibe. Sala 1938´an jî miracaeta bavê wê ya penaberiyê ya li Zurîchê ji ber ku ne tam Cihû ye, hat red kirin. Malbata ku neçar dibistana xwe digire, berê xwe dide Berlînê. Gava ku Şerê Cîhanê yê Diduyê dest pê dike jî Esther Bejarano li kampeke êsîran a Ahrensdorfê tê êsîrkirin û weke karker li dikaneke gulfiroş bi zorê tê xebitandin. Nazî tevî gelek Cihûyên din dayika wê jî qetil dikin. Xwişkeke wê jî li kampa qirkirinê ya Auschwitzê Kanûna 1942’an tê qetilkirin. Naziyan, Esther jî piştre sala 1943´yan bir Auschwitzê. Li vir ew li kanên keviran dan xebitandin û wê ji kal û pîrên li kampê re muzîk jî dikir. Di Orkestraya Keçan a kampê de wê li akordiyonê xist. Ev koro hatibû çêkirin, da ku nîşanî Cihuyên hatine kampûê bidin, ka ew li cihekî çiwasî xweş in. Lê ew der kampeke mirinê bû, jixwe pirraniya Cihûyên kampê wê sax nefilitiyana. Esther Bejarano hêstirên çavan dibaramdin û li akordiyonê dida gava ku gelek Cihû li ber çavên wê dimirin.
Tevî 20 jinên din ên Cihû paşê ji ber nexweşiyê ew şandin kampa mirinê ya li Revensburgê û li vir bi darê zorê ji Siemensê re dan xebitandin. Li vir stêrka Cihûyan jê hat kirin û sêgoşeya sor a girtiyên siyasî pê ve hat kirin. Wê karî bireve û biçe devera Plau Am See û 31´ê Gulana 1945’an li Lübzdê yekîneyên Emerîkî ew rizgar kirin.
Çû Îsraîlê
Ji ber ku tenê bi ser wê ve bû, berê xwe da Îsraîlê, cihê ku xwişkeke wê lê bû. Esther Bejarano li vir dît ka Îsraîl çi tîne serê Filistiyan. Wê ev qebûl nekir û timî li cem têkoşîna miletê Filistînê cihê xwe girt. Ew li Îsraîlê zewicî û du zarok jê re çêbûn. Sala 1960´î ew çû Elmanyayê û li bajarê Hamburgê bi cih bû. Wê ji bo vê digot: „Min û mêrê min, me xwe hew li ber siyaseta Îsraîlê girt. Ev felaketek bû."
Wê sala 1986´an Komîteya Auschwitz a Komara Federal a Elmanyayê damezirand.
Elaqeya wê ji bo têkoşîna azadiyê
Esther Bejarano, çiqasî ji dest hat, faşîzm teşhîr kir. Elaqeya wê jî ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd hebû. Wê li pey xwe mîraseke mezin a têkoşînê hişt û di 96 saliya xwe de 10´ê Tîrmehê wefat kir.
Ji bo wê pêr merasîmeke cenaze hat lidarxistin. Xelk ji bo merasîmê çû Goristana Cihûyan a li Olsdorfê. Bi hezaran kes hazir bûn. Lê ji ber ku goristan piçûk bû, tenê kesên nêzî wê û nasên wê ketin nava goristanê. Di nava hezaran kesan de Kurdistanî jî hebûn.