Oxir be dostê Kurdan

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

În 4 Îlon 2020 - 19:00

  • Guhê xwe dida her gotina tê gotin, bala xwe dida her tişta li dora wî diqewimî û li deftera xwe dinivîsî.

Antropolog, teorîsyenê çalakgeriya çepgir û dostê tevgera azadiyê ya Kurdan David Graeber çarşema bihurî li Venedîkê wefat kir. Hevjîna wî Nika Dubrovsky nûçeya mirina wî di ser hesabên xwe yên medya civakî de ragihand, lê ti agahiyên li ser sedema wefata wî neweşandin.
David Graeber zarokê malbata ji çîna karker ên ku xwe bi xwe perwerde kiribû û ji rewşenbîran dihatin hesibandin li New Yorkê. David Graeber bi xwe ji bo xwe digot, ji 16 saliya xwe ve ew anarşîstek e. Hîna ew di lîseyê de bû bala wî çûbû ser xwendina hîyeroglîfên Mayayan. Jixwe, paşê wî yê Antropolojî li Zanîngeha Dewletê ya New Yorkê û li Zanîngeha Chicagoyê bixwenda. Wî gava ders li Zanîngeha Yaleyî dan, xwestin wî ji zanîngehê bavêjin; wî ji bo vê gotibû, dixwazin wî bavêjin, lê nikarin ji ber ku ew akademîsyenekî gelekî baş e.
Axir paşê wî yê li Londoan Scool of Economics heta bi wefata xwe bidana.
Min ew di serdana wî ya pêşî a Rojava de zivistana 2014´an nas kir. Guhê xwe dida her gotina tê gotin, bala xwe dida her tişta li dora wî diqewimî û li deftera xwe dinivîsî. Min jê pirsî çima kêliyekê westa xwe nade. Wî got, ew hez ji antropolojiyê dike û wiha dewam kir, "Hin mirov karekî dikin lê hez ji tiştekî din dikin. Ê min ez bi şans im, ez karê hez jê dikim dikim."
Wî hema welê ne tenê teorî kiribû, li Madagaskarê du salan di nava xelkê xwecihî de mabû ku ji dinya sermayedar qut bi meclîsên xwe yên civaka xwezayî xwe bi rê ve dibirin. Jixwe, vî aliyê wî yê pratîkê kiribû ku ew li bûyerên li dora wî diqewimin xemsar nebe. Di dema tevgera Occupy (Dagir bike) li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û gelek welatên rojavayî belav bûn, wî pêşengiya fikr û teoriya wê dikir.

Ne tenê akademîsyen bû

Di xwepêşandanên tevgera azadiyê ya Kurdan de ew li Londonê timî xuya bû. Nexasim jî di çalakiyên ji bo Rojava de. Jixwe Kurd wisa nas kiribûn û welê jî bûbû endamê wê heyeta akademîk ya ku tê de me hev sala 2014´an nas kir.
Gava ji Rojava vegeriya jî dostaniya wî ya bi Kurdan re xurttir bû.
Em lê eşkere mikur bên; gelek mirovên ku wê îro jî li welatên rojava hîç haya wan ji Kurdan û têkoşîna wan nebûya, bi xêra çalakgeriya wî û nivîsên wî, Kurd nas kirin. Lê wî jî Kurd nas kirin yên weke Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) yê ku di dema rizgarkirina Reqayê de gava ku bi karê çapemeniya YPG´ê radibû, 26´ê Îlona 2017´an di êrişeke DAIŞ´ê re şehîd bû. Hema piştî şehadeta wî, Graeber ji bo New York Timesê nivîsek nivîsî û ji bo Fîraz Dag got, "Demokrasî li Sûrî mumkin e. Hevalê min zanî çawa."
Di hevpeyvînekê de gava ku wî behsa vê serdana Rojava dikir, şerê navxweyî yê Spanyayê bi bîr dixist: "Bavê min li Barselonayê bû gava ku bi prensîpên anarşîst dihat birêvebirin. Wan tenê karmendên berstûk spî yên ofîsan ji kar derxistin û dîtin, ti tişt naguhere, ev karên kelevajî û boş û belaş bûn.
Ez yeqîn dikim ku piştî Spanyayê ev cara ewil e ku erdekî mezin [Rojava] di destê milet bi xwe de ye, ew hewl didin vê bikin; hewl didin demokrasiyeke yekser a ji jêr ber bi jor ve ava bikin."
Prof. David Graeber li pey xwe wekî din kitêbên gelekî girîng ên weke "Dept: The first 5000 years (Deyn: 5000 salên pêşî)" û "Bullshit Jobs: A Theory (Karên Kelevajî, pûç û belaş: Teoriyek)" li pey xwe hiştin. Oxir be dostê Rojava, oxirbe, dostê miletê Kurd.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.