Otobana DAIŞ’ê Enqere ye

În 7 Cotmeh 2022 - 03:17

  • Elmanyayê doz li sê DAIŞ'iyan ve kir û bi biryara Dadgeha Federal ew girtin. Derket holê ku her sê DAIŞ'î jî bi rehetî di ser Tirkiyeyê re xwe gihandine çeteyên DAIŞ'ê. Yekê ji wan hewl daye ku êrişeke li dijî festîvaleke muzîkê ya li Elmanyayê pîlan bike.  

Dozgeriya Giştî ya  Federal ê Elman da zanîn ku wan sê kes bi tohmeta endametiya çeteya DAIŞ'ê girtine. Ev her sê kes jî di ser Tirkiyeyê re xwe gihandina DAIŞ'ê. Heta ku Elmanyayê ew birine jî, ew li kampên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî girtîbûn.

Dozgeriya Federal da zanîn ku li ser biryara girtinê ya Dadgeha Federal, wan 5'ê Cotmehê (pêr) jina bi navê Marcia M. ya ku welatiya Elmanyayê ye, jina bi navê Kristin L. a ku welatiya Elmanyayê ye û Cebraîl O. yê ku bi eslê xwe Tirk e û welatiyê Elmanyayê ye, gava li balefirgeha Franfurtê ketin Elmanyayê, polêsên federal û ên sûc ew girtine. Ev her sê kes jî heta ku Elmanya wan tîne, li kampên Rêvebeirya Xweser girtî bûn.
Ji tohmetbaran Kristin L. ji bilî endametiya DAIŞ'ê, tê gunehbarkirin ku qanûna sîlehan binpê kiribe, alîkariya birîndarkirina mirovan kiribe. Cebraîl O. jî tê tohmetbarkirin ku xelk teşwîq kiribe, mirovan bi awayekî giran birîndar bike û bi zorê tiştan li ser xelkê ferz bike. 

 

Marcia M. êlegên bi teqemenî çêdikirin

Marcia M. Îlona 2015'an tevî hevjînê xwe di ser Tirkiyeyê re çûye xwe gihandiye DAIŞ'ê. Pêşî li Mûsilê dimîne û paşê tevî mêrê xwe diçe Sûrî. Li wir ew şofêriya polêsên jin ên DAIŞ'ê dike. Ew her wiha êlegên xwekujiyê yên bi teqemeniyan jî çêdike. Li gorî dozgeriya federal wê û hevjînê wê hewl dane ku Payîza 2016'an êrişekê li Berlînê plan bikin, û ji bo vê hin kesan qaneh bikin û bişînin Elmanyayê, lê plana wan neçûye serî. Wan xwestiye li dijî festîvaleke muzîkê vê êrişê bikin. Marcia M. bi xwe, beriya ku pîlana wê pûç bibe, hewl daye du “bawermendên jin” peyda bike da ku êrişkaran bihewînin û heta roja êrişê jî bi wan re jiyaneke balê nekişîne ser xwe dewam bikin. 

 

Sîlehên wê hebûn

Kristin L. jî Adara 2015'an di ser Tirkiyeyê re çûye Sûrî. Li wir ew bi çeteyekî DAIŞ'ê re zewicî ye. Pereyên ku malbata hevjînê wê jê re şandine jî wê qismî daye DAIŞ'ê. Dozgeriya federal a Elmanyayê wekî din Kristin L.'ê tohmetbar dike ku wê hewl daye ciwanên li Elmanyayê qaneh bike da ku tevlî nav refên çeteya DAIŞ'ê bibin. Wekî din hatiye tesbîtkirin ku tivingeke wê ya otomatîk û çifteyeke wê hebûye. Piştî ku teslîmî QSD'ê bûye jî wê girtiyên din sor kirine li dijî yên ji wan veqetiyane û heta kiriye ku li wan bê xistin.

 

Dayika wî 11 salî ew kir çete

Dayika Cebrail O. tevî hevjînê xwe, hîna Cebraîl O. 11 salî, di Hezîrana 2013'an de tevî wî di ser Tirkiyeyê re xwe digihîne çeteyên DAIŞ'ê li Sûrî. Wê Cebraîl O. weke endamekî DAIŞ'ê bi îdeolojiya vê çeteyê mezin kir. Hîna zarok bû, Cebraîl kete nav baskên çekdarî yê DAIŞ'ê û piştî perwerdeya leşkerî tê de cihê xwe girt. Dozgeriya federal tesbît kiriye ku Cebraîl O. ji destpêka 2016'an heta bi dawiya 2017'an gelek caran ji bo DAIŞ'ê şer kiriye. Piştî ku QSD'ê ew girtiye, ji Cotmeha 2019'an ve ew li navendeke deradîkalîzekirinê hatiye girtin heta dawiya 2021'ê. 

Cebraîl li wir jî her weke endamê DAIŞ'ê derketiye pêş. Wî li wir xwe kiriye serekçeteyê komek ciwan da ku îdeolojiya rêxistinê li derdora xwe ferz bike. Hatiye tesbîtkirin ku qederê 20 kesan li ser fermana wî li ciwanekî dane ku wan weke “kafir” bi nav kiriye. Wan her wiha gef li wî ciwanî xwariye ku wî bikujin. Wî li kesekî din ê li wê kampê gefa kuştinê xwariye da ku ew giliyê wî li cem rêveberiya kampê neke. 

QSD'ê hemû girtin

Li gorî agahiyên dozgeriya federal, Marcia M. û Cebrail O. sala 2017'an ji aliyê QSD'ê ve di şer de hatine girtin. Kristin L. jî sala 2019'an ji aliyê QSD'ê ve hatiye girtin. Heta ku ew birine Elmanyayê jî, ew li kampên rêveberiya xweser girtî bûne. Tohmetbar doh derketin pêşberî dadgerê Dadgeha Federal û dadger biryara girtina wan a ji bo lêpirsînê da. 

Di rewşa her sê tohmetbaran de jî ya hevpar ew e ku hemûyan di ser Tirkiyeyê re bi rehetî karîne xwe bigihînin nav refên DAIŞ'ê. Mirov dikare ji dewleta Tirk re bibêje otobana DAIŞ'ê.  

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.