Osman Sebrî nivîsand, xebitî û şer kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:34

  • Osman Sebrî, Apê Osman, siyasetvan û wêjevanê Kurd jiyana xwe di xizmeta gel û zimanê dayikê de bihurandin. Ew tev li serhildanên Bakurê Kurdistanê dibe û ji ber xebatên xwe yên siyasî li sê parçeyên welêt bi salan di hepsan de ma.

Edebiyatnasê Kurd Prof. Qanatê Kurdo, di kitêba xwe ya Tarîxa Edebiyata Kurdî de wêjevan û siyasetvanê Kurd Osman Sebrî, wiha dide naskirin: "Li paş Cegerxwîn şêrê serê çiyayê Kurda yê duyemîn Osman Sebrî ye. Di rewşenbîrkirin û şerê xwenaskirina Kurdan de gelek roj û salên giran li pêşiya wî mêrî bûne. Lê ew îş û karê xwe de ji riya xwe venegeriyayê, xebitiye, şer kiriye, bo xatirê serxwebûn û azadiya neteweyê Kurd."

Beriya 27 salan siyasetvan, wêjevan û helbestvanê Kurd ê navdar Osman Sebrî koça dawî dike. Osman Sebrî ji aliyê gel û hevalên xwe ve bi navê “Apê Osman” dihat naskirin. Osman Sebrî 70 salên ji jiyana xwe di xizmeta gel û welatê xwe de bihurandin.

Ew sala 1905`an li gundê Narincê yê ser bi bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1922`an dibistanê bi dawî dike, lê xwendina xwe naqedîne.

Du apên wî tên bidarvekirin

Osman Sebrî sala 1926`an bi malbata xwe re tev li Serhildana Şêx Seîd dibe, piştre li gel 2 apên xwe tê girtin û li hepsa Amedê dimîne. Her du apên Sebrî di hepsê de tên bidarvekirin û ew jî di 1928`an de bi biryara efûya giştî tê berdan.

Careke din sala 1929`an li gel 26 kesayetên welatparêzên Kurd tê girtin û heman salê tê serbestkirin. Osman Sebrî sala 1929`an bin xet dibe, yanî pena xwe dibe Rojava û Sûriyê, li wir bû endamê Xoybûnê, ya ku sala 1926`an piştî Sehildana Şêx Seîd hatibû damezirandin.

Ji bo şoreşa Agirî dixebite

Di sala 1930`î de Apê Osman dîsa diçe Bakurê Kurdistanê da ku gelê Kurd li ser Şoreşa Agirî agahdar bike; ev yek jî li ser biryara Xoybûnê bû ku dixwest bi berferehkirina bereyê hem bike serhildana Agirî bi ser bikeve. Serhildanê hê sala 1927`an dest pê kiribû û heta sala 1932`yan dewam kiribû.

Di Gulana 1931`ê de Osman Sebrî ji ber xebatên xwe yên siyasî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê girtin.

Di kovara Hewarê de dinivîse

Sala 1938`an Apê Osman vedigere paytexta Sûriyê Şam û li wir zarokên Kurd fêrî zimanê dayikê dike. Her wiha di navbera salên 1942-1943`yan de bi Celadet Elî Bedirxan re di kovara Hawarê de dixebite.

Osman Sebrî ji bo xizmeta zimanê dayikê gelek ked daye û pirtûka Alfbaya Kurdî amade kiriye. Osman Sebrî, ji bilî helbestan gelek çîrok, gotar û nivîsên siyasî jî nivîsandine. Ji van çîrok, gotar û nivîs û helbestên wî, gelek di Hewarê û piştre jî di gelek kovarên Kurdî de hatine çapkirin. Lê ew, di nav hemû nivîsînên xwe de, bi zêdeyî ji helbestên xwe hez dike.

Osman Sebrî, li ser helbestvaniya xwe dibêje: "Heger helbest û çîrok ji bo hişyarbûna gel bên nivîsîn, dê ciyê xwe di tevgera rizgarîxwaz a demokratîk de bigirin û dê rola xwe ya pêşketî bilîzin. Min jî da ku ev rol bête lîstin hemî berhemên xwe nivîsîne.”

Temenê xwe 
di zindanan de derbas dike
Osman Sebrî sala 1957`an tevî hin kesayetên welatparêz, Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê ava dike, ku ew yekemîn partiya Kurdan a li Sûriyê ye.

Sala 1960`î ew û hevalên xwe ji aliyê hikûmeta Şamê ve tên binçavkirin û 2 salan girtî dimîne. Herî dawî Osman Sebrî sala 1972-1973`an ji aliyê hikûmeta Şamê ve tê girtin û heta dema wefat dike di bin çavdêriya rêjîma Sûriyê de dimîne.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê, Salih Gedo ku yek ji hevalê Osman Sebrî bû li ser Apê Osman dibêje: “Osman Sebrî wekî xebatkarekî û şoreşgerekî Kurd temenê xwe di zindanan û di karê herî zehmet de derbas kiriye.”

Xwedî helwêsteke şoreşgerî bû

Salih Gedo sala 1965`an Osman Sebrî nas dike. Ew dibêje, Apê Osman di nava gel de pirr dihat naskirin û wiha dewam dike: “Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin û 19 salên jiyana xwe di hepsan de qedandiye.”

Salih Gedo dide zanîn ku Osman Sebrî yek ji siyasetvanên Kurd bû ku gelek zirar ji destê dijminan dîtiye û wiha pê de çû: “Apê Osman, xwedî nihêrîneke şoreşgerî bû û didît ku tenê bi berxwedan û têkoşînê dikare li hemberî dijminê xwe bisekine.”

Hevalê Apê Osman, Salih Gedo got, Osman Sebrî dema dihat girtin li hemberî dijmin xwedî helwêsteke şoreşgerî bû. Gedo, Osman Sebrî wekî sembola mêrxasiyê dibîne û weke xebatkarekî bi hêz dide pênasekirin.

Bi PKK’ê û Ocalan bawer bû

Salih Gedo dibêje, piştî sala 1980`yî têkiliyên Osman Sebrî bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re çêbûne û wiha dipeyive: “Nêrîna Osman Sebrî li ser PKK`ê ew bû ku hêviya wî jê heye Kurdistanê rizgar bike.”

Li ser têkiliyên Apê Osman bi Rêber Abdullah Ocalan re jî, Gedo dibêje: “Têkiliya Osman Sebrî bi Rêber Ocalan re têkiliyeke taybet bû, wî jî Ocalan wekî serokekî ku di paşerojê de dê bibe pêşengê gelê xwe didît, her wiha wekî rêberekî ku dê miletekî rizgar bike, didît.”

Salih Gedo li ser nihêrîna Osman Sebrî ji dewleta Tirk re jî dibêje; “Ji ber ku bûbû şahidê hovîtiya dewleta Tirk li hember gelê Kurd, digot, `li Bakurê Kurdistanê tenê bi berxwedan û serhildanan em ê karibin Kurdistanê rizgar bikin`. Osman Sebrî dewleta Tirk wekî dewleteke faşîst didît û digot ku ev faşîzm ti carî îtirafê bi mafên Kurdan nake.”

Osman Sebrî 11’ê Cotmeha sala 1993`an li Şamê di encamê nexweşiyekê de wefat dike û li Rojavayê Kurdistanê tê veşartin.

* Nivîsa Sîma Birokê ye û ji ajansa ANHA hatiye wergirtin. Me tenê bi hin guhertin û kurtkirinên edîtoriyal weşand.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.