- Dewleta Tirk a ku li hemberî gerîla, timî bi bin dikeve, hewara xwe gihandiye sîlehên kîmyewî.
SERDA DEMÎR / LAHEY
Dewleta Tirk a ku li hemberî gerîla, timî bi bin dikeve, hewara xwe gihandiye sîlehên kîmyewî. Kurdan û dostên wan doh li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Holandayê Lahayê, bi çalakiyekî dewleta Tirk protesto kir. Wan raporeke heyeteke Ingilîz jî da rayedarên OPCWê.
Kurdan ji bo balê bikişînin ser sûcê dewleta Tirk ê bikaranîna sîlehên kîmyewî, kîsên spî li xwe kirin û maskeyên gazê dan ber rûyê xwe. Wan daxwaza “Erdoganê Kîmyewî ji Kurdistanê biceheme” jî bi slogan û pankartên xwe îfade kir. Xwepêşandêran wiha rexne li OPCWyê û helwêsta wê ya hevalbendiya delweta Tirk jî rexne kir: “OPCW çavên xwe veke û Erdoganê dîktator bisekinîne.”
OPCWê red kir bipeyive
OPCWê daxwaza heyeta Ingilîz a lêkolîn kiribûn û li ser bikaranîna sîlehên Kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê raporek amade kir. Ji heyetê rojnamevan Steve Sweeney bi telefonê ji xwepêşandêran re peyivî: “Ez bi belgeyan vegeriyam, belge nîşan didin ku dewleta Tirk sîlehên kîmyewî bi kar tîne. Min xwest wan bidim OPCW, lê wê derî li me venekir. Di komelkujiya Kurdan de dewleta Tirk sûcdar e, lê esas, dinya hemû jî hevparê sûc e. Qebûlkirina endametiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê, ji nû ve bi komî kuştina Kurdan e. Lê belê ême jî li dijî gendelî û peymanên veşartî yên hêzên împeryalîst, hevgirtin û piştgiriya me heye.”
Piştre li ser navê KCDK-E'ê Yuksel Koç, ji KNK’ê Gulê Algunerhan û ji DEM-NED’ê Niyazî Gul rapora Steve Sweeney amadekirî ya bi navê “Peymana bi dizî, komplo û gendelî” da OPCW’ê.
Piştre jî ji ber avahiya OPCWê heta bi Dîwana Edaletê ya Laheyê xwepêşandêr meşiyan. Heta hezîranê wê her sêşem û pêncşem li ber avahiya OPCWê ya li Kaheyê meş bê li dar xistin.