Ofîsa NY’ê bûye baregeha MÎT’ê
În 17 Îlon 2021 - 01:42
- Penaberên li Kampên Misrûk û Girêgewrê: “Kesên naxwazin bibin pêşmege û li dijî gerîla şer bikin, PDK û MÎT’a Tirk bi pîlanên qirêj şantajê li wan dikin. Zilma ku em ji destê PDK’ê dibînin û me dîtî, ji ya Tirkan xerabtir e. Mirin ji vî halî xweştir e!”
BARZAN ZAXOYÎ / ZAXO
Belkî navê wan kêm tê bihîstin, lê li Dihokê du kampên din hene ku penaberên ji Bakurê Kurdistanê li wan dimînin. Em behsa kampên Misrûk û Girêgewrê dikin; her du tenê 3 kîlometreyan ji hev dûr in. Di van kampan de nêzî 700 malbatên ji Bakurê Kurdistanê hene. Ew jî di salên 1990’î de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk penaberî Başûrê Kurdsitanê bûbûn. Ev her du kamp 15 kîlometreyan ji Dihokê û 35 kîlometreyan jî ji Zaxoyê dûr in, di navbera herduyan de ne. Lê zilma ku PDK li wan dike, dike ku xweziya xwe bi zilma dewleta Tirk bînin. Zextên PDK’ê gihiştine qirikê. PDK mafê wan û alîkariyên wan ên penaberiyê dibirre da ku dev ji statuya xwe ya penaberiyê berdin û biçin Tirkiyeyê. Li aliyê din şantajê li penaberan dike da ku bibin çekdarên wê. Ji bo vê jî Ofîsên NY’ê yên li kampan veguherîne navendên hevkariya MÎT’a Tirk û Parastina PDK’ê. Li ser zextên PDK-MÎT û Parastinê yên li ser her du kampan, agahiyên girîng gihiştin ber destê rojnameya me.
Xelkê kampan ên ku ji tirsa ewlekariya canê xwe xwestin navê wan neyê eşkerekirin. Wan got, “Heger navê me eşkere bibe, PDK wê me bigire, wenda bike û haya kesî jî jê çênabe”. Ji ber wê jî em navên wan di nûçeyê de eşkere nakin.
Li kampan ji ber zextên Parastina PDK’ê û MÎT’a Tirk tirseke mezin heye. Nexasim jî zext li ser malbatên welatparêz zêde ye. Xelkên herdu kampan ên em bi wan re peyivîn, dibêjin, belgeyên îqameyê yên malbatên welatparêz tên desteserkirin û bi derxistina ji wargehê jî gef li wan tên xwarin.
Xelkê ji kampê, didin zanîn ku li wir derfetên wan hatine sînordarkirin, rayedarên PDK’ê biryar dane ku kesên ne xwediyê nasnameya Iraqê bin, ji kar derxin. Penaber wekî din dibêjin, rojane polêsên sîvîl wan dişopînin.
Çûna nexweşxaneyê jî kirine derd
Penaber didin zanîn ku beriya DAIŞ’ê, pereyê ceyran û avê ji aliyê Neteweyên Yekbuyî ve dihate dayîn, lê ev 2 sal in pere 2 qat ji wan tên stendin. Penaber dibêjin, kesên penaber ên ku pereyê ceyranê jî nedin, ceyrana wan tê qûtkirin, yan jî PDK wan dike nezaretê. Penaber îşaretê bi wê yekê dikin ku erzaq û alîkariyên mirovî yên ku berê ji wan re dihatin, hatine qutkirin û êdî nikarin biçin nexweşxaneyên giştî jî.
‘Dixwazin em vir biterikînin’
Yek ji penaberan balê dibe ser zextên giran ên li ser xwe û dibêje; “Dixwazin em van kampan biterikînin û biçin Tirkiyeyê. Ew jî bi şertekî dihêlin em vir biterikînin; şertê wan jî ew e ku em îqameyên xwe yên penaberiyê radestî wan bikin. Heger me îqame da wan, mafê me yê penaberiyê namîne, ji bo vê jî hesankariyeke mezin çêkirine. Her kesê bixwaze, dikare bêyî ku pasaporta wî hebe biçe Tirkiyeyê. Bi vê yekê, dixwazin me ji bin sîwana Neteweyên Yekbûyî derxin. Xelkê hêdî hêdî ji karê wan derdixin û her carê dibin cihê Parastinê, wan dixin ber lêpirsînê. Jixwe, PDK navê penaberên li Dihok û Zaxoyê salê 3 caran dide MÎT’a Tirk.”
MÎT a Tirk û Prastina PDK’ê bûne yek
Penaberên her du kampan behsa zexta MÎT’a Tirk û PDK-Parastinê dikin. Yek ji penaberan li ser vê dibêje, “MÎT û Parastin ji nav lîsteya navên penaberan, malbatên welatparêz diyar dikin. Ji bo ku ev malbat biçin Tirkiyeyê zexteke mezin li wan dikin. Êdî li vir MÎT’a Tirk û Parastina PDK’ê bûne yek.”
Şantajê dikin ji bo şerê li dijî PKK’ê
Penaber behsê dikin ka çawa zor li wan tê kirin da ku bibin çekdarên PDK’ê. Yek ji wan dibêje, “Sermeselê, li vir 2 kes bûn pêşmerge, lê çawan bûn pêşmerge! Parastina PDK’ê dîmenên keç û jinên wan girtin û li dijî wan bi kar anîn. Yanî bi şantajê bûn pêşmerge. Mînakeke din a herî nexweş jî ew e, li vir welatiyek bi şantajê kirin pêşmerge. Dema ku ew kes diçe ser karê xwe, Parastin telefona hevsera wî dike û dibêje, divê tu werî Parastinê. Dema hevsera wî diçe Parastinê, li wir endamên Parastinê destdirêjiyê lê dikin û dîmenê wê digirin. Ev dîmen li hemberî hevserê wê bi kar anîn.”
100 kesên şerê PKK’ê nekirin girtin
Penaber wekî din li ser siyaseta şerxwaz a PDK’ê li dijî PKK’ê jî agahiyên girîng didin. Li gorî penaberên kampên Misrûk û Girêgewrê, kesên ku li Metîna û Gareyê li dijî gerîla şer dikin, xiyanetkar in. Ew dibêjin, fermandariya şerê li Metîna û Gareyê xayinên ji nav PKK’ê revî ne; PDK wan dide şerkirin.
Penaber dibêjin, PDK û MÎT’a Tirk li dijî Tevgera Azadiyê hevkariyê dikin: “Li vê herêmê 100 kesên ku nexwestin biçin li dijî gerîla şer bikin, hatin girtin. Pirraniya wan kesan bi malbatên xwe re hatin dersînorkirin û gelek ji wan jî hîna girtî ne. Kes naxwaze li dijî gerîla şer bike, lê gelek zextên tund li ser wan hene.”
Sîxurtiyê ferz dikin
Penaberên ji me re axivîn, behsa siyaseta PDK’ê ya sîxurkirinê jî dikin. Ew dibêjin, “Bi awayên cuda xelkê dikin sîxûr û li dijî Tevgera Azadiyê bi kar tînin. Gelek kes naxwazin jî lê bi şantajê û pîlanên qirêj ciwanan dikin sîxûr. Bi rastî jî bê rûmetiyê li her kesî dikin, rewş xirab x tehlûke ye.”
Çûyîna taziyê jî qedexe ye
Penaber wekî din dibêjin, “Heger bavê yekî ji me bimire û li cihekî din taziye hebe, em newêrin ji ber PDK’ê biçin taziyê jî. PDK’ê heger destûrê bide jî, yan rojek e yan jî çend saet in. Bê rûmetiya ew dikin, kes nake.
Li van herêman gelek nerazîbûn heye, xelk aciz e û êdî kêr gihiştiye hestî. Lê kes newêre xwe ji tirsa PDK’ê tevde, her kes bêdeng e. Li vir tirsa ji PDK’ê serwer e.”
MÎT’ê Ofîsa NY’ê jî desteser kiriye
Tevî ku penaberên her du kampan di bin çavdêrî û parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne jî, NY ne wan diparêzeê ne jî guh dide wan.
Penaber li ser hebûna NY dibêjin; “Êdî Ofîsa Neteweyên Yekbûyî jî ketiye destê Parastin û MÎT’ê, ofîsa wan heye lê me naparêzin.
Jixwe, êdî haya wan jî ji me nîne û nayên ofîsa xwe jî.”
Mirin ji vî halî xweştir e!
Di dawiyê de penaber bang li her kesî û li saziyên mafê mirovan dikin da ku li wan xwedî derkevin: “Zilm û zordariya ku me li vir ji destê PDK’ê dîtî û em dibînin, me ji destê dewleta Tirk nedîtiye. Li me xwedî derkevin, em hatine jibîrkirin. Mirin ji vî halî xweştir e!”