Ocalan rêya aştiyê hilbijart 

În 31 Çile 2025 - 03:35

  • Endama Parlamentoya Ewropayê ya berê Julîe Ward, derbarê hevdîtinên Îmraliyê û tecrîdê de got: Em dizanin Abdullah Ocalan riya aştiyê tercîh kiriye. Bidawîkirina tecrîdê û rawestandina bombebaranê nîşaneya niyeta baş e. Ev neyên kirin Tayyîp Erdogan wê wek lîderekî vala derkeve holê.

Hevdîtinên bi Îmraliyê re didomin û di rojên borî de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, 69 kesên xelatgirên Nobelê ku di nav de siyasetmedar, sendîkavan, akademîsyen û parêzvanên maf hebûn, nameyeke ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin. Name ji serokê komîteyê serokê Luksemburgê Xavîer Bettel re hat şandin û hat xwestin ku divê parêzer û malbat bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û ew tavilê bê berdan. Her wiha bang hat kirin ku Tirkiye şer bi dawî bike û piştgiriya ji bo aştiya mayînde a li Rojhilata Navîn gavên şênber bê avêtin. Yek ji kesên îmze avêt nameyê endama parlamentoya Ewropayê ya berê Julîe Ward bû. Julîe Ward der barê tecrîda didome û nameya nivîsandine de nirxandin kir.

Divê em bi hêrs bibin 

Julîe Ward da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina maf e û bi çend hevdîtinên kurt ên malbatê mafê girtiyan ji dest tên girtin û got:“Heyeta ku çû Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir, piştre gelek caran bang li rayedarên Tirk kir ku ji bo rakirina tecrîdê pêşniyarên xwe bi cih bînin. Zêdetirî 20 sal ji wê demê re derbas bûne û karbidestên Tirk gelek caran guhnedana xwe ji qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan re nîşan dane. Divê em şaş nemînin, lê divê em hêrs bibin û dengê xwe bilind bikin.” 

Divê ji mala xwe destpê bike 

Julîe Ward balkişand ser hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re hatine destpêkirin û da zanîn Tirkiye di herêma şer de cih digire û ji ber vê Tirkiyeyê hewcedarî bi hevdîtina bi Îmraliyê re dîtiye û got:“Cîhan di carekê de guherî û berdewam dike. Tirkiye di nav herêmên ku pevçûnên dijwar lê diqewimin de di rewşeke nerehet de ye û ne dikare xwe tevlî şerê Rûsya û Ûkraynayê bike û ne jî bikeve aliyê yek ji aliyên şerê Israîl-Hamasê. Bi rûxandina Esad re, rewşeke nû li Sûriyeyê derdikeve holê ku dibe ku balê bikşîne ser rewşa leşkerî ya Tirkiyeyê li ser sînor. Ez guman dikim ku Erdogan difikire ka dê çawa bê bibîranîn û dîrok dê li şûna berdewamkirina êrişan, li rêberekî ku rê li ber aştiyê vekiriye bi xweşbîntir binêre. Eger Erdogan dixwaze îmaja xwe ya aştîxwaz û muxatabekî girîng bilind bike, divê ji mala xwe dest pê bike. Aliyên din jî ji bo vekirina vê qada nû ya diyalogê gelek dixebitin. Lê di dawiyê de dibe ku Erdogan qîmeta dîrokî bi dest bixe, vê hedef dike.”

Divê çavdêrên navneteweyî hebin

Julîe Ward balkişand ser peyama 7 xalî ya Rêber Abdullah Ocalan a di 28’ê Adarê de ku heyeta Îmraliyê anîbû û got:“Em dizanin ku birêz Ocalan rêya aşitiyê hilbijart, ew tenê li bendê bû ku yên din bigihêjin wî. Parlamento bi rastî di her pêvajoya aştiyê de pir girîng e. Pêwîst e aliyên cuda bigihin rêkeftinekê û rêkeftinên ku xwediyê bingeheke qanûnî ya bihêz bin, amade bikin. Lê ez dixwazim pispor û çavdêrên navneteweyî jî tevlî pêvajoyê bibin da ku giranî û rewabûnê zêdetir bidin pêvajoyê. Ger ku şer û êrîş neyên rawestandin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan neyê rakirin wê Tayyîp Erdogan ne wek kesekî aştiyane wek lîderekî vala derkeve holê.”

Nîşaneyên erênî xuya dikin

Julîe Ward da zanîn ku civaka navneteweyî geşedanan ji nêz ve dişopînin û got:“Divê civaka navnetewî bibe dengek ji bo kesên bê deng, daxwaza nêzîkbûneke berfireh, teşwîqkirina pêşveçûnê dema ku pêşketin hebe û fikarên xwe derbixe dema ku lihevnekirin û xitimandin hebe. Wekî ku min berê jî got, ez difikirim ku divê saziyek çavdêrî ya fermî ya navneteweyî jî hebe ku karibe wekî rêgezek agahdarî û piştgirîyê bixebite. Ez nikarim paşerojê pêşbîn bikim, lê ez difikirim ku nîşanên erênî xuya dikin. Weke civaka navneteweyî divê em zêde dûr nekevin û baldariya xwe biparêzin.”

JINNEWS/MELEK AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.