Ocalan dikare rêya aştiyê deyne
În 15 Cotmeh 2021 - 01:16
- Em bi serokê berê yê Parlamena Herêma Kurdistana Federe (Parlamena Hewlêrê) Dr. Yûsif Mihemed re li ser êrişkariya dewleta Tirk li dijî Kurdistanê, rola stratejiyeke neteweyî ya Kurd ji bo çareseriya pirsa doza Kurd û rola Rêber Abdullah Ocalan di avakirina aştiyê de peyivîn.
LUQMAN GULDIVÊ
Em bi serokê berê yê Parlamena Herêma Kurdistana Federe (Parlamena Hewlêrê) Dr. Yûsif Mihemed re li ser êrişkariya dewleta Tirk li dijî Kurdistanê, rola stratejiyeke neteweyî ya Kurd ji bo çareseriya pirsa doza Kurd û rola Rêber Abdullah Ocalan di avakirina aştiyê de peyivîn. Bi ya siyasetvanê Tevgera Gorranê parçebûna hêzên siyasî yên Kurd astengiya sereke ye li pêşiya avakirina aştiyê û ji bo çareserkirina pirsa doza Kurd Abdullah Ocalan xwedî dewreke sereke ye. Ji ber xurtbûna tevgera Muqteda es-Sedr jî ew fikaran dike ku siberojê peywendiyên Bexda û Hewlêrê xirabtir bibin.
Çima pirsgirêka doza Kurd çareser nabe, rola dewletên Kurdistan dagir kirine di vê de çi ye?
Pirsa Kurd li her parçeyê xwedî taybetmendiyên xwe ye. Ji parçeyên din cihê ye. Lê xisûsên hevpar hene. Weke nimûne bipêşketina têkoşîna Kurdan li parçeyekî dike ku dewletên ku Kurd li wan hatine dabeşkirin, xwe nêzî hev bikin û bi hev re pîlanê deynin da ku pirsa Kurd bi pêş nekeve. Pirsgirêka Kurd du tew heta sê tew e. Ne weke pirsgirêkên miletên din ên dinyayê ye. Li aliyekî bipêşketina pirsa Kurd li wan dewletên Kurd li ser wan dabeşbûne, meseleyeke ewlekariya neteweyî ye. Lê di heman demê de bipêşveçûna pirsa Kurd li parçeyekî derveyî sînorên yekê ji van dewletan jî dibe meseleya ewlekariya neteweyî. Weke nimûne bi pêşveçûna pirsa Kurd li Rojava li ser Tirkiyeyê tesîreke wiha kir. Axir meseleya çaresernekirina aştiyane ya pirsa doza Kurd, gelek sedemên wê hene. Yek ji wan ew e ku dewletên Kurd li ser wan hatine dabeşkirin, zêde eskerî bûne. Em dibînin ji bo çareseriya gelek pirsgirêkên din jî berê xwe didin çareseriyên eskerî. Sedemeke din jî ew e ku çareseriya pirsa doza Kurd li parçeyekî ne tenê girêdayî dewleta ew parçe bi ser e, belkî girêdayî dewletên din ên ku parçeyên din Kurdistanê bi ser wan ve ne.
Ji bo çi Kurd xwe nagihînin lihevkirinekê?
Mixabin di navbera hêzên siyasî yên parçeyên cihê de di têkiliyan de berjewendiyên neteweyî kêm li ber çavan tên girtin, bêhtir berjewendiyên hizbî û şexsî li ber çavan tên girtin. Em dibînin di nava hêzên siyasî de parçebûn heye. Di nava serkirdayetiya hêzeke siyasî bi xwe de jî dabeşbûn heye. Ji ber wê, liberçavnegirtina berjewendiyên niştimanî, serwerbûna berjewendiyên hizbî û şexsî li ser siyaseta hêzên siyasî, kiriye ku ev hêzên siyasî nikaribin xwedî rol bin ji bo danîna rêya aştiyê. Helbet wekî din dewamkirina têkoşîna çekdarî jî dike ku dewletên Kurd li ser wan hatine dabeşkirin jî bikaranîna zexta li dijî doza Kurd li parçeyên cihê yên Kurdistanê rewa bikin.
Çi lazim e ji bo ev nebe û Kurd karibin bi roleke erênî ji bo parçeyên din jî rabin?
Di dereceya yekê de pêwîstî bi dihevgihiştineke di navbera hêzên siyasî yên Kurd de heye. Li ser stratejiyeke niştimanî û neteweteyî li hev bikin ji bo bipêşxistina doza Kurd li her parçeyê Kurdistanê. Di heman demê de piştî vê, birêxistinkirina rêya çareseriya aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd, û fişar û zextkirina ji bo bicihkirina wê rêya aştiyane di asta navxweyî û navdewletî de, xurtkirina peywendiyên li gel dostên Kurdan li her dera cihanê lazim e. Di encamê de jî hewldana çespandina pêvajoyên aştiyê li parçeyên cihê yên Kurdistanê tê. Ev ew rê ye ku divê hêzên siyasî yên Kurdistanê hemû ji bo wê rêxweşker û rêhêsanker bin.
Em bibêjin, zexteke wisa kir ku pêvajoyeke muzakereyan, hevdîtinan bi dewleta Tirk re dest pê kir, gelo ev ê tesîrê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike?
Bêguman, destpêkirina pêvajoyeke aştiyê li Bakur, em bibêjin ji bo çareserkirina pirsgirêka doza Kurd li Tirkiyeyê, wê encamên erênî derxe holê li ser peywendiyên Kurdên li parçeyên din bi Tirkiyeyê re. Ew ê bike ku destwerdana Tirkiyeyê li kar û barên parçeyên din jî kêmtir bibe. Beşek ji sedemên destwerdana Tirkiyeyê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê ji ber daxwaza wê ya berferehkirina desthilata xwe ye, lê beşek jî ji wê tirsa wê ye, ya ku bi ya wê tesîra bi pêş ve çûna doza Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê tesîrê bike li ser doza Kurd li Bakur û li Tirkiyeyê. Ji ber wê jî destpêkirina pêvajoya aştiyê li Bakur û Tirkiye wê esîreke erênî li peywendiyên Kurdên li parçeyên cihê bi Tirkiyeyê re bike.
Dewra Ocalan di pêkanîna aştiyê li tevahiya Kurdistanê de çi ye?
Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan tevî ku heta niha zindanî kiriye jî xwedî tesîreke mezin e li ser PKK heye, ya ku hêzeke siyasî ya çekdarî ye xebatan li Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê dike. Xasma li ser meydanên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê jî PKK xwedî tesîreke mezin e. Axir ji ber vê, destpêkirina guftûgoyan ligel birêz Ocalan wê tesîrê bike li ser çareseriya aştiyane ya doza Kurd li Bakur û Tirkiyeyê. Ew ê her wiha wê rêyê deyne ji bo ku li şûna xebatên çekdarî li Bakur û Tirkiyeyê xebatên siyasî bên bicihkirin.
Navbera Bexda û Hewlêrê wê xirabtir bibe
Li ser pirsa elaqedarî encamên hilbijartina parlamena Iraqê û tesîra wê li ser peywendiyên Bexda û Hewlêrê de jî Dr. Yûsif Mihemed got, ”Çend aliyên vê hilbijartinê hene elaqedarî Başûrê Kurdistanê. Yek jê ew e ku Kurdan li navçeyên bi nakok - yên ku hikûmeta navendî û aliyê Kurd li ser li hev nekiriye - gelek kursî bi dest anîne. Li Mûsil, li Kerkûk, li Selaheddîn yanî li Tuz Xurmatû û dewr û bera Hemrîn wan piştî çend dewreyan kursî bi dest anîn. Di heman demê de aliyên Kurd karîn li Xaneqîn wan jî kursiyekî bi dest bînin. Ev jî zindîbûna pirsa doza Kurd li herêmên bi nakok nîşan dide. Tevî ku karê xirab ê herdu hêzên sereke yên li Başûrê Kurdistanê kiriye ku rêjeya dengê Kurdan gelekî kêm bibe, lê tevî vê jî Kurdan karî li van deveran her yekî kursiyekî bi dest bînin û hîna îhtîmal heye van kursiyan zêdetir jî bikin.
Li ser rewşa giştî di encama hilbijartinê de bi raya min, serketina hêzên Iraqê xwedî armanceke neerênî ye ji bo Kurdan. Dûr nîne ku siberojê astengiyên li pêşiya Herêma Kurdistanê û Iraqê zêdetir bibin. Nexasim ji ber ku tevgera Sedr rêjeyeke mezin a kursiyên parlamena Iraqê bi dest xistin.”