Nûnertiyek rast ji bo civakê
Yekşem 29 Tebax 2021 - 23:37
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji Mûsilê got, “Penaberên Êzîdî ji ber êrişên dewleta Tirk nikarin vegerin Şengalê.”
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêr bi şev piştî serdana xwe ya Bexdayê, berê xwe da Hewlêrê. Macron ji aliyê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talabanî û wezîrên din ve hat pêşwazîkirin.
Doh saet 11:00’an jî Emmanuel Macron ji Hewlêrê berê xwe da Mûsilê. Macron li Mûsilê serdana Dêra Sae û çend cihên din ên dîrokî û olî kir. Macron piştre li gel kesayetên olî û siyasî yên bajêr civiya.
Macron ragihand ku Iraqiyan destpêkê parastina xaka xwe kir û piştre civaka navneteweyî jî bi erka xwe rabû.
Macron bal bire ser rewşa Şengalê û got, “Ji ber êrişên DAIŞ’ê bi hezaran Êzîdî mal û xaka xwe hiştine û penaber bûne. Niha nikarin vegerin Şengalê, ji ber ku Tirkiye êrişî wan herêman dike û gelek astengî hene.”
NAVENDA NÛÇEYAN