Nûbihar cara 168’an derçû

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 6 Îlon 2024 - 00:41

Kovara sê mehane Nûbihar bi hejmara xwe ya nû ya 168’an li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Kovarê hejmara xwe ya havînê pêşkêşî xwendevanên xwe kir.  Di hejmarê borî de dosyayên kovarê hebûn, di vê hejmarê de nîn e. Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk li ser vê wisa dibêje, “Dosya ku meriv li ser mijarekê hûr dibe û li ser bi berfirehî disekine, bi taybetî ji du aliyan feydeya wê heye: Yek; mijar bêhtir tê fêmkirin û ji bo lêkolîneran agahî û materyal kom dibin. Ya din jî; di wê mijarê de bi Kurdî lîteratûrek çêdibe. Wekî din bi dosyayên baş, naveroka kovarê dewlemend dibe, prestîja wê jî zêde dibe. Di pêşerojê de derfet hebe, emê amadekirina dosyayên bi vî awayî dewam bikin. Carina jî wê dosya nebin, kovar serbest be û bi nivîsên curbecur derkeve.”

Di dema serhildanan de dengbêjî
Di vê hejmarê de gelek nivîsên cur bi cur ligel çîrok û helbestan hatine weşandin. Du lêkol İbrahim Şahin û Omer Guneş ku ev çend sal in li ser dengbêjan antolojiyan amade dikin di vê hejmarê de bi hev re nivîseke bi ser navê “Di dema serdildanan de wek bulteneke sosyal çanda dengbêjî" nivîsandine. Ew bi vê yeke li ser aliyê din ê çanda dengbêjiyê sekinîne û diyar dikin ku dengbêjî wê demê wekî bulteneke nûçeyan hatiye bikaranîn.

Hêmanên Derasayî yên Memê Alan
“Çend Hêmanên Derasayî di Destana Memê Alan de” navê nivîsa Şemoyê Memê ye. Wî li ser destana Memê Alan xebat kiriye, aliyên derasayî derxistiye holê û dibêeje: “Di nav wan de bajarê Mixrîbê, hejmarên sembolîk wek 3, 7, 12, Xoce Xizir, sêv, keçikên periyan, xewn, guhastina gustîlan, koşka Memê ya li ser 44 lingan-stûnan ku 24 stûn li ser behrê hatine danîn, hespê Memê, kuriya behrê Bozê Rewan û ferasetên Boz.”
Heta niha bi giştî li ser kurdên Sovyetê gelek tişt hatine nivîsîn, lê Hesenê Mehmed Celîlov li ser kurdên di dewra Stalîn de sirgûnê Qazakistanê kirine nivîsa xwe rêstiye. Nihat Gültekin jî li ser  90 saliya nivîskar Ahmedê Hepo nivîsa xwe amade kiriye.

Hevpeyvîn, çîrok û helbest
Ji hevpeyvînan, di vê hejmarê de Rûbar Agirî bi nivîskarê “Salnama Ehmedê Xanî” Mehmet Gultekin re axiviye. 
Bi çîrok û nivîsên xwe Hekîm Meretoyar, Edip Polat, Hanifi Taşkin, Tehsîn Îbrahîm Doskî, Firat Keklik, Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Seîd Mîrza, Kazim Soylemez, Emînê Botî, Haydar Sordan, Mustafa Ertaş, Rojbîn Ozkan, Mehmet Çalişcî, Dilazad A.R.T., Mele Șîno û Diyar Elîyaina ked dane vê hejmarê.
Li aliyê din Rojen Barnas, Berken Bereh, Mehmed Salih Bedirxan, Rêbîn Mihemed, Talat İnanç, Celal Melekşa, Sediyê Şîrazî, Azad Rêbiwar, Rizgar Elegez, Ahmed Arif, Silêmanê Hesen, Şukran Çaçan, Mistefa Ensarî, Asyah Goyî, Yûsif Nabî, Abdullah Încekan, Reşîde Değirmi, Sidîq Gorîcan, Mistefayê Gewrê, Frazê Xoytî, Muaz Özel, Pertew Paşa, Musa Ataç, Muhammed Bozkoyun, Jiyar Homer, Ciwan Qado û Mela Etayê Miksî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.