Nûbihar bi dosyeya ‘Seîdê Kurdî’ derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 3 Hezîran 2024 - 00:59

Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 167’an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser Mele Seîdê Kurdî amade kiriye û gotina wî, “Mirin ji bo min wek roja Newrozê ye” nivîsandiye.

Kovara ku 3 mehan carek derdikeve, bi hejmara xwe ya 167’an a bihara 2024’an derket. Kovarê di bin edîtoriya Ekrem Malbat de bi sernavê “Mele Seîdê Kurdî” dosya amade kiriye û di dosyaya derbarê Seîdê Kurdî de gelek nivîs hatine weşandin. Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di nivîsa edîtor de li ser girîngiya nasnameya Bedîuzzeman a di dema Osmanî û di dema Cumhuriyetê de sekîniye û ew wekî aktorekî girîng dîtiye. Di nivîsê de wisa hatiye gotin: “Ligel vê girîngiya wî jî mixabin Bedîuzzeman ji aliyê kurdan ve yan nayê zanîn, yan jî xelet tê naskirin.”

Bedîuzzeman, Mela Seîdê Kurdî, Seîdê Kurdî, Seîdê Nursî, heta niha ew bi van navan ji aliyê beşên cuda yên civakê ve hatiye nasîn, bi gotineke din bi van navan di nav civakê de cih girtiye. Dosyaya hatiye amadekirin gelek nivîsên ku agahiyên li ser Bedîuzzeman rast dikin jî hene. Li ser vê yekê bi Muhyiddin Zinar re hevpeyvîn hatiye kirin. Ligel Zinar derbarê polîtîka û pratîka Bedîuzzeman ya di pêvajoya meseleya Şêx Seîd de bi hevpeyvîneke dirêj hatiye kirin.

Yek ji nivîsên dosyayê ji aliyê Martin van Bruinessen ve hatiye nivîsîn. Bruinessen gotiye, di sala 1976’an de li Sûriyê bi Memdûh Selîm re hevpeyvîn kiriye, di hevpeyvînê de Memduh Selîm bi pesn behsa Bedîuzzeman kiriye û hin agahiyên din jî pêşkêş dike.
Nivîskar Firat Aydinkaya jî bi nivîsa li ser pirtûkxaneya Bedîuzzeman di dosyayê de cih girtiye. Lêkolîner Abdullah Can jî li ser texrîfatên ku di berhemên Nursî de hatine kirin nivîsek nivîsiye.

Yek ji nivîsan jî ji aliyê edîtorê dosyayê Ekrem Malbat ve hatiye nivîsîn. Malbat li ser pirtûka Tarîxçeya Heyata Bedîuzzeman ku îro ji aliyê hemû Nûrciyan ve tên xwendin nivîsiye. Malbat di nivîsa xwe de bi mînakan nîşan daye ku ev pirtûk bi pilan hatiye amadekirin û li ser nasnameya Bedîuzzeman bûye sedema gelek dezenformasyonan.
Ji bilî van, nivîsên Ahmed Ramiz, Rohat Alakom, Ali Sonmez, Nureddin Celalî, Serdar Şengul, Abdurrahman Adak, Ahmet Yildiz, Abdullah Can, Gulcan Şirnexî, Zafer Gurbuz, Mucahit Bilici, Nevzat Eminoglu, Hanifi Taşkin, Seyid Abdullah û Elî Torî di hejmarê de hatine weşandin.

Her wiha Seyid Eliyê Findikî, Pîremêrd, Qazî Letîf, Mela Mehmed Elî Hunî, Mela Zahidê Melazgirdî, Şêx Tahirê Şoşî, Mela Îmadeddîn Reşpojan, Mela Ebdulhadiyê Comanî, Mela Ebdussemedê Comanî, Miftî Mela Ebdulquddûs, Tehsîn Îbrahîm Doskî, Mela Eladînê Kopî û Mîrê Zirav jî bi helbestên xwe ked dane kovarê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.