Nûbihar Akademî ya 16’an derket

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:06

  • Kovara Nûbihar Akademiyê, bi hejmara xwe ya 16’an sala xwe ya 8’an temam dike. Kovar di vê hejmarê de bi 9 gotar û belgenameyekê li pêşberî xwîner û lêkoleran e. 

Kovara Nûbihar Akademiyê, bi hejmara xwe ya 16’an sala xwe ya 8’an temam dike. Kovar di vê hejmarê de bi 9 gotar û belgenameyekê li pêşberî xwîner û lêkoleran e. 

Pênc gotar bi Kurdî (çar bi Kurmancî, yek bi Soranî), didu bi Ingilîzî û didu jî bi Tirkî ne; belgename jî bi Farisî ye. Edebîyat, civak, tarîx, sîyaset û ziman qadên bingehîn ên naveroka vê hejmarê ne. 

Kovara Nûbihar Akademiyê got, ji vir şûnde ew ê di her hejmara Nûbihar Akademîyê de, li dor temayeke xebatên Kurdî û di bin navê “dosyaya hejmarê” de komek gotarên tematîk amade bikin. Ev gotarên dosyayê û gotarên cihêreng bi hev re dê di hejmarekê de bên weşandin. 

Di vê çarçoveyê de kovarê biryar daye ku dosyaya hejmara yekem a sala 2022’an temaya “Kurdên Yarsan” be û ev dosya dê di bin serpereştîya Shahab Valiyî de bê amadekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.