Notturno tê nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Adar 2021 - 00:25

Belgefilma derhênerê navdar ê Îtalî, Gianfranco Rosi a bi navê Notturno wê online li ser înternetê bê nîşandan. 

Ev belgefilma hanê ji bernamzetên Oscarê yên îsal e. Di belgefilmê de nexasim hostetiya Rosi ya kamerayê xwe dide der. Ew li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û li Libnanê dîmenan digire û berê xwe dide rewşa penaberên şerî. Tevgerên hêdî yên kamerayê xisleta herî darî çav a filmê ye tevî rengê êvar û şevê. Film tiştekî ji kirîtiya kaos û şerî û wêde hewl dide nîşan bide. Ew bi rengekî ji rengan wan civakên li keviyên dîrok û tundrawiyê nîşan dide. Ew îro tevî filmên Raya and the Last Dragon, Moxie, Backtrace wê li ser înternetê li DYE´yê nîşan bide.

NEW YORK 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.