Nomadlandê nehişt surprîz bibe

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Nîsan 2021 - 02:51

Xelatên Oscarê yên 93’yemîn bi merasîmekê li xwediyên wan hatin belavkirin. Di merasîma Oscarê de Xelata Filma Herî Baş dan filma Nomadland.

Li dinyayê ji ber pandemiyê gelek festîvalan biryar dabû ku ew ê festîvalê online li dar bixin lê Oscar piştî girtina hin tevdîran merasîma xelatan bi awayekî fîzîkî ango rû bi rû li dar xist û xelat dan xwediyên wan. 

Di şeva merasîmê de filma Nomadland xelata filma herî baş jî tê de 3 xelat bi hev re wergirtin. Filma David Fincher ya bi navê “Mank” jî 4 xelat wergirtin. Filma “Mank” di 10 beşan de bûbû berendamê xelatên Oscarê lê wê karibû tenê 4 xelatan wergire.

Frances McDormand, bi lîstikvaniya xwe ya di filma Nomadlandê de xelata lîstikvana herî baş wergirt. Anthony Hopkins jî bi filma “The Father” xelata lîstikvanê herî baş wergirt û piştî filma “Bêdengiya Berxan” ev cara dûyemîn e ku heman xelatê werdigire. Her wiha lîstikvanê herî temen dirêj (85) yê ku heya niha Oscar wergirtiye jî bi vî awayî bû Anthony Hopkins.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.