Nobeta qeyûm li Stenbolê didome

Şemî 29 Hezîran 2024 - 00:44

Nobeta dijî rejîma talan û dagirkeriyê qeyûm li Stenbolê kete roja 20’an. Parlamentera DEM’ê Meral Daniş Beştaş li nobetê axivî, AKP weke ‘partiya darbeyê’ bi nav kir, diyar kir AKP’ê Destûra Bingehîn ji holê rakiriye, ji bo vê veşêre bi ser Kurdan de tê û banga geşkirina berxwedanê kir.

Çalakiya nobetê ya li Beyoglûyê bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin di roja 20’emîn de berdewam dike. Nûnerên gelek partî, sendîka, sazî û rêxistinan îro piştgirî dan çalakiyê.

AKP partiya darbeyê ye

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku desthilatdariyê mafê dengdanê û hilbijartinê yê Kurdan desteser kiriye û got, "Yek ji lûtkeyên dijminatiya li Kurdan, pratîka qeyûmê ye. AKP partiya darbeyê ye. Em bi hikûmeteke darbekar re rû bi rû ne û tenê bi hevgirtinê em dikarin wê têk bibin. Di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li hemû cîhanê bi vê dijminatiyê desthilatdariya xwe diparêz.”

Destûra Bingehîn rakirine

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn ji holê hatiye rakirin û bal kişand ser qetlîamên jinan û cînayetên li cihê kar û wiha dewam kir: “Hikûmet ji bo vê rewşê binixumîne dijminatiya xwe ya li Kurdan zêde dike. Dijminatiya Kurdan li hundir, li derve û li hemû cîhanê kiriye xala sereke. Li vî welatî jiyana wekhevî ye gelan ji bo desthilatdariya wan gefek e û hebûna wan dixe xetereyê.”

Divê em li ber xwe bidin

Meral Daniş Beştaş anî ziman ji bilî berxwedana li dijî qeyûman ti rê nemaye û got, “Ji bo hevşaredarên ku me hilbijartine neyên îxrackirin û qeyûman neşînin, divê em li ber xwe bidin. Ma tiştekî ji vê xeternaktir heye? Ma sûcê wî çi ye? Dibin şaredar. Ez îdîa nakim, dizanim û bawer dikim; ger Mehmet Siddik Akiş ji bo hevşaredariyê nehatiba hilbijartin, ceza lê nedibirîn. Bi îhtimaleke mezin ew ê bê beraet kirin an jî wê dema qedexeyê biqede. Lêpirsînek ku ev panzdeh sal in didome. Û ew qasî ecela wan hebû ku li benda danişîna biryarê yê serokê me Siddik Akiş jî neman. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û rayedarên hikûmetê yên pêwendîdar bi daxuyaniyên xwe ev biryar dan. Çi hewcedariya dadgeran heye? Çi hewcedariya dadgehê heye? Çima hewcedariya darizandinê heye? Wan rûpel û rûpelên sûcdarî li pey hev rêz kirin. Ew çi bû? Hevşaredarê Colemêrgê sûcdar bû. Sûcdarên esasî ew bi xwe ne. Yên ku çav bera vîna gel dane û desteserkirin e sûcdar in."

Qeyûm ne meseleya Colemergê tenê ye

Rojnameger Ercument Akdenîz ê ku piştre mafê axaftinê girt, diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên qeyûman in û got, “Ji ber vê yekê em dixwazin polîtîkayên qeyûman bi dawî bibin. Û ji ber vê yekê ez ê di 29’ê Hezîranê de beşdarî mîtînga Kartalê ya Stenbolê bibim. Ev ne tenê pirsgirêka Colemêrg û Wanê ye, ev pirsgirêka Stenbol, Enqere û Tekîrdagê ye jî. Eger hemû welat yekîtiya xwe pêk bîne, wê qeyûm ji holê rabin û gel bi ser bikeve."

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.