Nivîskarên girtî serbest bikin

Yekşem 15 Mijdar 2020 - 16:35

  • Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê xwest nivîskarên di hepsan de bên serbestkirin.

Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê dibêjin, nivîskarên Kurd ên di zindanan de ji bo civakeke azad û wekhev bi pênûsa xwe li ber xwe didin û cihê wan ne zindan e.

Bi munasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskaren di Zindanan de Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê daxuyaniya nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku nivîskar meşaleya bîr û baweriya civakê ye.

Herdu rêxistina wiha dewam kir: “Îro 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de ye. Lê belê bi sedan nivîskarên Kurd ji ber fikir û ramanên xwe yên azad di girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê de tên girtin. Nivîskar meşale, bîr û baweriya civakê ye û li dijî zextên otorîter serî natewînin. Cihê wan ne zindan e. Ew ji bo civakeke azad û wekhev bi pênûsa xwe li berxwe didin.

Em weke Komeleya Nivîskaren Mezopotamyayê û Komeleya Wêjekarên Kurd bang dikin li hemû aliyên demokrasiyê diparêzin da ku bibin dengê nivîskarên Kurd ên di zindanan de û dawiyê jî hemû nivîskarên ku li her derê cîhanê di girtîgehan de ne.“

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.