
- Nivîsên ku Beyhanî Şahîn bi wan daketiye di navbera 521 beriya mîladê û 486 beriya mîladê hatine nivîsîn.
Ji weşanên Na’yê kitêbek li ser nivîsên kevnar ên Dara yê Axamenî yê Mezin derdikeve. Nivîskar Beyhanî Şahîn kitêba bi navê Nivîsarên Farsiya Kevin Yên Dariyus I nivîsiye. Li vir behsa Dara yê Axamenî yê teqrîben ji 549 beriya mîladê heta 486 beriya mîladê jiyaye, tê kirin. Nivîsên ku Beyhanî Şahîn bi wan daketiye di navbera 521 beriya mîladê û 486 beriya mîladê hatine nivîsîn. Di van nivîsan de gelek agahî li ser rewşa Îranê ya kevin û her wiha li ser Medyayê jî haydarî hene. 
Dara (nivîskar navê wî yê Heredot ê Yewnan belav kirî Dariyus bi kar tîne) di van nivîsan de bi difre û ji xwe razî encamên serketinên xwa yên leşkerî bi bîr dixe. Nivîskar ev nivîsên hanê yekser ji orgînala metnan wergerandiye. 
Weşanên Na li ser kitêba ku ew çap dike, dibêje, "Bi saya van nivîsaran li hêlekê em hiynî kerektera zmanê Farsiya kevin dibin û li hêlekê jî tê da bandora zmanê Medî ya li ser Farsiya kevin dibînin. Di nav demê ra, heta çend nifşan, Farsiya kevin bi temamî xususiyetên xwa yên bingehîn wekî zman henda dike û dibe zmanekî Medî. Ji piştî demekê navê Dariyus tenê bi forma Medî (Dāraya-vahuš) tê nivîsîn."
Ji lodek pirs û mesela re li bersivê digere
Li gorî Na´yê, nivîskar bi van pirsên li jêr dadikeve: "Gelo debîrên ku ew nivîsar nivîsîbûn, Med bûn? Çima navê bavê Dariyus (Vištāspa-) bi Medî bû? Gelo bavê Dariyus bi eslê xwa Med bû? Di Farsiya kevin da çima peyvên Medî ji bo nivîsîn (*ni-pai̭s-) û xwandin (*pati-fras-/pṛs-) hatibûn bikarhanîn?"
Kitêb wekî din lêî dinihêre ka, "Ma Fars ji Medan hiynî nivîsîn û xwandinê bûn? Ma Farsan elfebe û nivîs ji Medan wergirtibûn? Ma wateya peyva nivîsîn (*ni-pai̭s-) û xwandin (*pati-fras-/pṛs-) di zmanê bingehîn yê Îndo-Ewrûpî da çi bû? Gelo yên ku karên hunerî dikirin pîşekarên Med (← med-k. *pai̭sas-kara-) bi xwa nebûn? Gelo bandora Medan ya huquqî (Medî *frasaka-, *frasa-kara- “rapirser, → dadgerê lêgerrînê”) li ser sîstem û dînên li Rojhilata Navîn çima ewçend mezin bû? Çima di nivîsarên Farsiya kevin da navê Zaraϑuštra û Miϑra hîç derbaz nabe, tevî ku Ahuramazda dubare û û dubare tê bibîrhanîn jî? Gelo xelkê Fars yan Farsên rayî û elît ne Zaraϑuštra’yî bûn? Çima têgehên zmanî yên desthilatdariyê bi temamî bi zmanê Medî bûn? Bandora Medan ya dînî li ser Farsan û cîranên din çendîn bû? Çawan peyva Medî *pari-dai̭za- “bihişt” derbazî Aramî, Îbranî, Akadî, Erebî, Yonanî, Latînî, Înglîzî, Elmanî û hwd. bû?"
Li gorî weşanger, xwendevan wê di destpêka vê berhemê de bersivên van mesele û pirsan bibînin. Nivîskar ji bo ku vê bibe serî jî encam û ravekirinên zimanî li ser rêbazên fonolojîk bi kar anîne.
Axir ev kitêb weke I hatiye binavkirin, lê Weşanên Na´yê nedane zanîn ka bergê II´yê kêtibê wê bê weşandin, heger erê, kengî.
* Nivîsên li ser navê Weşanên Na, bi giştî weke xwe hatine hiştin, ji bilî sererastkirinên şaşiyên herfan yan jî rastnivîsê yên eşkere.
IZMÎR















