Nîv milyon mirov mirin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 2 Hezîran 2021 - 03:30

  • Li Sûriyeyê di şerê 10 salên dawî de qederê nîv milyon mirovî mirine. 

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li Sûriyeyê di şerê 10 salên dawî de qederê nîv milyon mirovî mirine. 

Saziya ku navenda wê li Londonê ye, nêzî 100 hezar kesên din ên ku mirina wan hate piştrastkirin, xist nava bîlançoya nû.

Hate ragihandin ku di şer de ji Adara 2011'an ve di nava 10 salan de herî kêm 489 hezar û 438 kes hatine kuştin.

Pirraniya 100 hezar kesên ku mirina wan nû hatiye piştrastkirin, di navbera salên 2012 û 2015'an de jiyana xwe ji dest dane.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.