Nikarin zeytûnên xwe biçinin

Sêşem 19 Cotmeh 2021 - 01:28

  • Bi destpêkirina mewsima çinîna zeytûnan re, li navçeya Şêrawa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên li nava zeviyên zeytûnan bi awayekî yekser dikin hedef. Her wiha rê nadin, xelk derbasî erdên xwe yên li eniyên şer bibin. 

FÎRAS ÎBRAHÎM  / ANHA/ŞEHBA


Ji dema dagiririna Efrînê di 2018’an û vir ve, ji ber hedefgirtina gundên sivîlan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, li navçeya Şêrawa çandinî bi awayekî giştî kêm bûye.

Şêniyên navçeya Şêrawa û koçberên Efrînê yên li gundên navçeya Şêrawa dimînin ji ber moşek û topan nerehet in.   

Bi destpêkirina mewsima çinîna zeytûnanan re li gundên Şêrawa, sivîl dema li nava zeviyên xwe kar dikin bi awayekî yekser ji baregehên dewleta Tirk a dagirker ku tenê 600 m dûrî malên sivîlan û zeviyên wan in, tên hedefgirtin.

Li gorî daneyan, zêdetirî 90 darên zeytûnan û zêdetirî 300 hektar zeviyên çandiniyê li eniyên şer in û ji beriya zêdetirî 3 sal û nîvan ve, bi sedan malbatên li gundên Tinib, Bênê, Keştear, Eqîbe, Soxanekê, Meyasê, Birc Qas, Kilutiyê, Gundê Mezin û Başemirê nikarin sûdê ji berhemên xwe bigirin. 

Derbarê mijarê de şêniyên navçeya Şêrawa ji ANHA’yê re axivîn.

Bi lez û bi bez reviyane

Zelûx Mistefa a 70 salî wiha axivî: "Ji beriya nêzî hefteyekê ve me dest bi berhevkirina zeyûtnên xwe yên li nêzî eniyên şer di navbera gundê Eqîbê û Basilê de kir, ku artêşa Tirk û çeteyên wê li wir bi cih dibin.

Beriya du rojan em bi awayekî yekser hatin hedefgirtin û em bi lez û bi bez ber bi malên şêniyan ve çûn. Ez nikarim bibezim jî ji ber wê jî ez ketim erdê û bi sivikî birîndar bûm."

Daran dişewitînin

Welatiyê bi navê Ebdurehman Hesen ê ji gundê Eqîbê jî diyar kir ku ew ji tirsa hedefgirtinê yan jî ji mayînên ku dagirkeran çandine, nikarin biçin nava zeviyên xwe.

Ebdurehman Hesen wiha peyivî: “Wa dibe 4 sal in em nikarin berhemên xwe berhev bikin û sûdê jê bigirin. Bi sedan sivîl li gund hene nikarin berhemên xwe berhev bikin. Ji ber ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi hezeran dar di nava xetên şer de şewitand."

Şer derket navbera rejîm û Tirkan de

Welatiya bi navê Mizgîn Hisên jî wiha qise kir: “Di saetên sibê de me berê xwe da nava zeviyên xwe da ku zeytûnan berhev bikin ku ev zêdetirî salekê ye em li hêviya wê ne. Lê dema em gihaştin nava zeviyên xwe, şer li nêzî me di navbera hêzên hikumeta Şamê û dewleta Tirk de derket.

Çandinî li navçeya Şêrawa bi paş ketiye. Çandinî xebatê sereke ye ku em pê debara xwe dikin. Em rastî zehmetiyan tên û em zeytûnan bi baldarî berhev dikin. Em nikarin vegerin ji ber çavkaniya debara me ye."

90 hezar darên zeytûnan li eniyên şer in

Hevserokê Meclisa Navçeya Şêrawa Hesen Mûrad jî got şêniyên navçeya Şêrawa di jiyana xwe ya rojane de û ji ber binpêkirinên di hemû aliyan de rastî zehmetiyan tên û nikarin sûdê ji milkên xwe bigirin. Mûrad teqez kir ku zêdetirî 90 hezar darên zeytûnan li eniyên şer in û bi hezeran ji wan hatin şewitandin, bi dehan welatiyan jî ji ber mayînên ku dewleta Tirk û çeteyên wê danîne, jiyana xwe ji dest da.

Mûrad di axaftina xwe de bal kişand ser israr û îradeya şêniyên Şêrawa li hember dewleta Tirk û çeteyên wê tevî hemû zehmetiyên ku di hemû aliyan de rastê tên.

Hevserokê Meclisa Navçeya Şêrawa Hesen Mûrad her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku dev ji hedefgirtina sivîlan berde.

Şênî nikarin sûdê jê bigirin

Li gorî daneyên aliyên pêwendîdar, zêdetirî 40 hezar darên li gundê Tinib, zêdetirî 20 hezar dar li gundê Soxanekê, zêdetirî 10 hezar dar li gundê Bênê û zêdetirî 20 hezar dar li gundên Meyasê, Kilutiyê, Birc Qas, Gundê Mezin û Başemirê, şênî nikarin sûdê jê bigirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.