Niha dora dewletê ye
Çarşem 5 Adar 2025 - 03:20
Siyasetmedar Elî Kerîmî destpêkê bal kişand ser pêngava ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û got:“Dema em li kar û barên MÎT’ê û hikûmeta AKP’ê yên 26 salên borî binêrin, mirov pir eşkere dibîne ku çavê wan li çareseriyê nebûne. Piştî gotinê Baxçelî guherînên mezin di nava siyaseta navxwe ya dewleta Tirkiyeyê de pêk hat. Ev gotin tim di rojeva Tirkiyeyê de ye. Ji bo wê ye em li bendê ne ku di nava 3 mehên bê de Rêber Apo bê azadkirin. Derfet bên avakirin ku peywendî bi cîhanê re bike.” Kerîmî bal kişand ser naveroka peyama dîrokî ya Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jî û ev nirxandin kir:“Di nameyê de çend xalên girîng û balkêş hene. Piştî peymana Sykes-Pîcot di nava şer û malwêraniyekê de ne, dîsa li çar parçeyên Kurdistanê ketibûn pey daxwaza mafê xwe. Çawa dibe gelên Ewropa bi hev re di nava aştiyê de bijîn, em nikarin li ser vê erdnîgariya biçûk a Rojhilata Navîn di nav aştiyê de bi hev re bijîn. Li gorî min Ocalan li ser vê mijarê baş kûr bûye û amadekarî kiriye.”
Divê bazirganên şer bêdeng bin
Siyasetmedar Elî Kerîmî anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze wan tine bike û got:“Em li dîrokê binêrin ew hatin ev herêmane dagir kirin, niha jî xwe xwedî dibînin.” Kerîmî dest nîşan kir ku piştî êriş û siyaseta qirkirinê yên sedsalî û şûn ve peyam Rêber Apo peyamekî dîrokî ye û got:“Pir vekirî û kifşe welatek şer têde hebe, pêşketin li wî welatî pêk nayê. Ji bo wê aştî ji şer, kuştin û talanê pir baştire. Di peyama Rêber Apo de, daxwaz ji partiya xwe kiriye ku xwe fesix bike, li şûna wê partiyeke şaristanî û sivîl ava bike. Mîna guherîn û vegûherînên berê li Başûrê Kurdistanê pêk hatin. Ji bo wê ew erkê li ser milê Kurdan ku bêdengkirina çek bû, ew erk pêk anî. Niha top li aliyê dewleta Tirkiyeyê ye. Divê di demek zû de bersiv bidin vê bangê û ji bo gelên din destnîşan bike û bêjin em vê aştiyê qebûl dikin. Hew xwîna ciwanan bê rijandin. Eger rastî Tirkiye alîgirê xwişk-biratiyê û hevre jiyînê be, divê demek herî kin bersiva peyamê bide. Ji ber ku niha derfetê aştiyê hatiye çêkirin.” Kerîmî diyar kir ku dibe demek bibore, êdî xelk girîngî nedin partiya weke AKP, MHP û Barzaniyan û got:“Ji ber ku pir eşkere ye li hemû şeran bazirganên şer hene. Ger ew li Başûrê Kurdistan û MÎT li Tirkiye bê bêdengkirin, wê gavê wê pêngava aştiyê bi ser bikeve.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ