Nifşê duyem ê hunermendên Shano

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Nîsan 2021 - 00:48

Netsai Mukomberanwa hunermendeke peykersaz a ji welatê Efrîkayê Zîmbabweyê ye. Hunerê ew dike weke peykersaziya “Shona” tê binavkirin û ew hunermendeke nifşê duyem ê vî hunerî ye. Navgîna vî hunerî kevir e. Li gundikê xwe yê li bajarê Ruwa, piştî nîvrojan, ew bi van keviran emel dike û peykerên xwe çêdike. Karê wê yê sereke mamostetiya dibistana destpêkê ye. 

Dê û bavê wê jî hunermednê peykersaziya Shano ne. Bavê wê Nicholas Mukomberanwa  û dayika wê Grace Mukomberanwa weke nifşê yekê yê hunerê Shano navdar in. Xwişk û birayên wê jî peykersaz in. Di berhemên wê de mirov ev xetên hunerê Efrîkî û hem jî rengên wê bi hêsanî dibîne. Herdu jî weke li berrabûneke li dijî mêtingeriyê li xwe eşkere dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.