Nifirên Silbûs û Tarî

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Tebax 2021 - 04:59

  • Silbûs û Tarî li hevdû nifiran dikin. Silbûs ji Tarî re dibêje, “Tarî tu bibe çiyayek bila li ser te qet şînayî çênebe!” Li hember vê nifira Silbûs, Tarî jî vê nifirê li Silbûs dike, “Tu jî bibe çiyayek bila li ser te jî qet berf kêm nebe!”

ARDÎN DÎREN


Senan Gulê, şêwekareke dildarê çiyayên Kurdistanê ye. Ji bo karibe çiyayên Kurdistanê xêz bike, diçe li çiyayên Kurdistanê digere û efsaneyên li ser van çiyayan, kom dike. Piştî ku li efsaneyan guhdarî dike û têra xwe wêneyan digire, vedigere atolyeya xwe ya malê û dest bi xêzkirina van çiyayan dike. Wê bi çiyayê “Silbûs û Tarî” dest pê kiriye û niha dixwaze serhatiyên hemû çiyayên Kurdistanê bi tabloyan bibêje. Her wiha, ew dixwaze li ser van çiyayan pêşangehekê jî veke. Senan Gulê behsa xebatên xwe û hezkirina xwa ya çiyayên Kurdistanê dike.

Divê ji min jî tiştek hebe

Senan Gulê bi gotinên "tenê bi wêneyên çiyayan dilê min rehet nedibû" esas dibêje lazim bû wê çiya bi çavên serê xwe bidîta. Ji lewma jî ew bi xwe diçe wêneyên van çiyayan digire. Senan Gulê dibêje, “Derbarê çiyayên Kurdistanê de lêkolînên min çêbûn. Her tim min digot, divê ez biçim serê wan çiyayan bigerim û wan deran bibînim. Tenê di wênayan de dîtin, bêhna min fireh nedikir û dilê min jî bi vî awayî rehet nedibû. Gava ez tenê bi wêneyan dixebitîm, her tim kêmasiyek çêdibû, li ser tabloyê ez dixitimîm û min nikaribû bi pêş ve herim. Diviyabû ji min jî teştek hebûya ji lewma min xwest herim bi xwe wêneyên çiyayan bigirim û wê derê hîs bikim.” 

Ji bo Silbûs û Tarî diçe Depê

Axir, Senan Gulê dest bi gera Kurdistanê dike û diçe li gelek bajaran digere. Çîrok û serhatiya çiyayê “Silbûs û Tarî” pirr bala wê dibe ser xwe, lê wê qet ev çiya nedîtiye. Senan Gulê wiha pê de diçe, “Min serhatiya çiyayê Silbûs û Tarî berê kêm zêde bihîstibû lê ez qet neçûbûm wê hêlê. Rojekê di vê gera xwe de bi saya hevaleke xwe ez çûm Depê. Şaredariya wir berê festîvalên çandê çêdikirin û festîvalên gelek xweş bûn. Mixabin niha şer hincet nîşan didin û dewletê ev festîval qedexe kirine. Jixwe, şaredarî jî dagir kirine. Gundê hevala min jî nêzî çiyayê Silbûs û Tarî bû. Ev çiya di navbera Dêrsim, Elezîz û Çewlîkê de ye. Xelkê deverê behsa gelek efsaneyên cihê dikir. Paşê min jî ji xwe re got, gelo ez çima di tabloyên xwe de cî nedim van efsaneyan? Berhema min ango tabloya min a ‘Silbûs û Tarî’ jî bi vî awayî derket holê.” 

Çiyayekî reş û yekî spî

Senan Gulê dibêje, ew evîndara çiyayên Kurdistanê ye: “Gava çiyayekî dibînim, yekcar dilek ji min re dibêje, divê tu biçî serê wî çiyayî û ji ser wir li derûdorê binihêrî. Silbûs û Tarî jî du çiyayên navdar ên wê herêmê ne, gava tu li wan mêze dikî, tu nikarî xwe bigirî û mirov dixwaze hilkişe serê wan çiyayan. Herî dawî ez û çend hevalan em hilkişiyan ber bi serê Silbûs û Tarî ve. Jidil jî min dît ku yek ji van çiyan spî ye û yê din jî reş e. Ev tiştek balkêş bû. Min malzemeya xwe dîtibû. Min dest bi girtina wêneyan kir. Min gelek wêne girtin.”

Nifirên Silbûs û Tarî

Gava Senan Gulê dibîne çiyayek spî û yê din jî tarîreş e, li efsaneyên wan dipirse: "Li gorî me bihîsitiye, dibêjin du kesên bi navê Silbûs û Tarî (hinek dibêjin xwişk û bira û hinek jî dibêjin hezkiriyên hev in) sewalên xwe li serê van çiyayan diçêrînin. Rojekê li hev nakin û di navbera wan de şer diqewime. Ev şer şerekî dijwar bûye. Li hevdû nifiran dikin. Silbûs ji Tarî re dibêje, ‘Tarî tu bibe çiyayek bila li ser te qet şînayî tine be!’ Li hember vê nifira Silbûs, Tarî jî vê nifirê li Silbûs dike, ‘Tu jî bibe çiyayek bila li ser te jî qet berf kêm nebe!’

Ev serhatî çiqas rast e ez nizanim, lê gelekî kêfa min ji efsaneyê re hat. Jidil jî gava mirov berê xwe baş dide her du çiyayan mirov dibîne ku Tarî wek navê xwe reş û rût e û ti tişt çênabe li serê vî çiyayî. Berovajî Tarî, Silbûs jî çiyayekî bi kulîlka xemilandî ye û ti carî berf ji serê vî çiyayî kêm nabe. Ev her du çiya li hember hev disekinin. Ji bo min wek helbestekê bû û min xwest li ser tuwalê vê serhatiyê nîşan bidim, van çiyayan xez bikim. Min li ser tuwalê çend şêwaz ceribandin û nifirên wan jî bi kar anîn. Nifirên Silbûs û Tarî bû rengekî din yê tabloya min.”
  
Çiyayên Kurdistanê xema wê ne

Senan Gulê dibêje, ew ji bo pêşangeha xwe lêkolînê dike: “Ji bo pêşangeha xwe ya li ser çiyayên Kurdistanê ez lêkolînan dikim. Tabloya Silbûs û Tarî jî dê bibe parçeyekî vê pêşangehê. Dixwazim li çiyayên din ên Kurdistanê jî bigerim û serhatiya wan li ser tabloyan xêz bikim. Niha di dorê de Çiyayê Sîpan heye li pêşiya min. Bi vî awayî ez ê berê xwe bidim çiyayan û li van çiyayan bigerim. Xweza û erdnîgariya Kurdistanê pirr dewlemend e, divê wek hunermend em jê sûdê bigirin û serhatî û efsaneyên li ser wan bi huner bînin ziman. Dixwazim serhatiya çiyayên Kurdistanê bi pêşangehekê bibêjim. Ez vê yekê ji xwe re dikim xem û li pey vê yekê diçim.”

Senan Gulê kî ye?

Ji Xinisê ye lê li Izmîrê mezin bûye. Piştî li Izmîrê mamostetiya wênasaziyê bi dawî dike û ji zanîngehê mezûn dibe, wek mamoste tê li Amedê bi cih dibe. Li gel mamostetiyê ew bi wêneyên xwe re mijûl e û odeyeke malê vediguherîne atolyeyê. Heya niha bi wêneyên xwe tevlî gelek pêşangehan bûye. Sala 2019’an li Pale Art Hausê bi navê “Rojev: Bîr” pêşangeheke wê ya solo birêve diçe. Di berhemên xwe de şêwazên cuda bi kar tîne û bêhtir li ser hunerê têgehî hûr dibe. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.