Nexşeyên çemên dinyayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Mijdar 2023 - 00:54

  • Daniel Coe bi “datayên lîdar” nexşeyên çeman derdixe holê. Ev nexşeyên wî di warê dîtbarî de jî têra xwe xweşik in. Jixwe, ew li zanîngehê di warê hunerên dîtbarî û erdnîgariyê de perwerde bûye. Coe dide zanîn ku ew bi van dîtbariyên xwe yên estetîk “rontgenên çeman” derdixe holê.

Daniel Coe weke edîtorê grafîkan dixebite û ji mêj e ku ji nexşeyan hez dike. Hezkirina wî ya ji nexşeyan, roj bi roj zêdetir bûye û ev hezkirina wî ne hezkirineke ji rêzê ye. Di van çend salên dawiyê de wî ev hezkirina xwe bi awayekî afirîner nîşanî xelkê jî daye. Nexasim jî bi çemên li dinyayê daketiye û bi saya “datayên lîdar” wêneyên hunerî yên van çeman derxistiye holê. Ew bi van nexşeyên xwe yên hunerî yên çeman, dîroka çeman ya bi salan radixe ber çavan û ji bo karibe van resman biafirîne, “datayên lîdar” ên ku li her kesî vekirîne, bi kar tîne.

Erê, dîmenên Daniel Coe di warê dîtbarî de xweşik û li hev in. Lê wekî din jî ew muhîm in; ev wêne ji lewma rêyên avên piçûk ên ku digihîjin çeman jî nîşan didin û xelk dikare di van resman de dîroka çeman bixwîne. Ev çemên li dinyayê bi salan çawa hatine guhertin û cihên kevn ên ku berê çem di wir re dibuhirîn jî nîşanî mirovan didin. Yanî di van dîmenan de em rêgehên çeman ên niha û yên berê jî dibînin. Ji ber vê yekê ye ku her dîmenek dîroka çeman bi awayekî dîtbarî nîşan dide. 

Daniel Coe pirr kêfxweş e ku dîmenên xwe yên hunerî yên çeman bi xelkê re parve dike. Wî dîmenên xwe yên çeman hemû bi qelîteyeke baş li ser malpera xwe parve kirine û xelk dikare bi rehetî van dîmenên wî daxîne û bi kar bîne.

Dîtbarî û erdnîgarî gihande hevdu

Daniel Coe hezkirina xwe ya ji bo nexşeyan bi vî awayî tîne ziman; “Vê hezkirina min, ji piçûkatî ve dest pê kir. Dê û bavê min aboneyê kovara National Geographic bûn. Bi vî awayî min jî ji nexşeyan hez kir û li dîroka wan kola. Her wiha di ciwaniya xwe de jî li gorî atlasên piçûk, ez bi bisqilêta xwe derdiketim, çûm gerê û li gelek deveran digeriyam. Li zanîngehê jî ez di warê hunerên dîtbarî û erdnîgariyê de perwerde bûm. Perwerdeya min a di warê dîtbarî û erdnîgariyê de bi awayekî xwezayî kir ku bala min here ser nexşeyan.”

Pergal û bernameya QGIS rê li ber vedike

Daniel Coe dide zanîn ku beriya çend salan bi datayên lîdar dîmenekî hunerî yê “Çemê Willamette” ê li Oregonê (Emerîka) çêkiriye. Piştî ku vî dîmenî çêdike, ew çemên din ên li dinyayê jî meraq dike û dibêje, gelo bi saya datayên lîdar ew ê çawa xuya bikin. Ew pêşî bi pergala Quantum Geographic Information Systems (QGIS) dadikeve û bi xêra vê pergalê di warê erdnîgariyê de zanînên xwe bêhtir kûr dike. Paşê dibihîse ku gelek welatan datayên xwe yên lîdarê parve kirine. Ew jî bi van datayan dadikeve û nexşeyên dîtbarî yên çeman derdixe holê. Bi vî awayî meraqa xwe ya ji bo çeman aş dike û ji hingê ve ew vî karî weke eşqekê didomîne.

Rê û menzilên çeman ên hezar salî

Daniel Coe ji bo datayên lîdar jî dibêje; “Lîdar tê maneya radara ronahiyê, yanî mirov dikare weke têgihîştina ji qonaxên ronahiyê jî rave bike. Lîdarên li hewayê ango zeraqên ronahiyê bi rêya sensoran tên komkirin yan jî qeydikirin. Paşê jî bi milyaran data kom dibin û ev data bi awayekî dijîtal ji bo hêlên sêber werin avakirin, tên bikaranîn. Ev data tenê ne ji bo çeman her wiha ji bo gelek tiştên li erdnîgariyê tên bikaranîn. Yanî bi awayekî dijîtal, modelên erdan tên derxistin. Modelên nexşeyên çeman jî rê û menzilên çeman yên hezar salan nîşanî me didin. Çawa ku mirov bi xêra dewsa tiliyên insanan dikarin xwe bigihînin gelek agahiyan, bi saya van rê û mezilan jî em dikarin xwe bigihînin dîroka kevn a van çeman.

Rontgenên çeman

Ez bi vî karî di warê hunerî de xwe têr dikim. Hin çemên li dinyayê bi dîmenên ku berê ti kesî nedîtine, ji nû ve disêwirînim, ev karekî bêhempa ye ji bo min. Ez bi vî awayî bi wan avên piçûk ên veşartî ên ku berê xwe digihandin çemî jî dihisim. Ev dîmenên min, bi rola rontgenan radibin, eynî weke ku ez bi van dîtbariyan rontgenên çeman derbixim holê. Hez dikim ku van dîmenan bi dinyayê hemûyî re parve bikim. Hewce nake ku ji xwe re veşêrim. Bi hêviya insan hay ji hawirdora xwe hebin, heger insan hawirdora xwe meraq bikin û li hin tiştan bifikirin, ew ê bi av û çeman jî bihisin. Belkî bi vî awayî girîngiyê bidin bi çeman û hebûna wan a li ser rûyê dinyayê fêm bikin. Ev dîmenên ku min hazir kirine, ango çêkirine, hesteke jeolojîk bi insanan re çêdikin, her wiha nîşan didin ku em insan li ser rûyê vê dinyayê pirr piçûk in. Yanî ev dîmen perspektîfeke nû ava dikin ji bo jiyana insanan ya kurt.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.