Newroza Stenbol û Wanê dijî tecrîdê bûne bersiv

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:45

Li Stenbolê zêdetirî milyonek kesî û li Wanê bi sed hezaran kes tevlî Newrozê bûn û şeqameke Kurmancî li polîtîkayên tecrîda li ser Rêber Ocalan û şerê îmha û înkarê  dan. Gelê Kurd bi tevlêbûna Newrozê nîşan da ew ê serê xwe li ber dagirkeriyê natewîne.

Yek ji navendên herî girîng ên Newroza îsal Stenbol bû û zêdetirî milyonek kes tev li pîrozbahiya li Qada Yenîkapiyê bûn. Ji bo pîrozbahiyê ji saetên zû yên serê sibehê ve ji 39 navçeyan welatî ber bi qadê ve herikîn. Welatî bi cil û bergên Kurdî, bi berstû û şalên kesk, sor û zer ketin qadê û qad tije kirin. Newroz bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate pîrozkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsa Kurd a bi rêyên demokratîk mohra xwe lê da. Girseyê gelek caran ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kir û bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 

Her wiha li Wanê jî bi sed hezaran kes tevlî Newroza Wanê ya li Quntara Kelehê bûn, û kirin ku qada Newrozê bi dirûşma ‘’Bijî Serok Apo’’ olan bide.

Di Newroza Stenbol û Wanê de hêrsa gel a dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan berbiçav bû. 

Stenbol û Wanê bi Newrozê peyam dane dewleta Tirk ku tecrîda li ser Ocalan rabe, bibe xwedî şertên azadiya fizîkî û  pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe.

 NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.