Newroza Kerkûkê li dijî gendeliyê
Şemî 26 Adar 2022 - 01:01
Li Herêma Şîwesûr ya Kerkûkê şahiya pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin bi rê ve çû. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn, bê navber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ gotin.
Pîrozbahî bi dirûşmeya ‘Em Newroza îsal bikin Newroza raperîn, li dijî gendelî û newekheviyê’ li dar ket. Ji her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.
Li qada pîrozbahiyê wêneyê Rêber Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Tevgera Azadî, RJAK û rengên kesk, sor û zer hatin hildan. Piştî rêzgirtinê, malbatên şehîdan agirê Newrozê dada.
Newzat Bekir, peyama Tevgera Azadî û Komîteya Amadekar da û Newroz li malbatên şehîdan, Kerkûkiyan hemûyan pîroz kir. Wî got, “Divê em pêkhate hemû vê Newrozê bikin Newroza aştiyê, li dijî gendelî û diziyê rawestin. Divê her kes ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kar bike. Ocalan rêberê gelan e.”
Piştre hunermend Pêşawa Remezan û hunermedên derketin ser dikê.
ROJNEWS/KERKÛK