Newroza îsal ezamet bû

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 23 Adar 2022 - 22:58

  • Newroz ji bo Kurdan û ji bo gelên Arî rojeke pîroz e. Li aliyekî roja li dijî zilmê ye.

Newroz ji bo Kurdan û ji bo gelên Arî rojeke pîroz e. Li aliyekî roja li dijî zilmê ye. Li aliyê din roja ku mizgîniya biharê dide. Ji bo Kurdan gelek wateyên xwe hene. Ji ber ku di bin zilmê de ne û her roja wan wekî Newrozê ango bi berxwedanê derbas dibe. Dîroka Newrozê digihîje beriya mîladê bi 612 salan. Ango heta îro dîrokeke wê ya 2634 salan heye. Lê tevî ku hezarê salan Newroz heye jî, ti carî wekî van salan bi wate nebûye. Bi PKK'ê re dîrokeke Newrozê ava bû. Rêber Apo û hevalên xwe di Newroza 1973'yan de dest bi şoreşgeriya Kurdistanê kirin. Ew roj bû mîladek di doza Kurdistanê de. Rêber Apo û hevreyên xwe ango şoreşgerên Kurdistanê, her roja Xwedê bi ruhê Newrozê pêşwazî kirin. Bi saya wan lehengan Kurd ketin govenda Newrozê û wan dîlana azadiyê gerand.

Newroz hebû, yanî ne ku tinebû. Bi PKK'ê re Newroz çênebû, lê bi PKK'ê re êdî Newroz tê pîrozkirin. Bi PKK'ê re xelkê Newrozê çêbû.

Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û piştre Zekiye Alkan, Rehşan, Ronahî û Bêrîvan agirê Newrozê gur kirin. Di salên 1990'î de jî Nisêbîn û Cizîrê Botan bi serhildanên Newrozê agir geş kirin. Bi tevgera azadiyê ya Kurd re rêûresmeke Newrozê derket holê. Heger ne ji vê tevgerê bûya kê dikarîbû bi milyonan kesî di Newrozê de biherikîne meydanan. Ya ku Newroz kir Newroz ev tevger bû. Ji 1973'yan ve jî Newroz gihîşt wateya xwe. Her kes dizane ku pîrozkirina Newrozê ewqasî hêsanî çênebû. Di oxira vê rojê de bi sedan kesî canê xwe feda kir. Ew jî lehengên tevgera azadiyê ya Kurdistanê bûn. Heger îro bi milyonan kes derdikevin meydanan bi saya wan lehengan e. Her kesê diçe Newrozê jî hay ji vê heye.

Îsal jî bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyan bûn. Ji Kurdistanê heta bajarên Tirkiyê û Ewrûpayê pîrozbahiyên bi heybet pêk hatin.

Demeke dirêj bû ku ewqasî bi heybet Newroz nehatibû pîrozkirin. Dibe ku cara pêşî ewqasî bi coş û kelecan derbas bûbe. Çavê her kesî li Newroza Amedê bû, lê her dever bûbû Amed. Dîmenên li ser ekranan têra xwe tijî bûn. Ji ber wê yekê, min gotin nedît ez bi nav bikim, lemwa jî min got Newroza îsal ezamet bû.

Tevî her astengiyî û temamê zahmetiyan jî agirê Newrozê hat pêxistin. Li aliyekî serma û seqema zivistanê, li aliyê din qedexe û astengiyên dewletê. Ji bo ku navê Newrozê xera bikin, her tişt kirin, lê nekarîn ya xwe bibin serî. Ew dîmenê ku dayikek bi tena serê xwe agir pê dixe û li dora agir govendê digerîne, nîşaneya vê ye. Bi baweriya ku divê ew agir were pêxistin her kesî berê xwe da meydanan. Çiqasî berf û boran hebe jî fêde nedikir. Ew agir hat pêxistin û bi qasî hefteyekê agirê Newrozê geş bû. 

Newroza îsal Newroza Rêbertiyê bû. Ew Rêberê ku pêşengî ji bilindbûna agirê Newrozê re kir, li girava Îmraliyê tecrîdkirî ye. Li dijî wê zilmê bi milyonan mirov di Newrozê de li meydanan bûn. Ew zarokên agir û rojê ne û lewma jî mizgîniya biharê didan xwezayê. Bi pêxistina agir re dawî li qirêjiyê dianîn. Ew agirê li dijî faşîzmê bû. Ji bo bidawîkirina zilm û zordariyê agirê serhildanê bû. Newroz Newroza Rêbertiyê û Newroza serfiraziyê bû. Ji bo vê yekê, wê gelekî were axaftin û nivîsandin. Mirov bi çend gotin û nivîsan nikare vê îzah bike. Li beramberî ewqas milyonan ne hêsan e em bi carekê, vê meseleyê li pey xwe bihêlin. Wê gelekî were axaftin û gotin. Ji ber ku heq dike û layiqî wê ye. Ew şoreşgerên ku di rojeke Newrozê de tovên Kurdistanê danîn, hatin silavkirin. Ew şoreşgerên ku ji bo azadiya welatekî dabûn ser rê, nehatin jibîrkirin. Îro bi saya wan lehengan, agirê Newrozê geş dibe û kulîlkên biharê vedibin. Rojek wê were û Rêberê ku Newroz diyarî gelê Kurd û bindestan kiriye, sergovendî be. Bi hêviya ku ew roj zû were û her roja me wekî Newroz û biharê be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.