Netflix ne ti ye lê ev rêzefilm baş e

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 11 Kanûn 2023 - 00:27

Ji mêj min li rêzefilmên karton nenihêrîbû, li ser pêşniyaza hevalekî di redaksiyonê de min li yekî nihêrî: Blue eye samurai. Esas ji ber ku berhemê Netflixê bû, wilo, bi pêşhukm û tirs min lê nihêrî. Lê piştî ku min li çîrokbêjiyê guhdarî kir û terzê wan kartonên japonî tê de dît, jidil ha, ez poşman nebûm. 

Ez ê bi çend aliyên rêzelfimî dakevim, lê beriya wê divê ez ji destpêka Med TV´yê behsa anektodeke kurt a li ser navê filmê karton bikim. Wilo, di nava malê de bûye adet, em ji filmên karton re dibêjin “şewqên şîrîn”. Gava ku Med TV nû vebûbû, li mala bapîrê min, saetên weşana wê, ti evdê xwedê ne diwêriya û ne jî dikarî kanalê biguhere. Axir hingê filmek didu yên karton jî hebûn. Yek ji kurapên min ên pirr piçûk hingê, gelek caran di nava malê de bû. Axir ku filmên karton di Med TV´de dihatin nîşan dan, xelkê malê ji wan re “çizgî film” digot, ew feqîr jî ber nediket, wî hîç bi şildim bildimê nedizanî, êdî ji xwe re navek ji filmên karton re li hev anî: şewqên şîrîn.

Vê ca ez li şewqên şîrîn ên Blue eye samurai (Samurayê/a çavşîn) vegerim. Bi îmzeya Amber Noizumi û Michael Green, em çîrokbêjiyeke rewan temaşe dikin û guhdarî ya ku behsa Serdema Edo ya Japonyayê dike.

“Tolhildan weke zêr e, zingar nagire” gava ku 8 rêzên vî filmê qediyan, wê hîna jî li bîra min bimana. Jixwe mesele li ser keçeke çavşîn e ku dixwaze tola xwe ya “şexsî” hilîne. Di Serdema Edo de Japonya bi temamî li derve tê girtin. Lê beriya wê destûra 4 Ewrûpiyan hatiye dayîn ji bo bazirganiyê. Samuraya min û te ya çavşîn - di destpêkê de em welê xweşik ji hev dernaxin ka kur e yan keç - di rêwîtiya xwe de ya ji bo wê tolhildana weke zêr a ku zingar nagire, têra xwe xwînê dirijîne. Lê ji xwe em vê xwînrijandinê ji kartonên Japon nas dikin.

Armanc yekî Ewrûpî ye - em ta bi derziyê ve bikin û bibêjin, Îrlandî ye - û ew “yek” gava dibîne samuraya çavşîn Mîzû wê jê re û ji “pîlanên wî yên mezin re” bibe tehlûke, fermana kuştina wê dide. Lê çîroka Mîzûyê, kiriye ku ew wisa mezin bibe ku çavê wê ji ti tiştî netirse. Kesekî weke Mîzû degel li ser rûyê erdê nîne, ew rê dide ber xwe û li ser wê rêyê dimeşe.

Çîroka wê ya kînê, bi şewitandina mala wê û “kuştina” kesa ku weke dayik nas dike, dest pê dike. Li ber destê hesinkarekî kor mezin dibe, lê ew hesinkarekî ji rêzê nîne: Ew şûrên samûrayan ji polayê japonî çêdike. Mîzû berdesta wî ye, dibe şagirt û dibe samuray. Lê ew nabe samuraya dibistanekê; kîjan samuray li cem hosteyê wî şûrekî bide çêkirin, wî şûrî xwe xweşik diceribîne, Mîzû jî li wan dinihêre xweşik û teknîkên hemûyan hîn dibe. Roja ku ji metalê astroîdekê - roja şewitandina mala wê, ew astroîd dikeve - şûrekî xwe yê baş çêdike berê xwe dide felekê! Rêwîtiya wî ya tolhildanê dest pê dike.

Di rê de “destbirakên” wê çêdibin, dijminên wê yên nû jî. Em ji çanda Japonyaya hingê hînî gelek tiştan dibin û ti tişt jî nayê xefkirin yan jî nermkirin. Ji silbûn û dijminatiya beramberî her tişta biyanî heta bi çanda “ceyşa”; ji çanda xwarinê heta bi rêûresmên pîrozbahiyên sersalê. Ez ê behsa serpêhatiyan, bêhtir kitekitên çîrokê bi xwe nekim, lê dikarim bibêjim, di navbera serpêhatiya şexsî ya Mîzû û dîroka Japonyayê ya xweparastina beramberî her tişta biyanî de ev rêzefilm pirr serketî ye. Di 8 rêzên film de jî çîrokbêjî her rewan e heta ku bi şewata mezin a 1657´an a li paytexta malbata meliktiyê Şoygunê diqewime, em esas li romaneke bi hevokên besît temaşe dikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.