Neteweya Demokratîk derman e

Duşem 27 Sibat 2023 - 01:18

  • Beşdar û semînarîstên komxebata  “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de” got, mafê her civakê yê xwe birêvebirin û xweparastinê heye. Wan got, destûra Iraqê û qanûnên vê jî ji bo vê çareseriyê guncaw in.  

Komxebata bi sernavê “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de” li navenda Şengalê bi 450 mêvan û beşdaran pêk hat.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo danasîna fikra neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê hat lidarxistin.

Piştî nîvro jî komxebat bi sernivîsa “Pirsgirêkên Iraqê û Çareseriya pirsgirêkan bi rêya neteweya demokratîk” bi semîneran dewam kir.

 

Xwerêvebirin û parastin mafê civakê ye

Semînera yêkem bi rojeva “Sîstema Rêveberiya Xweser” hate dayîn. Hevserokê PADÊ Hisên Hecî di semînerê de peyivî. Hisên Hecî bal bire ser mafê xwe birêvebirin û parastinê yê civakan û got; divê ev maf ji civakê re zêde neyê dîtin. Hisên Hecî ji bo Şengale wate û girîngiya proje û sîstema Rêveberiya Xweser rave kir û bibûyer û qewmînên li Şengalê jî bi bîr xistin.

 

Xweseriya demokratîk şensek e

Endama Rêveberiya TAJÊ Sûham Dexîl jî semînera dûyem da. Di vê beşê de jî danasina neteweya demokratîk pêk hat. Sûham Dexîl bal bire ser rastiya netewe dewletê, pirsgirêk û zextên desthilatdarî li ser netewe û hindikahiyan, û got, “Projeya xweseriya demokratîk a Rêber Apo di siberoja azadî, hevgirtin, piştgirî û bihevrejiyana civakan şensekî dîrokî ye.

 

Jina azad civaka azad e

Sûham Dexîl di dewama axaftina xwe de got, “Serok Apo dibêje, jina azadbûyî civaka azadbûyî ye, civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e. Em dibînin li Rojhilatê Kurdistanê jî demeke dirêj çêbû ku serhildana ´Jin jiyan azadî´ didome. Armanc hilweşandina sîstemên faşîst, dîktatoriyê ye. Dirûşmeya ´jin jiyan azadî´ ji aliyê Rêber Apo ve hate rojevê û ket rojeva me hemûyan. Îro li Şengalê jî gelek hindikahî hene, Sunî, Şîî, Xirîstiyan û Êzîdî, hemû hindikahî dikarin bi hev re bi awayekî demokratîk û hevgirtî bijîn.”

 

Rêveberiya Xweser wê Iraqê xurt bike

Cihgerê Hevserokê Desteya Rêveber a Xweser a Şengalê, Azad Hisên jî pênaseya rêveberiya xweser kir: “Di sala 2014’an de gava ferman li Êzîdiyan rabû, di wir de ne hêza Iraqê û ne jî ya PDK´ê bi hewara gel ve hat. Yê ku li ber sekinî û parastina vê civakê kir, şagirtên Rêber Apo bûn. Ji bo wê jî pêwîst hat dîtin ku rêveberiyeke xweser û hêzên parastinê bên avakirin. Rêveberiya xweser zirarê nade Iraqê, berovajî, wê xurt dike.”

 

Destûra Iraqê li gorî xwerêveberiyê ye

Şêx Azad jî li ser qanûnêîn Iraqê û destûra wê got, deriyê wê vekiriye ji bo bihevrejiyana miletên li Iraqê: “Dema DAIŞ´ê êriş kir, em bê parastin bûn. Ti netewe nîne ku bê parastin mabe, hemû xwedî parastin in. Mafê me jî heye em xwe biparêzin. Di nav destûra Iraqê de li gora maddeya 116’an maf heye ku her civak xwe bi rê ve bibe. Di madeyeke din de jî tê gotin, mafê her neteweyê li İraqê heye ku li gora irf, adet û kevneşopiya xwe bijî, îbadetên xwe pêk bîne.”

Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê, Heso Brahîm jî kar û xebatên Rêveberiya xweser û sîstema Meclîsa Gel vegot.

Komxebat bi nîşandana sînevizyoneke li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ROJNEWS/ŞENGAL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.