Nerazîbûna Iraqê ji dewleta Tirk

Sêşem 19 Nîsan 2022 - 22:21

  • Ji serokê Tevgera Sedr, heta bi serokkomarê dewleta Iraqê, gelek aliyên siyasî û dewleta Iraqê bi xwe nerazîbûna xwe ji êrişên dagirkeriyê yîn dewleta Tirk îfade kirin.

Ji serokê Tevgera Sedr, heta bi serokkomarê dewleta Iraqê, gelek aliyên siyasî û dewleta Iraqê bi xwe nerazîbûna xwe ji êrişên dagirkeriyê yîn dewleta Tirk îfade kirin. Lê nayê zanîn ka çiqasî jidil in. Lewma, hin ji wan di nava tifaqa sêalî ya ku dewleta Tirk jî destekê didiyê de ne. 
Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr, derbarê êrişa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de peyamek da û got, “Iraq wê li beramberî dubarebûna êrişên Tirkiyeyê bêdeng nemîne.”

Muqteda Sedir, derbarê êrişên dewleta Tirk de peyama xwe li ser Twitterê da. Sedr di peyama xwe de got, Iraq wê li beramberî dubarebûna bombebaranên dewleta Tirk bêdeng nemîne: “Tirkiyeya cîran bi awayekî ne rewa û bê hincet axa Iraqê bombebaran dike. Ger Tirkiye ji nava xaka Iraqê metirsiyek li ser xwe dibîne, pêwîst e li gel hikûmeta Iraqê hemahengiyê bike. Ji bo bi dawîanîna vê metirsiyê ew jêhatina hêzên ewlehiyê yên Iraqê heye. Heger ev êriş dubare bibin, ew ê bêdeng nebin, ji ber ku Iraq dewleteke serbixwe ye. Destdirêjiya li ser ax û ewlehiya xwe qebûl nake.”

Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî, Emar Hekîm, êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk şermezar kir û got, bombebaran û êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li dijî Kurdistanê nayên qebûlkirin. Emar Hekîm di daxuyaniya nivîskî de got, divê welatên din rêzê li serweriya xaka Iraqê bigirin.

Çima hikûmet bêdeng e?

Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got, binpêkirina serweriya Iraqê mijareke cidî ye û divê dewleta Tirk siyaseta xwe ya li beramberî Iraqê di ber çavan re derbas bike. Heyder Ebadî di peyama xwe ya di ser Twitterê de got, binpêkirina serweriya Iraqê, têkiliyên navbera her du welatan ber bi astên nediyar ve dibe. Ebadî di dewamê de got, “Em li hemberî bêdengiya biguman a hikûmet û hêzên siyasî yên Iraqê ya li hemberî van binpêkirinan matmayî ne. Em bang li Tirkiyeyê dikin da ku siyaseta xwe ya li beramberî Iraqê di ber çavan re derbas bike.”

Berhem Salih: Em qebûl nakin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî got, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê “gefeke berçav in li ser ewlekariya neteweyî û em êrişên dewleta Tirk bi ti rengî qebûl nakin.” Berhem Salih got, “Em êrişên dewleta Tirk ji nêz ve dişopînin. Ev êriş bi rengekî berçav gefê li ewlehiya me ya neteweyî dixwin. Êrişên ku tên kirin li gel dijberiya me jî pêk hatin. Beriya niha jî ji bo rawestandina van êrişan, me bang kiribû. Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û diyalogê bêne çareserkirin. Em êrişên dewleta Tirk red dikin û qebûl nakin. Em li bendê ne ku hurmetê nîşanî mafên me yên serweriyê bidin. Polîtîkaya me ya derve û biryarên me yên dewleta Iraqê, êrişên dewleta Tirk teqez red dikin. Em êrişên dewleta Tirk bi ti rengî qebûl nakin.”  

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.