Nehişt agirê newrozê vemire

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 18 Adar 2023 - 05:21

  • Di dema dewleta Osmaniyan û serdema rejîma Beesê de tevî hemû astengî û qedexeyan ti carî agirê Newrozê venemiriye. Yek ji sembolên Newrozê li Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr û hunermend Pîremêrd e ku nehişt agirê Newrozê vemire.

AWYER BOTAN/ANF

 

Cejna Newrozê ku yek ji cejnên neteweyî yên gelê Arî ye ku her salê 21’ê Adarê weke cejn û serê salê qebûl dike, tê pîrozkirin. Ji ber rewşa siyasî, erdnîgarî û dagirkeriya li ser Kurdistanê li her beşeke Kurdistanê agirê Newrozê bi reng û rêbazên cuda bi veşartî tim hatiye pîrozkirin. Her çendî dema Osmanî û dîsa rejîma Beasê hewl hatibe dayîn ku vê cejnê ku weke hebûna Kurdan û gelê Arî tê zanîn bê astengkirin jî, agirê Newrozê her geş û gurr maye.

Kesên ku Newrozê pîroz dikirin weke agirperest bi nav dikirin û digotin, nabe ku xelkê Misilman vê cejnê pîroz bikin. Tevî vê jî Kurdan tim 21’ê Adarê agirê Newrozê bi dizî, li ser gir û çiyayên bilind pê xistine û pîroz kirine.

 

Newroz salî taze ye

 

Heger mirov behsa Newrozê li Başûr bike, teqez divê mirov hunermend û rewşenbîrê Kurd Pîremêrd bi bîr bîne. Ji lewma sirûda Newrozê ya “Salî taze Newroz hatewe” ku Pîremêrd nivisîbû, bi dengê Hesen Zîrek li her kuçe û kolanê bûye yek ji sembolên Newrozê:

 

Em rojî salî taze ye Newroz hatewe

Cejnekî konî Kurd e be xoşî û be hatewe

Çend sal gulî hîway ême pê pest bû taku par

Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar

Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî Kurd

Mijdey beyanî bo gelî dûr û nizîk ebird

Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe

Lawan be eşq eçûn be berew pîrî mergewe

Ewa Rojhilat, le bendenî berzî wlatewe

Xwînî şehîd e rengî şefeq şewq edatewe

Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta

Pê nawê bo şehîdê weten şîwen û girîn

Namrin ewane wa le dil milleta ejîn

 

Pêşengê helbesta Kurdî ya nûjen

Pîremêrd sala 1867’an li Silêmanî ji dayik bûye. Pîremêrd helbestvan, rojnameger û rexnegirekî Kurd bû. Navê wî yê rast Tewfîq Mehmûd e. Lê wî di nivîsên xwe de navê Pîremêrd weke mistear bi kar anî. Ew li ser ilmên dînê perwerde bûye. Li Stenbolê fakulteya dadê xelas kir. Di sala 1907’an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistan de cih girt. Di sala 1909’an de li Colemêrgê, 1918 li Amasyayê bû qeymaqam. Di sala 1923’yan de dîsa vedigere Silêmanî. Wî li wir “Qutabxaney Zanistî” (Dibistana Zanyariyê) damezirand ku yek ji dibistanên taybet ên pêşîn bû. Di nav salên 1926 û 1950’an de rêveberê rojnameyên “Jiyanewe” û “Jîn” bû. Pîremêrd wekî pêşengê helbesta Kurdî ya nûjen jî tê dîtin. Pîremêrd sala 1950’î koça dawî kir û li ser wesiyeta wî li Girê Seywan ê Silêmaniyê hate veşartin.

 

Ji bo Newrozê agir berdide mala xwe

Di demekê de ku qedexe li ser pêxistina agirê Newrozê hebû. Pîremêrd li ser Girê Mameyare, bi helbest û stranan agirê Newrozê pêdixe û vedijîne. Di dema Pîremêrd de Cejna Newrozê bi keç û lawên bajêr re li ser Girê Mamayare tê pîrozkirin. Piştî vêxistina agir çalakiyên hunerî dihatin lidarxistin û xelkê sirûd digotin. Li gorî agahiyan, piştî ku cara yekem Newroz bi vî rengî hate pîrozkirin, dewleta Iraqê rê neda ku sala din ti çalakî li dar bikeve û agirê Newrozê bê pêxistin. Li ser vê yekê Pîremêrd 21’ê Adarê Agir berdide mala xwe û bi vî rengî agirê Newrozê pîroz dike. 

 

Newroz sembola têkoşînê ye

Armanca helbestvanê Kurd Pîremêrd ew bû ku Cejna Newrozê wekî sembolekî têkoşîna gelê Kurd li hemberî dagirkeran bide berdewam kirin. Herwiha pêxistina agirê Newrozê li ser Girê Mamyare jî ew bû ku ruhekî têkoşer wekî Mamyare di nava Kurdan de derxe pêş. Di roja îro de li seranserî Başûrê Kurdistanê bi şewitandina daran, tekereyên wesayîtan û rengên cuda agirê Newrozê tê pêxistin û pîroz kirin. Ji ber Newroz hem weke destpêka salê û hem jî roja Cejnê tê pênasekirin. Di vê rojê de cil û bergên Kurdî, gelerî tê lixwekirin û dîsa xwarinên çandî û gelerî tên amadekirin. Li xwekirina cil û bergên Kurdî û herêmî bûye yek ji sembol û nîşaneya Newrozê, hev temam dikin. Qîz û law cilên herêmî û çandî li bejnê dikin û li ber agirê Newrozê govend digerînin. 

 

Binarê Qendîl û maneya newroza li wir

Niha li Başûrê Kurdistanê li çend cihan agirê Newrozê bi coş tê pîrozkirin. Li Silêmanî li Girê Mamyaren, Guwêje, li Hewlêr, Kerkûk, Raperîn û Helebce, Ranya, Kerkûk, Dihok, Zaxo bi coş tê pîrozkirin. Yek ji navendên herî coş û xuroş li her derên Başûrê Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin Qendîl e. Qendîl ku yek ji çiyayên gelê Kurd ji êrîş û dagirkeriyê parastiye her salê 21’ê Adarê weke fînal tê pîrozkirin. Herêma Qendîl her wiha ji bo gerîlayên Kurd jî warekî pîroz e û bi mehne ye. Ev jî hiştiye ku ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ji her derê xelk berê xwe bidin vir û bi coş Newrozê pîroz bikin. Weke her salê jî çav li rê ye ku Newroza Qendîlê bi beşdariya sed hezaran kesî bi coş û girseyî bê pîrozkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.