Nefertîtî pirtûkên Ocalan dide nasîn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Cotmeh 2022 - 06:53

  • Weşanxaneya Nefertîtî bi 70 sernavan beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navnteweyî ya li bajarê Binxazî yê Lîbyayê bû ku pirtûk bi giştî li ser hemû aliyên jiyanê yên fikrî, çandî, afirînerî û doza Kurdî ne. Her wiha rêveberê weşanxenayê diyar kir ku pirtûkên rêber Abdullah Ocalan bala xwîneran kişandin. 

CUDÎ ÎSMAÎL/ANHA/BÎNXAZÎ

 

Piştî qutbûna bi salan, îsal yekem car li bajarê Binxazî yê Lîbyayê Pêşangeha Pirtûkan a Naveteweyî hat vekirin. Ji 13 dewletên Erebî û biyanî zêdetirî 200 weşanxane û pirtûkxane beşdarî pêşangehê bûn. Pêşangeh ji 15 heta 23’ê Cotmehê deriyê xwe ji xwîneran re vekir. Weşanxaneya Nefertîtî ya Lêkolîn û Wergerê li Misrê yekem weşananeya Kurdî ye, ya ku pirtûkên rewşenbîr û lêkolerên Kurd diweşîne.

Damezirîner û rêveberê Weşanxaneya Nefertîtî Seyid Ebdulfetah behsa mijarên pirtûkên ku di pêşangehê de derxistiye pêş kir. 

Ebdulfetah wiha axivî:  “Ji armancên herî girîng ên damezirandina Weşanxaneya Nefertîtî ew e ku xwînerê Misrî û Erebî fikr, wêje, çand û dîroka Kurdî nas bikin, ji ber ku pirtûk û çand ji rêyên herî girîng ên danûstandina bi gelên din re ne. Em jî li ser vê esasê hewl didin li her derê berê xwe bidin xwînerê Erebî. Ev yek bi gelek rêbazan pêk tê, pêşî beşdariya weşanxaneyê di pêşangehên pirtûkan ên Erebî de. Îsal em beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya li Qahîreyê bûn û sala bê jî em ê beşdar bibin. Îro jî em di pêşangeha navneteweyî ya Binxazî de beşdar bûn da ku em xwe bigihînin xwînerên Lîbyayî. Ev pêşangeh piştî rawestîna gelek salan vegeriya. Em hewl didin bi rêya vê derfetê çandên din nexasim çanda Kurdî bi rewşenbîrên Lîbyayî bidin nasîn.”

Armanc nasandina çanda Kurdî ye

Weşanxaneya Nefertîtî bi 70 sernavan beşdarî pêşangehê bû, ku pirtûk bi giştî li ser hemû aliyên jiyanê yên fikrî, çandî, afirînerî û doza Kurdî ne. Ebdulfetah wiha peyivî: “Ji bilî çapkirin û belavkirina pirtûkên Kurdî yên nivîskarên Kurd û yên li ser doza Kurdî jî, Weşanxaneya Nefertîtî çapên Misirî yên kovarên Rojhilata Navîn a Demokratîk û Şermola yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên derxistin, çap dike. Kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk kovareke siyasî û fikrî ye. Ji 7 salan ve em vê kovarê bi rêya Navenda Qahîreyê ya Lêkolînên Kurdî li Misirê çap dikin û ya duyemîn jî an ku Şermola kovareke çandî ye ku bi zimanên Erebî û Kurdî tê weşandin û heta niha me çapeke sembolîk ji her 15 hejmarên wê re çap kirine.”

Ebdulfetah diyar kir ku armanca wan ew e ku ew fikr, çand û afirîneriya Kurdî bi qada çandî ya Misrî û Erebî bidin nasîn û hewl bidin têkiliyan bi rewşenbîr û gelên Ereb re ava bikin.

Ebdulfetah da zanîn ku ew bi vê beşdarbûna xwe ya pêşangehê çanda Kurdî bi civaka Lîbyayî ji didin naskirin û got; “Em hewl didin li hemû çalakî û pêşangehên pirtûkan ên Lîbyayî hebin û bi saziyên çandî û fikrî yên Lîbyayî re têkiliyan ava bikin. Di vê çarçoveyê de me hinek pêşketin bi dest xist ku ew kes bi awayekî erênî bi me re têkilî çêkirin û hişmendiya şaş a li ser gelê Kurd guherandin, ev armanca me ji qezenckirina pereyan girîngtir e, ji ber ku armanca me belavkirina çand û fikrên Kurdî ye, ne pere ye. Me pirtûkên xwe diyariyê gelek mêvan û serlêderên xwe û pirtûkxaneyên zanîngehê yên Lîbyayî kirin.”

 

Rola berhemên Abdullah Ocalan girîng e

Ebdulfetah li ser girîngiya diyaloga Kurdî-Erebî û rola berhemên rêber Abdullah Ocalan di pevguhestina çandên gelan de wiha axivî: “Em dibînin ku diyaloga Kurdî-Erebî gelekî girîng e. Divê herdu alî ji bo pêşxistin û domandina vê diyalogê bixebitin û bi rêya hevdîtin, konferans û çalakiyên ne tenê siyasî, heman demê çandî, fikrî û hunerî wek pêşangehên pirtûkan xwe nêzî hevdu bikin. Ev çalakî heta asteke mezin dikarin gelên ku sîsteman wan dûrî hev kiribûn, nêzî hev bin. Em di wê baweriyê de ne ku tezên rêberê Kurd, ronakbîrê mirovî Abdullah Ocalan ê ku banga belavkirina nirxên mirovî yên bilind, pêşxistina jiyana hevbeş û tevkariya di navbera gelan de dike, destekê dide vê armancê û pêş dixîne. Me di diyalogên xwe yên bi serlêderan re bal kişand ser fikrên Ocalan û ew jî eleqeyek baş nîşanî me dan.”

Di dawiya axaftina xwe de, Seyid Ebdulfetah wiha axivî: “Ev çalakî û pirtûk di guhertina rewşa çandî û civakî ya herêmê de rolekê dilîze û di encamê de şoreşeke zanistê bi xwe re tîne. Ji xwe naveroka fikrên Ocalan jî ev tişt in.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.