Nêçîra peyvan

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Tebax 2022 - 22:00

  • Zana Farqînî têkildarî nîqaşên feqîrî yan jî dewlemendiya zimanan diyar kir ku divê ti hiyerarşî nekevin nava zimanan û ev yek wek bi dewlemendî yan jî ji feqîriya ziman bêhtir, wekî bi statû-bidewlet yan jî bêdewlet-bêstatûbûna ziman divê bê nirxandin.

RACÎ ABÎ/MAHMUT ALTINTAŞ / MA/AMED

Zana Farqînî ku nêzî 30 sal in zimanzaniyê û xebata amadekirina ferhangên Kurdî dike çend roj berê ji bo danasîna çapa berfirehkirî ya Ferhenga Kurdî-Tirkî a hat Amedê û fergengê bo dildarên ziman îmze kir. Farqînî serpêhatiya xwe ya ji bo xebata ziman ango berhevkirina peyvan wek nêçîrvaniya peyvan pênase dike. 

Zana Farqînî got, "Ziman rabuhiriya civakê ye. Bi mehan ketim pey peyvekê da ku ez wê peyvê li ferhengê zêde bikim. Divê tevahiya pêşengên Kurdan giraniyê bidin axaftina bi Kurdî.”  

‘Ma qey ji kulekê tê ji te re’

Farqînî bal bire ser arkeolojiya ziman û got, "Mirov bi arkeolojiya ziman dikare bibêjê bê ka ew civak jî kijan merhaleyan derbas bûye, bi çi re mijûl bûye. Bi çandinî bi ajaldarî, bi hunerî bi zanistî bi kîjan beşa zanistê re mijûl bûbe tu dikarî şopa wê di ziman de bibînî. Wek mînak; di civaka me de ji kesê ku naxebite re dibêjin, ‘ma qey ji kulekê tê ji te re’. Em vê îdyomê bifikirin, bê ka çima wisa dibêjin. Dema ku em didin pey, em dê bigihin Noel Baba ku ew ji kulekê berê diyariyan berdide holê. Di nava Êzîdiyan de goreyekî rîs heye ku di cejnan de ji kulekê berê wê didî nava malê û jê re dibêjin dolîdank. Baş e dolîdank ji çi tê? ‘Dank’ ji cihê ku tiştek tê danîn e.

Mînak xwelîdank, şekirdank, kevçîdank. Dimîne dolî, lê dolî çi ye tu bi dû dikevî. Li hin herêman ji dergûşê re dibêjin dolî. Lê dema ku tu bixwazî maneya wê peyvê nas bikî. Bi min re ev qenaet çêbû; dolî tê maneya diyariyê. “
Morfolojiya ziman ji bo peyvan

Farqînî têkildarî nîqaşên feqîrî yan jî dewlemendiya zimanan jî diyar kir ku divê tu hiyerarşî nekevin nava zimanan û ev yek wek bi dewlemendî yan jî ji feqîriya ziman bêhtir wekî bi statû-bidewlet yan jî bêdewlet-bêstatûbûna ziman divê bê nirxandin. Zana derbarê bipêşketina ziman de jî got, "Helbet divê di serê her tiştî de kesê bi ziman re elaqedar e û dixwaze geşe li ziman bide, ziman standardîze bike term, têgehên nû biafirîne, divê zimanê xwe nas bike. Ew çi ye? Divê morfolojiya zimanê Kurdî zanibe, peyvên ziman çawa çêdibin ji raveka dema niha çêdibe yan ya demê borî çêdibe, pêşgir û paşgirên wê çi ne, bi kîjan gire, qertaf navdêrê çêdike hokerê çêdike divê tu bizanibî û li gora wê tu bi awayekî îradî û li gorî mentiq û felsefeya zimanê xwe mudaxileya zanistî bikî û peyvên nû li wî zimanî zêde bikî."
 
‘Aha me peyv qefalt!’ 

Farqînî da zanîn ku ziman ji bo wî dişibe pazilekê (puzzel) û divê cihê kêm maye tim were temamkirin. Farqînî bi bîr xist ku ew zimanê xwe bi Tirkî hîn bûye û dema xwestiye ferhengê amade bike, ketiye dû peyvên ku hîn bûye û got, "Carnan bi mehan diketim pey peyvekê da ku ez Kurdiya wê bi dest bixim. Wek mînak; peyva pey 40 rojên ku jin zarokekê tîne re bi Yewnanî dibêjin ‘lahusa’, li hinek deverên me dibêjin ‘çilî’, hinek dever dibêjin ‘distanî’, hinek dibêjin dixiskanî, hinek dibêjin zixiskanî û hinek jî dibêjin zêhistanî. Aha me qefalt! Çi ye? Zêhistan zayîn e. Ziman ne tiştekî sekinandî ye. Ji ber wê ji ziman re dibêjin, organîzmayekî zindî ye. Tim diguhere û ev guherîn jî dualî ye. Aliyek teşe aliyek jî mane diguhere. Ji ber wê dikare deng ji peyvê bikeve, kîte ji peyvê bikeve û mane biguhere."
 
‘Ziman tesîrê li hev dikin’

Li gorî Farqînî zimanên zindî ji hev peyvan digirin û ev yek normal e. Farqînî got, ti ziman ji sedî sed xwerû nîne:

"Her kes ji zimanê serdestê xwe aciz e. Ziman di bin tesîra hev de ne, ev normal e. Di şertên danûstendinê de ev peyv dayîn û ji hev stendin normal e. Ya ku em bêjin, zimanek di bin asîmîlasyonê de ye, lê em behsa wê nakin. Îcar ez ji her kesê re dibêjim, peyvên her devokê jî axaftina her devokê jî bi qasî hev bi qedr, qîmet û şêrîn e. Lê ev heye, dema mirov derbasî zimanê nivîskî bû, qaîde hene û divê tu li gorî van qaîdeyan ziman bi kar bînî."
 
‘Nizanim, nefsbiçûkî ye’ 

Farqînî ji nava peyvên kurdî herî zêde ji peyva 'nizanim' hez dike û ji bo sedema wê jî ev nirxandin kir: "Peyva ku ez herî zêde jê hez dikim ‘nizanim’e. Dema ku ez peyvekê rast nizanibim, dibêjim ez pê nizanim. Nezanîn ne eyb e. Ne hewce ye tu şirove bikî yan jî texmînî bibêjî. Fikrekî te hebe û tu beraqil bî bibêje. Pirranî kesên ku di warê xwe de pispor nebûbe, kûr nebûbe zûbizû peyva ez nizanimê bikar nayîne. 'Nizanim' nefs biçûkî ye. Ez her tiştî dizanim, nefs mezinî ye. Ne pêkan e ku tu her tiştî zanibî. Tu di mijareke teng, spesîfîk de jî çiqas kûr bibî, nayê wê wateyê ku tu bi her tiştî dizanî. Gotina aristo xweş e. Tiştekî ku ez pê dizanim hebe, ew jî ez nizanim e."
 
Bi qedrê Kurdî zanibin

Farqînî di dawiya axaftina xwe de bal bire ser keda xebat û girîngiya ziman û got, “Ti ziman bi hêsanî derneketine holê. Ev ziman bi hêsanî çênebûye. Li gorî zimanzanekî Zelandaya Nû di çêbûna her zimanekî de keda milyarek însanî heye. Divê ev ziman winda nebe. Her ku diçe, hejmara axaftina bi Kurdî di navbera zarok û mezinan de kêmtir dibe. Her wiha kesên ku xwende û asta wan a xwendinê zêdetir e, ew bêhtir asîmîle ne. Ew serkêşiya vê civakê dikin, ew rewşenbîrên vê civakê bin, divê ku ji zimanê Tirkî bêhtir qedr û qîmetê bidin zimanê xwe. Heke ku ew li vî zimanî xwedî dernekevin û hînî zarokên xwe nekin, yek ji me nikare vê yekê bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.