Neçin mojîtoyê venexwin!

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Cotmeh 2021 - 01:07

  • Hunermend û aktîvîst Tania Bruguera Bîanela 14’an ya Havana boykot dike û dibêje: Li Kuba niha gelek hunermend û aktivîst girtî ne, heta ev kes girtî bin çûyina Kubayê li gorî min tiştekî bê exlaqî ye.

ARDÎN DÎREN

Hunermend û aktivîst Tania Bruguera ev demek e ji welatê xwe Kubayê penaber bûye û ji bo aktivîstên girtî yê niha li hepsên Kubayê dimînin, li ber xwe dide û dixwaze balê bikişîne ser rewşa wan. Ji ber van sedeman jî  Bîanela 14’an ya Havanayê boykot dike û dibêje, “Li Kuba niha gelek hunermend û aktivîst girtî ne, heta ev kes girtî bin, çûyina Kubayê li gorî min tiştekî bê exlaqî ye.” Ji lewma ew hunermend û aktivîstên tevlî Bîanelê dibin, bi helwêsta xwe hişyar dike: “Neçin di şahiya ku wek balonê pifdayî de mojîtoyê venexwin!”

Bîenal propagandaya hikûmetê ye

Kuba niha haziriya Bîanela 14’an ya Havanayê dike. Ew difikrin ku di 21’ê Mijdara 2021’an de li Havana Bîenalê pêk bînin. Her wiha, wê ji Kuba û dinyayê gelek hunermend jî vexwendin bîenalê. Buruguera herî dawî li konferansa “Foruma azadiyê” ya li Osloyê axivî û got, “Ev bîenal jî perçeyekî propagandaya hikûmetê ye, ew dixwazin bi vê bîenalê kesên niha di hepsê de ne, bidin jibîrkirin û wisa nîşan bidin ku li Kuba her tişt asayî ye.” Li gorî agahiyên ku Bruguera dide niha gelek hunermend jî di mal de hepskirî ne û li benda dadgehkirinê ne. 

Ji ber çalakiyên xwe hunermend hatin girtin

Li Kubayê Tîrmehê piştî protesto hate lidarxistin. Gelek mirov daketin kolanan û hikûmeta Kubayê rexne kirin. Sedema nerazîbûna xelkê jî înflasyona zêde, nedîtina kar, bihabûna xwarin û vexwarinê, kêmbûna dermanan û birêvebirina çewt a nexweşiya koronayê bû. Di van xwepêşandanan de hunermendên wekî Hamlet Lavastida, Luis Manuel Otera Alcantara, Maykel Castillo Perez, Denis Solis û Luis Robles Elizastigui hatin girtin. Li gel van hunermend û aktîvîstan gelek endamên kolektîfa aktîvîstên Kubayê “27N” jî hatine girtin û niha di hepse de ne. Bruguera endama vê kolektîfê ye. 

Bruguera îdîa dike ku hikûmeta Kubayê xwestiye vê çalakiya wan a girseyî wek “çend sûcdarên dixwazin aloziyê derxin” nîşand bide: “Lê di rastiyê de ne wisa ye. Ev protestoya hanê piştî şoreşa Kubayê serhildana herî mezin bû. Di nav van 62 salên serdestiya Fîdel Castro de çalakiya herî spontane bû.” Bruguera îdîa dike ku di xwepêşandanan de 1088 kes hatine girtin û ew wan wek mahkûmên siyasî dibîne. Ti daneya vê îdîaya wê îsbat bike bi xwe nîne. Kesên hatin dadgehkirin û berdan yan jî cezakirin hene, lê hejmar gelekî di bin hezarî de ye. 
  
Bi şertekî welat diterikîne

Bruguera Tebaxê ji bo li Zanîngeha Harvardê di beşa “Medya û performans” de wek akademisyen bixebite ji Kubayê vediqete. Lê ew bi şertekî welatê xwe terk dike. Ew ji hikûmeta Kubayê re dibêje heger hûn hunermend û aktivîstên girtî berdin ez ê welat terk bikim, nexwe ez bi derekê ve naçim! Li ser vê daxwaza wê hikûmet pê re li hev dike û daxwaza wê qebûl dike. Bruguera dibêje, “Li ser peymana ku me bi hikûmetê re kir, hunermend Hamlet Lavastida hat berdan. Lê hunermend Otero Alcantara û gelek hunermendên din hîna jî di hepsê de ne. Niha ji bo Alcantara em dixebitin û dixwazin rewşa wî dîsa bînin rojevê da ku wî berdin.”

Jiyana hunermendan di tehlûkê de ye

Bruguera da zanîn ku di demeke nêz de li ber Wezareta Çandê ya Kuba dîsa protestoyek çêbûye û gelek rojnameger, aktîvîst û hunermend tevlî vê çalakiyê bûne. Bruguera dibêje, serokê Wezareta Çandê Alpidio Alonso bi awayekî fizîkî ketiye nav hunermendan û şimaq avêtiye hunermendekî. Di dawiya çalakiyê de dîsa gelek aktîvîst û hunermend hatine girtin û niha di hepsê de ne. Bruguera dibêje, “Niha di vê rewşê de, li ciyekî ku serokê wezareta çandê şimaqê davêje hunermendan, em ê çawa beşdarî bîenalê bibin? Êdî em li vir behsa sansûrê nakin; em dibêjin, jiyana hunermendan bi xwe di tehlûkê de ye!”

 

Tania Bruguera kî ye?

Sala 1968’an li Kubayê ji dayîk bûye. Hunermend û aktivîst e. Ew 18 salî paşnava “Bruguera” li navê xwe zêde dike. Bruguera tê maneya “raperîna ewilî ya siyasî” zêdetir bi karê înstalasyon û performansê mijûl e. Li New York û Havana li ser huner xwendiye. Di xebatên xwe de li tiştên di dîroka Kubayê de pêk hatine, dikole û rexne dike û bi rêya huner, niqaşên nû bi pêş dixe. Heya niha li gelek deverên dinyayê pêşangehên wê çêbûne. Ji ber performanseke xwe ya li xelkê vekirî ya li Havanayê ew sê caran kirine nezaretê û berdane. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.