Ne veger e şer e

Duşem 9 Gulan 2022 - 21:27

  • 45 sazî û dezgehên hiqûqî: Ji ber sûcên li dijî bakurê Sûriyê, sûcdarên bûyerên kuştinê, koçberkirin û revandinê, bila sûcdar werin dadgehkirin. Her wiha projeya Erdogan a vegera dildarî fînanse nekin.

Doh û îro kongreya Brukselê ya 6´an ji bo sieroja Sûriyê bi rê ve diçe. Bi vê minasebetê û ji ber ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres destek dabû projeya qirkirinê ya Erdogan a li Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, 44 rêxistinan daxuyaniyek da.

45 rêxistinên hiquqî û civaka sivîl bi daxuyaniyekê bang li civata navneteweyî kir da ku têkildar sûcên li bakurê Sûriyê hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwaze, her wiha piştgiriya projeya Erdogan a "vegerê" neke.

Di daxuyaniyê de ji sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û hevserokatiya Kongreya Brukselê ya 6`an ku berpirsa piştgiriya Sûriya siberojê û herêmê ye tê gotin: “Li gorî peymanên navneteweyî, bi taybetî peymanên têkbirina her cûreyê nîjadperestiyê û peymanên navneteweyî yên taybet bi mafên sivîl û siyasî, peymana sala 1989‘an a gelên resen û peymana Emerîkayê ya mafên mirovan, mafên mirovan li ser xaka wan tên misogerkirin.

Mafê serweriya xakê mafek e ku ew peyman îşaret pê dike û bi gelemperî girêdayî mafên gelê resen e, ji ber ku xak girîng û têkiliya wê bi nasnameya civakê û hebûna wê heye. Ev heqekî pîroz e û li Sûriyê niha Tirkiyê ev heq desteser kiriye û dixwaze li hemberî bêdengiya navneteweyî, bi milyonan xelkê Sûrî li herêmên Sûriyê yên di bin kontrola xwe de yên li ser dirêjahiya sînorê bakurê Sûriyê bi cih bike. Ew dixwaẻ li wilayetên Heleb, Hesekê û Reqayê li deverên ku piraniya xelkê wê Kurd e, van kesan bi cih bike. Ev yek di çarçoveya pîlanên dijminane yên bi armanca derxistina fitneyan û şerê navxweyî yê li wan herêman e, her wiha bi armanca têkbirina nasnameya gelê resen û çanda wan e.” 

Encam wê şerê navxweyî be

Rêxistinan bal bire ser amadekariya Enqerê ji bo projeya "vegerê" ya bi milyonan sûrî û bicihkirina wan: “Dê bandorê li herêmê bike û şer derxe ku ew ê Sûriyê bi giştî jê nefilite. Serokkomarê Tirkiyê îdîa dike ku ew herêm ewle ne, lê bûyerên rojane pêk tên, îsbat dikin ku ji 2016`an, 2018`an û 2019`an ve sûcên qetilkirin û wêrankirinê pêk tên. Heta rêxistinên mafên mirovan rojane van bûyeran belge dikin.

Sûcên li wir, koçberkirina bi darê zorê, desteserkirina xakê û hilberînan, qutkirina ava vexwarinê tenê jî nîne, lê gihaşt asta li herêmên komên girêdayî Enqere kontrol kirine, milk werin firotin. Her wiha komên çete û hêzên Tirkiyê jî daran radikin û di çarçoveya tirsandina welatiyan de sûcên revandinê dikin da ku niştecihên resen xasma Kurdan bidin koçberkirin.

Qirkirina etnîk

Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe li pêşberî çavên cîhanê avahiyên mêtingeriyê çêdike, navên dibistan û peymangehan dike navên Tirkî, da ku taybetmendiya bakurê Sûriyê û rojhilatê wê têk bibe.

Di heman demê de di çarçoveya çewisandina nasnameya dîrokî ya Sûriyê de giran dikole da ku herêmê kontrol bike.”

Komele û rêxistinan wekî din got, “Dewamkirina siyaseta guhertina demografiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandorên bicihkirina bi milyonek penaberên Sûrî li cihê pêkhateyeke din ku jê hatiye koçberkirin, şert û mercên nakok ava dikin ku dibe bibe sedema rûdana şerekî navxweyî.

Her wiha encamên avakirina avahiyên mêtingeriyê û bicihkirina nesûriyan tê de û qutkirina daran ne baş in.”

Heta çareserî nebe koçber nabe vegerin

Rêxistinan di daxuyaniyê de bang kir da ku hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bê xwestin: “Ji ber sûcên li dijî bakurê Sûriyê, sûcdarên bûyerên kuştinê, koçberkirin û revandinê, bila sûcdar werin dadgehkirin. Her wiha projeya Erdogan a vegera dildarî fînanse nekin û rewabûnê nedinê da ku rê li pêşiya rûdana şerekî navxweyî bigirin ku dibe di pêşerojê de li wan herêman pêk were û ji ber ku guhertina demografiya etnîkî disepîne.”

Rêxistinan di dauxyaniya xwe de diyar kir ku heta aloziya Sûriyê çareser nebe û şert û mercên guncaw ji bo vegerê peyda nebe, divê koçber venegerin.

Rêxistinan di daxuyaniyê de diyar kir ku herêma bakurê Sûriyê ne ewle ye lê hîna nakokî di navbera koman de heye û rojane bûyerên kuştinê rû didin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo vegerê, divê binesaziya herêmê bi taybet dibistan û nexweşxane bên amadekirin. Sandîkayên nîştimanî û navnteeweyî bê peydakirin da ku şert û mercên guncaw bên amadekirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.