Ne li xêra Rûsan e ne li xêra me ye

În 16 Nîsan 2021 - 05:03

  • Bedran Çiya Kurd: Heger bipeşketina şer li hundirê herêmê her ku biçe mezintir bibe, wê demê rewş ê ji destê Rûsan derkeve. Tişta ku dixwest bixe dest, dê ji dest bide. Di serî de ew ê jî winda bike. Ya ku sûdê jê bigire dewleta Tirk e.

Di 13’ê vê mehê de yekîneyên Rûsyayê ji gelek nuqteyên herêma Şehbayê vekişiyan. Piştî vekişîna hêzên Rûs herêm ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve hat topbarankirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî diyar kir ku nuqteyên ku ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatibûn valakirin, hêzên alîgirên Îranê lê bi cih bûne. 
Pêr saetên nîvro, hêzên Rûsyayê dîsa vegeriyan nuqteyên li Şehbayê yên ku vala kiribûn. Ev tevgerên hêzên Rûsyayê ne nû ne, gelek caran ji navçeya Eyn Îsa û Til Temirê jî bi heman şêwazî tev geriyan. 
Têkildarî sekna Rûsan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şantajên ku li ser herêmê tên kirin, helwêsta gel û Rêveberiya Xweser û tekiliyên herêmê bi dewletên Ereban re, cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî.

2 îhtîmalên girîng

Bedran Çiya Kurd got, ew reftarên Moskovê ji nêz de dişopînin da ku zanibin sedem û armancên vê vekişînê çi ye. Bedran Çiya Kurd wiha pê de çû: "2 îhtîmalên girîng di vê mijarê de hene: Yek; yan li gel dewleta Tirk li hev kirine, tifaqek heye di navbera wan de ku hinek gund û herêmên Şehbayê radestî çete û dewleta Tirk bikin. Her kes dizane ku demeke dirêj e ev nîqaş di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tên kirin ku bazarek li ser herêmên Şehba û Til Rifetê heye û tê kirin. Ger tiştek wiha di navbera Rûsya û Tirkiyê de hebe dê ne li gorî xizmeta berjerwendiyên gelê Sûriyê, aramî û çareseriya Sûriyê be. Tifaqekeke wiha dê bi temamî bikeve xizmeta komên tundraw û dagirkeriyê. Dê bibe sedema koçberiya bi sed hazaran mirovan. Zêdetirî 250 hezar mirovî li wê herêmê ne, ji wan zêdetirî 100 hezarî koçberên Efrînê ne. Heger careke din êrişek dubare çêbe, dê karesateke mirovî çêbe. Divê her kes li ser vê baldar û hişyar be. 

Ger lihevhatinek wiha di navbera Rûsya û Tirkiyê de çêbe, dê bibe qonaxeke nû. Di aloziya Sûriyê de aloziyên mirovî, bipeşketina şer di hundirê herêmê de dê her ku biçe gurtir û mezintir bibe. Wê demê rewş ê ji destê Rûsan derkeve. Tişta ku dixwest bixe dest, dê wan jî ji dest bide. Di serî de ew ê jî winda bike. Ya ku sûdê jê bigire dewleta Tirk û çeteyên wê ne."

Îhtîmala duyem

Bedran Çiya Kurd Îhtîmala duyem jî wiha rave kir: "Rûsya û berpirsyarên wê yên herêmî bi vî şêwazî dixwazin zextê li Kurdan û rêveberiya herêmê bikin da ku hinek daxwazên xwe pêk bînin. Beriya niha jî çend caran li Eyn Îsa û Til Temirê ev şêwaz bi pêş xistin. Bi rêya şantaj û zextê hin daxwazên wan li rojhilatê Firatê hene ku daxwazên xwe bi dest bixin. Rêbazên gef û şantajan dîsa ne mimkun e bibin rêbaz ji çareseriyê re. Hemû pirsgirêkên heyî dê bi dan û standinan bên çareserkirin.
Ji bo wê jî ji aliyê Rûsî tê xwestin ku di navbera xwe û gelê herêmê de baweriyê çêke. Bi van şantaj û vekişînê dihêlin ku fikarên herêmê zêde bibin û baweriya bi wan lawaz bibe. Çawa destpêke li Efrînê vekişiya, li Eyn Îsa û Til Temirê jî çend caran wiha kir, niha jî li Şehbayê wiha dike ku ev ne rêbazek e ku aramî pê çêbe."

Mumkin e dîsa çêbe

Bedran Çiya Kurd îşaret bi pê kir ku vekişînên bi vî rengî gelek caran çêdibin: "Rûsya ti carî nade ber çavan ku vekişîneke temamî ji herêmê çêke. Ji ber ku piştî vekişîna hêzên Emerîkayê û êrişên Serêkaniyê û Girê Spî û li şûna wan belavbûna hêzên Rûsî, ji bo xwe weke serketin û bipêşketineke girîng hesiband. Ne ku bi paş ve vekişe, lê hesab dike ku çawa zêdetir berfireh bibe. Ji bo wê jî em texmîn nakin ku vekişîneke giştî çêbe. Dixwaze berbelavbûna xwe zêde bike û hinek tiştên din bi dest ve bîne."

Divê ev têkilî kûr û fireh bibin

Mijarekê din jî ku ev demek e daxwazên dewletên Ereban hene ku Sûriyê bixin nav Yekîtiya Ereban. Bedran Çiya Kurd wiha bersiv da pirsa ‘Di demeke wiha de tekiliyên we bi dewletên Ereban re çawa ne?’: "Wek Rêberiya Xweser em gelekî girîng dibînin ku di aliyê welatên Ereban de têkiliyan bi pêş bixin. Divê ev têkilî kûr û fireh bibin. Di encamê de Sûriye welatekî Erebî ye û rola welatên Ereban jî di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de girîng e. Lê heta niha welatên Ereban bi wê rolê ranebûne. Qebûlkirina Rêveberiya Xweser wekî projeyeke siyasî di xizmeta çareserî û yekbûna Sûriyê de ye. Nabe sedem ku Sûriye parçe bibe û dewleteke serbixwe çêbe. Ji ber ku metirsiya welatên Ereban her di vî alî de ye çawa behsa mijara Kurdan, mafê Kurdan tê kirin, ew her tim yan li kêleka Bexda yan jî li kêleka Şamê sekinîne. Divê welatên Ereban di vê mijarê de rehet bin ku ti carî çareseriya pirsgirêka Kurd nabe xeter li dijî yekbûna axa Sûriyê.  

Armanca Rûsyayê

Ev demek e hewldanên Rûsyayê li ser welatên Ereban çêbûne. Civîneke sêalî di navbera Rûsya, Tirkiye û Qeterê de çêbû. Armanca Rûsyayê ew e ku welatên Ereban bikişîne û têxe xizmeta berjewendiyên siyasî ji bo Sûriyê. Di bin înîsîyatifa xwe de rê li pêş çareseriyeke siyasî veke. Ji ber ku hemû rê xitimîn; Komîteya Destûrê, Astana, hwd xitimîn. Vê carê xwest ku bi înîsiyatîfeke nû welatên Ereban bi xwe re bike hêz û rê li pêş înîsiyatîfên nû veke. Li aliyê din jî xwest ku li ser welatên Ereban zextekê çêke ku bi wan bide qebûlkirin. Hikûmeta Şamê vegere nûnerên xwe bişîne cem Yekîtiya Erebî û ji hikûmeta Şamê re rewabûnekê çêke. Rûsyayê xwest ku bi pereyên welatên Ereban bi şêwazên cuda krîza di hundirê herêmên hikûmeta Şamê de sivik bike û sûdê jê wergire.

CÎHAN BÎLGÎN/ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.