Ne dibistan in lê girtîgeh in!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Tebax 2022 - 22:00

  • Dîmenên dibistanê dişibin girtîgehan. Dema xwendekar diçin dibistanên bi vî awayî wisan hîs dikin ku ew sûcdar in û wê li wê derê cezayê xwe bibînin. Ji ber ku şêwazê kevin û xirabiya avahiya dibistanan dişibin girtîgehan ne ku dibistan.

Hejmarek ji dibistanên li nava sînorên îdareya Soranê, metirsiya rûxîn û xirabûna wan heye. Mamoste jî diyar dikin ku pêwîst e hikûmet dibistanên nû ava bike da ku xwendekar bikarin bi aramî per-werde bibin.

Li nav rêveberiya perwerdeya Soran 271 dibistan hene û li wan zêdetirî 54 hezar xwendekaran dixwînin. Lê ji ber xirabûn û têkçûyîna avahiyan, beşek ji van dibistanan bi xwendekar û mamosteyan re fikar çêkirine. Ji bona wê daxwaza nûjenkirina avahiyên dibistanan dikin. Lê li gorî agahiyên me bi dest xistî jî tenê ji bo heşt dibistanan biryara nûjenkirinê hatiye dayîn.

‘Dibistan dişibin girtîgehan’

Derbarê mijarê de Mamoste Serheng Qasim got, “Ji bo pêkanîna karûbarên veguhestina xwendekarekî, min serdana dibistaneke li navenda navçeya Soranê kir. Lê dîmenê dibistanê dişibiya girtîgehê. Dema xwendekar diçin dibistanên bi vî awayî, wisan hîs dikin ku ew sûcdar in û wê li wê derê bên cezakirin. Ji ber ku şêwazê kevin û xirabiya avahiya dibistanan dişibin girtîgehan, naşibin dibistanan.”

Mamoste Serheng Qasim da zanîn ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir giringiyê bi kalîteya baş a avahiyên dibistanan bide: “Ji bo xwendekar bikarin bi aramî zanistê wergirin, pêwîstî bi avahiyên kalîteya baş heye. Ji ber ku xirabî û têkçûna dîwarên beşek ji avahiyên dibistanan, bandoreke ne baş li ser derûniya xwendekaran dike.”

Li benda biryara hikûmetê ne!

Li gorî Rêveberê Perwerdeya Soranê, ji sala 2014’an ve ti dibistanek nû li nav sînorê perwerdeya Soranê nehatiye nûjenkirin û çêkirin. Lê li ser daxwaza wezîrê perwerdê biryara nûjenkirinê ji bo hejmarek dibistanan hatiye dayîn û ji beriya dema nû ya xwendinê dest pê bike, ew ê werin nûjenkirin.

Rêveberê Perwerda Rêveberiya Soranê, Ezîz Seîd jî derbarê rewşa xirab a avahiyên dibistanan de got, “Rapor ji bo nûjenkirina 35 dibistanan ji wezareta perwerdê re hatine şandin ku pênc ji wan metirsiya rûxînê li ser wan heye. Her wiha biryara nûjenkirina 8 dibistanan hatiye dayîn ku her yek ji wan bi qasî 10 hezar dolar budce jê re pêwîst e. Biryar e yên din jî beriya ku dema nû ya dibistanê dest pê bike werin nûjenkirin.”

Ezîz Seîd da zanîn ku pêwîstiya dibistanên Soran hemûyan bi nûjenkirinê û peydakirina budceyê heye. Ezîz Seîd got, niha yên pêwîst e werin çêkirin, hejmara wan 65 e û li benda biryara hikûmetê ne da ku karê wan ê nûjenkirinê dest pê bike.

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.