Ne cih û wext lê nivîsandin!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Mijdar 2023 - 00:12

  • Li dinyayê, Tirkiye û her wiha Kurdistanê gelek nivîskarên hepsî hene ku di nava şert û mercên dijwar de dinivîsin. Di Roja Nivîskarên Zindankirî ya Cîhanê de nivîskarên Kurd Zekî Bayhan û Abdurrahîm Akalp balê dibin ser rik û berxwedana nivîskarên hepsî û dibêjin, “Ne cih û wext lê nivîsandin azad dike.”

HAKAN YALÇIN / MA / ANKARA

Yekîtiya Nivîskaran a Navneteweyî (PEN) di 15’ê Mijdara 1981’an de biryarek da û 15’ê meha Mijdarê li Cîhanê weke “Roja Nivîskarên Di Zindanan De” qebûl kir. Ji bo balê bibin ser nivîskarên di hepsê de, yên ku rastî binpêkirin û pêkûtiyên xerab tên, di vê rojê de çalakî tên lidarxistin. 

Nivîskar Halîl Guneş ku yek ji girtiyên nexweş bû û li Hepsa Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin, di 15’ê Kanûna 2021’ê de canê xwe ji dest da. Niha jî ji Mûrat Turk heta bi Gultan Kişanak, Îlhan Samî Çomak, Layla Atabay, Îbrahîm Tîkan, Ozan Alpkaya, Ramazan Çeper, Zekî Bayhan û Abdurrahîm Akalp, gelek nivîskar di hepsê de ne.  

Ji bo 15’ê Mijdarê me ji nivîskar Zekî Bayhan û Abdurrahîm Akalp re pirs şandin û wan jî texsîr nekir, bersiva pirsên me da. 

 Nivîsandin li hepsê zehmet e

Nivîskar Zekî Bayhan, li Hepsa Hejmar 2 ya bi Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin; wî da zanîn ku rêvebeirya hepsê gelek berhemên nivîskî asteng kirine û got, “Zehmet e ku mirov li hepsê binivîse. Ji bo pêşîlêgiretina berhemên fikrî û niviskî, rejîma hepsê gelek astengiyên nedîtî rêsandine. Nameya ku ji we re dişînim jî piştî gelek kontrolan û mohra ‘hatiye dîtin,’ digihîje ber destê we. Li vir pirsgirêka me ya çavkaniyan heye û em nikarin xwe bigihînin pirtûkên ku em wan dixwazin. Navbera rejîma hepsê û pirtûkên muxalif ti caran baş nebû û heta pirtûkên ji dost û hevalan tên jî bi awayekî bisînor didin.” 

Pirtûkên bi rik û berxwedêr

Bayhan da zanîn ku li hepsê zehmetî naqedin û gava ew pirtûkekê dinivisîne, bi zor û heft bela digihîje ber destê xwîneran: “Pirtûkên li hepsê tên nivîsandin, gelek ji wan berxwedêr in. Her wiha hevalên van pirtûkan dinivisînin jî xwedî sebreke mezin in û bi piştevaniya hevalan pirtûkên xwe temam dikin. Ev pirtûk pirr bi zehmetî derdikevin derve. Gelek caran bi hincetên pûç û vala asteng dikin. Dest datînin ser pirtûkan û bi vî awayî pêvajoya dadgehkirinê dest pê dike. Hin caran jî em bi siûd in û kesên li pirtûkan dinihêrin dibêjin, di vê pirtûkê de tiştekî tehlûke tine ye. Bi vî awayî pirtûkên me derdikevin derve. Lê piştî derketinê jî pirsgirêk bi dawî nabin. Kî wê pirtûkê li ser kompûterê binivîse û redakte bike, kî wê ji weşanxaneyan re bişîne û her wiha bi xemsariya weşanxaneyan ya li hember pirtûkên hepsê re mijûl bibe. Ev pirsgirêkên hanê nayên çareserkirin. Ji lewma pirtûkên ku li hepsê hatine nivîsandin û piştî gelek zehmetiyan digihîjin derve, pirtûkên bi rik û berxwedêr in.”

Ji întelektueliyê wêdetir berxwedan

Bayhan da zanîn ku nivîsandina li hepsê tê maneya berxwedanê û got, “Nivîskarên ku di şert û mercên hepsê yên zor de dinivîsin nîşan didin ku ew ji civak û têkoşînê qut nebûne. Rejîma li hepsan hewl dide hepsiyên siyasî bi rêya tecrîdê ji civak û têkoşînê dûr bixe. Her wiha ew dixwazin derbê li baweriya me bixin û me bikin hepsiyên ji rêzê. Nivîsandin ji bo hepsiyekî siyasî tenê karekî întelektûel nîne, lê ji bo ew xwe bigihînin civakê dinivisînin. Ew bi vî awayî hewl didin li ber xwe bidin û biafirînin. Hin hevalên me yên ku 10 yan jî 20 sal in di hepsê de ne, ji kovarên li derve re gotaran dinivîsînin. Elbet navaroka gotarê û asta întelektûel girîng e. Lê ji vê yekê girîngtir tiştekî din heye. Ew heval bi gotarên xwe li hember rejîma li hepsê û şert û mercên zehmet li ber xwe didin. Heger her hevalekî ku demeke dirêj di hepsê de maye bi perspektîfeke polîtîk pirtûkekê binivîse û wan pirtûkan bigihîne ber destê xelkê pirr baş dibe. Çanda berxwedanê bi vî awayî her zindî dimîne û namire. Di nivîskariyê de çavê hepsiyên şoreşger ne li serketîbûna întelektûel e û ji xwe divê ne lê be jî. Ew ji bo bawerî û bîrdoziya xwe dinivîse. Heger nivîsên wan xizmetê ji armancên wan re bikin ew ê berhemên wan bi nirxtir bin.”

Dikarin ji bo me hin tiştan bikin

Nivîskar Bayhan, balê bir ser têkoşîna xelkê Kurd ya li derve û got; “Em nikarin ji têkoşîna li derve xwe qut bikin. Lê yên li derve jî divê hepsiyan jibîr nekin. Ma ew nikarin ji bo nivîskarên li hepsê piştevaniyê xurttir bikin? Ma nikarin malpereke înternetê ya ku pirsgirêkan bîne rojevê hazir bikin? Ew dikarin di vê malperê de nivîsakarên hepsî û berhemên wan parve bikin û wan bidin nasîn. Ma nikarin di serê 2 salan û carekê di meha Mijdarê de li bajarên weke Amed, Stenbol, Wan û Îzmîrê standan deynin ji bo nivîskarên ku li hepsê dinivisînin? Her wiha ew dikarin rojên îmzeyê jî lidar bixin. Em ê her tim hewl bidin binivisînin. Em ê di derbarê têkoşîn û siberojê de tim xwedî gotin bin û bi rêya nivîsan xwe ji civakê qut nekin. Em ê her di nava têkoşînê de bin. Bi vê armancê ‘Roja Nivîskarên Di Zindanan De’ li me hemûyan pîroz be.”

Ne cih lê wext girîng e Nivîsandin jî azad dike

Nivîskar Abdurrahîm Akalp ê ku li Hepsa Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin jî got, ji bo nivîskarekî ne cih lê wext girîng e. Akalp got; “Gava ku mirov ne azad be wext jî disekine. Bi ya min divê mirov pirr baş li ser têgehên nivîsandin û wext hûr bibe û li van têgehan bikole. Ji bo nivîskarekî jî ne cih lê wext pirr girîng e. Divê mirov ruhê wext li ser cihî serwer bike. Cihê herî zêde maneyê li wext bar dike, heps e. Ji ber hilberandin bi fêmkirina ruhê wext re baştir difesile. Lewma ne cih û wext, tişta ku nivîskarekî azad dike, nivîsandin e.” 

Nivîskariya di ser mekan re

Akalp, da zanîn ku gelemperiya nivîskarên ku mohra xwe li dîrokê xistine di beşeke emrê xwe de di hepsê de mane û got: “Nivîskarî, di heman demê de şoreşgertî ye. Ji ber ku qadên dij-azadî yên pergalê, girtîgeh in. Lewma nivîskarên ku ji xwe re weke muxalîf dibîne, ne tenê xistiye girtîgehê, her wiha hewl dane çeka wan ango pênûsê wan jî ji destê wan bistîne. Lê belê nivîskarê azad, li şûna pênûsî bi ruhê xw derketiye derveyî mekanê û her tim pêşengtî ji mazlum û bindestan re kiriye. Nivîskarî, di heman demê de şoreşgertî ye. Bi fikr û berhemên xwe pêşengtiyê dike. Lewma ji bo nivîskaran heps ne ceza lê alternatîf e, cihê ku maneyê li wext bar dike ye. Cihî vediguherîne dibistana azadiyê. Nivîskarî, karê wêrekiyê ye û nivîskar gelek tiştî dide ber çavan. Di dîrokê de kesên nivisandine her tim bûne hedefa pergalên serdest. Hewl dane ku nivîskarên jêhatî sansur û bi sînor bikin. Ji bo nivîskarekî girîng e bê ka li ku ye û çawa têdikoşe. Li hepsan ku me weke warên azad bi nav kirine niviskarî ti carî nayê hepskirin û nivîskar jî azad in li vir.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.