Ne bi roj bi şevê tên gotin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 10 Sibat 2024 - 01:45

  • Nivîskar Zîlan Hemo çîrokên ku ji dapîra xwe bihîstiye tomar kirine û hewl dide folklora Kurdî neyê jibîrkirin. Wê berê pirtûkeke bi navê “Bi Roj Nayên Gotin” nivîsandiye û niha jî dewamiya pirtûka xwe ya yekem a bi navê “Bi Şevê Tên Gotin” temam kiriye.

CUDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Li Kantona Firatê di 3’yê Sibatê de ahenga îmzekirina 5 pirtûkan hate lidarxistin. Pirtûka nivîskar Zîlan Hemo ya bi navê ‘’Bi Şevê Tên Gotin’’ jî di nava pirtûkan de cih girt ku pirtûka nîvîskarê ya duyem e. Zîlan Hemoyê derbarê îmzekirina pirtûka xwe de ya ku wê ev berhem ji dapîra xwe girtiye, re axivî.

Nivîskar Zîlan Hemo got ku wê girîngî bi wê yekê didît ku ew xwedî li folklor û çîrokên xwe yên gelêrî derkevin. Çîrok di navbera roja me û dîrokê de girêdanekê pêk tînin û got: "Ev pirtûka min a duyem e ku min berhev kiriye. Min di nivîsandina gelek pirtûkên hevbeş de cih girt ku yek ji wan jî pirtûka bi navê ‘Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobanê’ ye ku 10 nivîskaran bi hev re ev berhem amade kir. Her wiha pirtûka bi navê ‘Rodî û Perwîn’ jî me berhev kir. Ji bilî van her du pirtûkan, pirtûka min a yekem a bi navê ‘Bi Roj Nayên Gotin’ e  ku ev pirtûk jî yek ji pirtûkên çîrokên gelêrî ye. Ev pirtûka min a duyem a bi navê ‘Bi Şev Tên Gotin’ jî weke berdewamiya pirtûka min a yekem e.”  Zîlan Hemoyê di berdewamiya axaftina de got: "Cara yekem di sala 2014’an de piştî ku min dest bi xwendina zimanê Kurdî kir, min dest bi xwendina pirtûkan jî kir, piştre jî min dest bi nivîsandinê kir. Dema ku em di dersên folklorê de li ser mijara girîngî û berhevkirina berhemên gelêrî rawestiyan, min ew yek hîs kir ku divê em xwedî li folklora xwe derkevin."

Rastî gelek astengiyan hatim

Zîlan Hemo diyar kir ku wê berhemên xwe bi giştî ji dapîra xwe girtine û ev yek wiha anî ziman: "Me şer, komkujî û êrîşên gelekî dijwar dîtin, heya ku em neçar man em koç bikin. Van karesatan jî bandoreke mezin li derûniya min kir ku min nekarî ez nivîsandinê berdewam bikim lê belê piştî demekê min dîsa dest bi nivîsandina çîrokan kir. Gelek astengî derketin ser rêya min lê belê dîsa jî min nivîsandina pirtûka xwe berdewam kir û gihand xwendekaran."

Bi şevê tên gotin

Zîlanê got ku dema wan dersên folklorê digirt di dersê de qala çîrokên ku dapîra wê di zarokatiya wê de jê re digot, dihat kirin. Vê yekê gelekî bandor lê kiriye û wê nivîsandina wan çîrokan ji bo xwe weke erkekê dîtiye. Zîlan Hemoyê axaftina xwe wiha domand: "Di dersên folklorê de hemû caran heman tişt dihat bîra min, ew jî zarokatiya min bû ku di sarmaya zivistanan de dapîr û bapîrê min bi şevê li ber çirayê û sobeyê ji me re çîrok digotin. Gava ez zarok bûm bapîrê min wefat kir lê belê dapîra min ji min re her tim çîrok digotin.Ez bi wê yekê gelekî kêfxweş dibûm. Dapîra min piştî hemû çîrokên xwe jî weke pendekê şîret li me dikir. Carna me bi roj jê dixwest ku ji me re çîrokan vebêje, wê jî digot; ‘Bi roj nayê gotin, bi şevê tên gotin.’ “

Divê çîrokên gelêrî werin tomarkirin

Zîlanê anî ziman ku divê ew xwedî li wan kesên temenmezin derkevin ku li gel wan bi hezaran çîrok, gotinên pêşiyan û pend hene û divê wan pirtûkan jî ji xwendekaran û nifşê nû re diyar bikin û ev yek anîn ziman: "Em roj bi roj ew kesên ku weke pirekê di navbera dîrok û roja me ya îroyîn de ne ji dest didin. Ew zanist û gotin, pend, çîrok jî bi wan re dimirin. Divê em ji bo vê yekê zêdetir hewl bidin da ku em bikaribin çîrokên xwe yên gelêrî û folklora xwe zêdetir pêş bixin. Hewce ye beriya wefata wan em ew tiştên ku ew dizanin em tomar bikin û wan weke pirtûk binivîsînin. Ez bi xwe xwe gelekî bi şans hîs dikim ku min karî ez ji dapîra xwe wan çîrokên gelêrî tomar bikin û wan weke pirtûk biweşînim."

Bi qasî ku ji destê me tê

Zîlanê got ku ew ne tenê çîrokan dinivîse di heman demê de ew roman û helbestan jî dinivîse lê belê ew nivîsandina çîrokan li ser xwe weke erkekê dibîne ku divê ew wê yekê pêk bîne û got: "Her tim metirsiya wefata kesên ku çîrokan, mamikan, dengbêjî û destanan dibêjin, li gel min heye. Ez jî nivîsaninda wan li ser xwe weke erkekê dibînim. Tu kes heta hetayê najî lê belê divê em li wêje û dîroka xwedî derkevin. Ez dizanim ku em nikarin hemûyan tomar bikin, berhev bikin û binivîsin lê belê bi qasî ji destê me tê em dê ji bo vê yekê hewl bidin da ku em bikaribin wêjeya xwe pêş bixin."

Nifşê nû ew ê bi ziman pêş bikeve

Zîlan Hemo di dawiyê de got ku divê her kes dengê kesên temenmezin tomar bike û piştre jî wan binivîse û axavtina xwe wiha bi dawî kir: "Kêfxweşiyeke mezin e ku nifşê nû bi zimanê xwe hebûna xwe îfade bike. Ji vî nifşî jî wê gelek nivîskar jê derkevin. Bi vî awayî wê zimanê Kurdî û wêjeya wê jî pêş bikeve. Min heya niha bi tenê 52 çîrok ji dapîra xwe wergirtine. Lê belê dema ez kesên temenmezin dibînim, hema kurtejiyana wan, serpêhatî û zanînên wan ên gelêrî berhev dikim û wan dinivîsim."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.